Nezan dîktatoran diafirînin

Ji destpêka mirovatiyê heta niha mirov bi nenasiyê re di nava şerekî de ye.  Ev şerê bi nenasiyê re bi rengên cûda heta roja me ya îro berdewam e. Ji ber ku di destpêkê de gotina “gotin” ya ku rêka bîrwerî û hişmendiyê avakiribû û di dawî de gihişt xwe nasînê. Bêyî “gotin” mirov nikarîbû bigihêje rastiya xwe ya civakî.  Ya ku ew bixwe hîma vîn û viyana mirov û armanca wî ye. Di heman demê de, pirs û guman du tiştê ku mirov herdem dane mijûlkirin û fikirandin e. Der barê hemû tiştên ku li dor xwe dibîne de, çi bûyerên xwezayî û çi jî hemû bûyerên ku li dor wî diqewimin, li gorî bîrweriya wî ya jiyana destpêkê ne.

Ji ber vî tiştî felsefe weke maka hemû zanistan hate nirxandin. Jê hemû zanistên cuda afirîn bi hemû ziraviyên xwe, ta ku bû hîm û zemîna zanistên civakî ku li rastiya jiyan û wateya wê û sedemên hebûna wê digeriya. Di heman demê de şer û nakokî hebûne û berdewam bûne ta roja me ya îro. Di navbera kesên dixwestin bijîn weke ku jiyan heye û kesên ku dixwestin guhertinê pêk bînin ber bi başiyê ve, nakokiyeke ku di dawî de li gorî têgînên me yên îro, li gora diyalektîka dîrokî ya Marks di navbera metafîzîkan û materyalîstên ku tenê baweriya xwe bi serboriyê tînin weke piştrastkirina hebûna jiyanê ye.

Nakokî bi xwe hîm û zemîna rûdan û avabûna cotên kujer ku her dem mirovahiyê baca wê daye. Ji destpêka vejîna mirovahiyê bi rengên cûrbicûr; cotên dujehê di navbera ruh û materyalê de, bawermend û gawir, nêr û mê, bihişt û dojeh, xêr û şer, ronî û tarî, cotkar û derebeg, karker û sermayedar, dewlet û gel, sunî û şî’a, katolîk û arsozoks, ta ku bigihêje amazîg û ereb an jî kurd û tirk, ev nasnameyên ku kujer bûne û em li dû wê dibezin mîna ku ew perçeyek ji rastiya me ye.

Xwendekarê dîrokê her çiqas seranser be jî, ew baş dizane ku ev nasnameyên kujer, di encama dûrketina mirov ji rastiya xwe ya civakî, derketine holê. Her wiha dema ku pişta xwe daye pênase û zanistên amade yên têgînan û ji lêgerîna rastiya tiştê ku fêr dibe dûrket, ta ew têgihişt ku oldar û zanyarên pêşberî wî, rastî bixwe ne. Her wiha çi tiştê ku desthilat û serok û mîr û şah dibêje, rastî bixwe ye, ne tiştekî din e. Me ji bîr kir ku ew jî mîna me mirov in şaş jî dibêjin û rast jî dibêjin, bêçare dibin û gumana dikin û ne hemû tiştên ku dibêjin ji asîmanan daketiye û pêwîst e em hestê xwe jê re xwar bikin û bipejirînin, mîna ku axaftinên wî hedîsên pêxemberan e.

Şadiya raman û guman û pirsînê, tenê li ba mirov heye bêyî hemû ajal û zindiyên li ser rûyê zemînê, lê dema ku em ji pirsînê dûr xistin, wan em xistin xeleka nezaniyê û dûbare kirin. Gotinên ku em li ser wan têne fêrkirin, ta ku em ji rastiya xwe xerîb ketin û nezan man û dûbare dûbare me rêka bav û kalên xwe ajot di koletiya tiştên ku diparêst (bijî şah, şah mir).

Nezanî koleyan çêdike, ne tiştekî din. Di heman demê de nezanî dîktatoran diafirîne. Ji ber ku dîktator nikarin serê xwe hildin di civaka zanist û felsefeyê de. Nikare serî rake di hizûra civaknasê ku erka wî ya sereke, pênasekirina jiyanê û pirsînên mîna: em çawa bijîn? Em çi bikin? Em ji ku dest pê bikin? Ev pirsên ku gelek kesayetên xwedî roleke mezin di jiyanê de dikirin, dema ku Lenîn dipirsî di pirtûka “Em çi bikin?” bersiva wî ev bû: rêxistin, rêxistin, rêxistin… Beriya wî Napolyon jî dipirsî em çawa bijîn? Bersiva wî: pere, pere, pere, bû…. Niha Ocalan dipirse “Em ji ku dest pê bikin?”, bersiv her dem: perwerde, perwerde, perwerde ye. Bi wateya xwendin û perwerdeyê û avakirina kesayetê li gorî wê ye.

Dema ku em mafê pirsîn û bersivdayîna pirsan winda bikin, wê divê em zanibin ku em miriyê li ser piyan dimeşin in. Dive em têbighêjin ku hinek alî hene nezaniyê bi civakên me didin xwarin û wan di tiştên erzan de ku tu têkiliya xwe bi hîmên jiyanê re tune ye. Difetisînin bi armanca windakirina gelan da ku rastî û şaşitiyê ji hevdû nas nekin. Tênegihêjin bê ew çi ji jiyanê dixwazin, yan jî em çima dijîn? Armanca van aliyan belavkirina nezaniyê mîna ku ew rastiya jiyanê bixwe ye û çi mirovê ku bixwaze ji xeleka nezaniyê derkeve, tewana wî amade ye û herkes wê tewanê dizane.

Bi vî awayî, em dikarin têbighêjin bê dîktator çawa di dîrokê derketine, çawa wan civak gurî û qels û bêhêz kirine. Ev civak çawa xesandine ku nikare nanê roja xwe peyda bike. Me ji Nemrûd û Firewn û Sargon û Qustentîn û Mosolînî û Hîtler û Erdoganê vê serdemê, ev fêm kir.

Gava sereke da ku em ji vê rewşê derkevin, binxistin û serê li hember nezaniyê bi hemû reng û alavên xwe yê, ev yek bi pirsînên li ser wateya jiyan û armancên jiyanê ye. Cihê me çi ye di vê jiyanê de û çi ji me tê xwestin? Gelek pirsên ku pêwîste bersiv ji wan re bê dîtin.

Dikarî Biecibînî