Dayik

Dayika Berfo di 105 saliya xwe de, bi hesret û kedara kurê xwe Cemîl Kirbayir ku di darbeya 12’yê Îlonê de hate windakirin, jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo 40 salan li ber derê dewletê li aqûbeta kurê xwe pirsî û bi hêviya ku “dê rojekî Cemîl vegere” jiya. Bi vê kederê jî çû.

Dayika Dondu Ergîn, dayikekî tirk e û di şerên ku 40 sal e li Tirkiyeyê didome de 2 ewladê xwe winda kir. 30 salan zêdetir li Tirkiyeyê di bin banê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de ji bo ku aştî bê Tirkiyeyê û kezeba dayikên din neşewite têkoşîn kir. Ji ber vê yekê rastî êrîşan, heqeretan hat. Derheqî wê de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Lewma di 79 saliya emrê xwe de bû penaber û çû Ewropayê.

Dayika Taybet Înan a 57 salî di êrîşên li hemberî bajaran de hate kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanan ma, dewletê destûr neda ku cenaze bê hildan.

Dayikên aştiyê di dema berxwedana grevên birçîbûnê de li ber derên girtîgehan rastî êrîşan, heqaretan hatin. Hatin binçavkirin, laçikên wan ên spî ji serê wan hate xistin.

Dayikên Roboskiyê di şevekî de 34 ewladên xwe di êrîşa hewayî de windakirin. Ji wê rojê vir ve dixwazin ku hesabên vê komkujiyê bê pirsîn. Derheqê wan de jî lêpirsîn hatin vekirin, dewletê xwest ku ew bi pereyan ji doza xwe vegerin.

Dayikên Şemiyê ji sala 1995’an vir ve ji bo ku zarokên wan ên di bin çavan de ji aliyê dewletê hatiye windakirin rûdinên, çalakiyan lidar dixin. Di dema AKP’ê de ev dayik ji cihên xwe hatin qewirandin, çalakiyên wan hatin qedexekirin, rastê êrîş û pêkûtiyan hatin. Dayikên leşkeran li meclisê li aqûbeta zarokên xwe dipirsin û AKP bi wan re hevdîtin nake.

Bi hezaran minakên bi vê rengî hene û ev tablo rastiya dayikên Tirkiyeyê nîşan dide. Sedema vê êş û elemê polîtîkayên şer ên ku ji aliyê îktîdaran ve tê meşandin e. Niha komekî dayikên ku zarokên wan winda bûne bi manîpulasyon û rênîşandayina îktidarê li ber derê HDP’ê çalakiya rûniştinê lidar dixin û bi rojane jî îktîdar li ser vê yekê propagandayekî reş dimeşîne. Dibêjin “HDP zarokan dişîne, sedema windabûna zarokar HDP ye.”

Ev propaganda derew e û yên ku dibin parçeyek vê propagandayê jî xwediyê niyetekî baş nîn in.

Binhêrin li vê welatê ji sala 1979’an vir ve ciwanên wî welatê derdikevin çiya. Ji wê demê vir ve pêvçûn û şer de 40 hezar kesî jiyana xwe dest da. Ne yên ku diçin çiyê, wekî Ugur Kaymaz, wekî Ceylan Onkol wekî Cemîle Çagirga û sedan zarok û ciwan li malên xwe li ber derên xwe hatin kuştin.

Beriya 1979’an jî di sala 1925’an de, di sala 1929’an de, di sala 1938’an de jî ciwanên kurd derketin çiyê. Wê demê ne HDP hebû û ne jî PKK hebû. Li vî welatê pirsgirêka gelê kurd a azadiyê heye. Nahêlin ku gelê kurd daxwazên xwe bi rêya siyaseta demokratîk bîne ziman. Rêyên siyaseta demokratîk tên xitimandin. Ji ber vê yekê sedema derketina çiyê polîtîkayên neçareseriyê ne, polîtîkayên asîmîlasyonê û înkarê ne. HDP sedema pirsgirikê nine wekî gelê kurd mexdurê vê pirsgirêkê ye. Yên ku li çareseriyê digerin divê ewîl polîtikayên ku dibin sedema pirsgirêka kurd ên asîmîlasyon û înkarê derkevin. Nexwe bi girtina HDP’ê, bi tasfiyekirina siyaseta demokratîk pirsgirêk çareser nabe, hîn kurtir dibe.

 

Dikarî Biecibînî