Tirkiye bûye nûnerê komên çeteyan

Rûsya li Idlibê dixwaze hêza xwe bide nîşandan. Bi hêza leşkerî ve di qada siyasî de jî destê xwe bi hêz dike. Lewma armanca operasyona li Idlibê berdewam dike, tenê paqijkirina komên çeteyan nîne. Bi saya vê operasyonê rola hêzên di erdnîgariya Sûriyeyê de xwe wek aktorekî siyasî û leşkerî dibînin jî hîn baştir derket holê.

Mirov dikare bêje ger Rûsya di vî şerî de nêrîna Washingtonê negirtiba dê di vê astê de êrîşên xwe nedana meşandin. Em ji bir nekin ku beriya niha jî Rûsya çend cara xwest li vê herêmê operasyonek berfireh bide despêkirin, lê her carê bi hincetên cuda di serî de rêvebiriya Amerîka û hin hêzên alîgirê koalîsyona navneteweyî pêşî li vê operasyonê digirtin. Lê wisa diyar e ku di vê mijarê de êdî ew jî wek Rûsyayê difikirin.

Em hemû dizanin şerê li vê herêmê tê meşandin di rastiya xwe de li hemberî çi hêza ye. Her çiqas bi navên cuda cuda hin hêzên terorîst li vê herêmê hatibin bicîhkirin jî tu girîngî û wateya van hêza nîne. A girîng û pêwîst e mirov baş bibîne ew ku ev komên çeteya hêza xwe ji çi yan jî ji kîjan dewletê digirin. Di van çend salên derbasbûyî de êdî hemû raya giştî û hêzên navneteweyî baş dîtin ku tekîliya dewleta tirk û komên çeteya di çi astê de bi hev re heye. Êdî rêvebiriya Tirkiyeyê jî vê hevaltiyê înkar nake û di qada navnetewî de xwe wek parêzvanê van kujera dibîne.

Tirkiye bi vî navî tev li civîna Astanayê yên ku di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de çêdibin, dibe. Dîsa bi vî navî di qada navneteweyî de dixwaze xwe derxe pêş. Lê li rexmî hemû hêzên navneteweyî di ferqa vê lîstika dewleta tirk de ne çima dengê xwe ji wê re dernaxin. Bêguman bersiva vê pirsê mirov dikare bi awayekî pir masûmane û bi dilekî baqij bêje ku ji ber dixwazin van hêzên çeteya bi destê dewleta tirk ve kontrol bikin dengê xwe ji wê re dernaxin. Lê di rastiyê de gelo wisa ye. Li gor min ev mijar ne wisa yek aliye û hesan e. Beriya her tiştî êdî dewleta tirk van hêzan nikare kontrol bike û bi taybet êdî di erdnîgariya Sûriyeyê de ew tê xwestin wan bi rêve bibe. Ev komên çeteyên ku ji kontrolê derketine ji bo xwe hamîtiya dewleta tirk jî êdî qebûl nakin. Lewma tu girîngî û wateya civînên ku Tirkiye li ser navê van komên çeteya biryar dida jî êdî nema ye. Ji ber vê yekê civînên Astanayê û heta radeyekê yên Cenevreyê êdî bêwate bûne.

Armanca Tirkiyeyê ew bû ku bi operasyona Rûsyayê ya li ser Idlibê ve ew jî êrîşî rojavayê Kurdistanê bike. Lê ji ber êdî li vê herêmê çeteyên xwe nikare wek tê xwestin kontrol bike di operasyonê de dûdiliyan dijî. Lê pêwîst e ev neyê wê wateya ku wê êdî operasyon çênebe. Pêwîst e mirov tehdîtên li ser Rojava hilde cîdiyetê û li gor wê pozîsyona xwe xurt bike. Ger dîsa mîna wek di Efrînê de hevkariyek Rûsya û Tirkiyeyê çêbibe wê Tirkiye ji bo operasyonê wext winda neke. Lê beriya her tiştî pêwîstiya Tirkiyeyê heye ku Rûsya operasyona xwe ya li Idlibê bide sekinandin. Ji Rûsyauê vê operasyonê bide sekinandin jî pêwîst e tavîzên mezin bide. Lê wek me di jor de jî got ev operasyon dibe ku bi pêşengiya Rûsya tê meşandin lê ekîd di bin înisiyatîfa hêzên navneteweyî de tê meşandin.

Îktîdara AKP-MHP’ê bi lîstikên qirêj dixwazin berê şer bidin herêmên kurdan. Hemû armanc û daxwaza wan ev e. Ji bo komên çete yên ji herêma Idlibê direvin li herêmê kurdan bi cih bikin û wan bidin bikar anîn di nav hewldanekî mezin de ne.

Di vê rewşê de tişta ku gelê kurd û bi taybet jî rêxistinên kurd bi baldarî bişopînin tekîliyên Rûsya û Tirkiyeyê ne. Di dîrokê de her ku ev herdu dewlet nêzî hev bûne rêxistinê gelê kurd darbe xwarine. Dibe ku rewşa îro pir cuda be lê li herêmê lîstikên mezin tên lîstin. Pêwîst e mirov bi baldarî tevbigere.

Dikarî Biecibînî