Her tişt li ser masê ye

Li ser peymana di navbera Dewletê Yekbûyî Amerîka û Tirkiyeyê li ser parastina sînor nîqaş didomin. Li gorî peymanê wê “gumanên ewlehiya” dewleta tirk a dagir li ber çava bigirin. Di rastî de dewleta tirk bixwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê metirsiyekî ewlehiyê ye.  Ji bo wê jî di navbera DYA û Tirkiyeyê de sîstemek ji her du aliyan pêk were. Dîsa hin koçberên ji wan herêman ji bo vegerên cihên xwe dê xebatek bê kirin. Di mijara koçberan de jî berî niha Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang ji bo koçberan kiribû ku vegerin cih û warên xwe.  Naverok û çawatiya ev peymana dê çawa be heta niha nediyar e. Lê ser ev peymana ewle gelek gotegot tê kirin.

Gotinên bi navê “herêma ewle” yanî “koridora aştiyê” her çend bê gotin jî herêmên bi vî rengî divê dibin banê Netewên Yekbûyî be û aliyên sêyemîn têde cihê xwe bigirin. Lê tişta tê xuyakirin û rayadarên  bakur û rojhilatê Sûriyryê jî sşkers dikin, armanv parastina sînor e. Li gorî vê tevgerbûnek bi navbênkariya DYA’yê bi dewleta tirk hatiye destpêkirin. Ev tevgerbûn bigihêje serî ya na û dê çi bixwe re bîne ne zelal e.

Di sala 2014’de dema rayadarên dewleta tirk a dagirker qala “herêma ewle” dikirin, li gorî ev herêm ji Dêrikê heta Serêkaniyê û dîsa ji Kobanê heta Deryaya Spî bû. Yanî Girê Spî ne di nav herêma wan dixwest de bû. Ji ber ku wê dema DAIŞ li Girê Spî bû û DAIŞ li gorî dewleta tirk ji bo wan nemetirsîdarbû. Ew dema deriyê Girê Spî ji DAIŞ’ê re vekîbû û rojane çûyîn û hatin hebû. Niha jî dewleta tirk dixwaz bi taybet dakeve herêma Girê Spî ku cihên ji DAIŞ hatine rizgar kirin. Bi taybet hilbijartina dewleta tirk ev herêma desteka bi DAIŞ’ê re têkildar e.

Li gorî dewleta tirk a dagirker bigotina “korîdora aştî” dixwaze beşek din ên Sûriyeyê dagir bike. Ji bo vê her qala herêmek bi kûrahiya 40 km dike. Ger dewleta tirk a dagir derfet bibîne wê taybet ji bo herêmên petrolê bixe destê xwe wê hewldana bike. Dîsa çawa li Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê demografiya herêmê guhert, dixwaze gelê herêmê bi zorê ji herêmê derxe, li vê herêmê jî demografiye biguherîne. Komên çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê, komên çeteyên Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam li herêmê bi cih bike.

Niha ev xwestekên dewleta tirk dem dirêj e. Lê niha herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê xistiye hedefa xwe. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker dixwaze lihevhatina di navbera wan û DYA’yê bi vê ve sînor bimîne û gefên xwe li ser herêmên din bidomîne. Diyar dibe ku armanca dewleta tirk ne çareserî ye. Lihevhatina ku naveroka wê diyar e ya di navbera Dewletê Yekbûyî Amerîka û dewleta tirk wek neçariyekî pêkhatiye. Ji bo vê jî gefxwarinin rayedarên dewleta tirk didomin.

Li beramberî ev gefxwarinê dewleta tirk, Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk got ew dixwazin ji bo parastina sînor bi dirêjiya ji Çemê Dîcleyê heta Çemê Firatê bi kûrahiya xwe 5 km be herêmek bêçekên giran û ji aliyê hêzên herêmî ve were parastin. Niha ev nêzîkatiyek herî dilnizm e.  Û xwe li ser parastina sînor avakiriye.

Ji daxuyaniyan jî diyar dibe ku navendek di navbera DYA û Tirkiyeyê de ya koordînasyonê ava bibe heta niha tiştek berbiçav nîne. Herêm, kûrahî û kî wê çiqas bandor be nediyar e û hêj muzakere dewam dikin. Ji bo wê jî gefên dewleta tirk, li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dewam dike û gelê herêmê jî li her derê li dijî gefan dengê xwe bilind dike. Ez dikarim bêjim her tişt li ser masê ye.

Ji aliyekî li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina sînor bi navbênkariya Amerîkayê bi dewleta tirk re muzakere dewam dikin, ji aliyekî şerê li Idlibê dijwar dibe. Diyar e her du herêm bihevre girêdayî ye. Ev jî bila bibe mijara nivîsek din.

Dikarî Biecibînî