Hesabên erzan fatûreya giran

Tirkiye, Îran û Rûsya derbarê pirsgirêka Sûriyeyê de û di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de cara 5’emîn li Enqereyê civiyan. Ev yek wekî zîrweya 3 alî hate binavkirin. Ev zîrweyên ku di navbera van her 3 dewletan de bi sedema Sûriyeyê tên lidarxistin bi rastî jî piralî ne.

Cara yekemîn bi awayekî aşkera Esad bû şirîkê vê zîrweyê. Beriya zîrweyê heyeta Rûsyayê bi Esad re hevdîtin pêk anî û Esad jî efûya giştî îlan kir. Yanê ji aliyek ve daxwazên xwe ji Enqereyê û Erdogan re ragihand û ji aliyê din ve bi efûya derbarê komên çete de daxwaza AKP’ê bi cîh anî. Bi vê rêbazê piştî şerê 2011’an vir ve cara yekemîn Esad û Erdogan bi minasebeta zîrweya Çankayayê dest bi muzakereyan kirin, bi rêya Rûsya û Îranê.

Hem peyamên ku ji zîrweyê derketin û hem geşedanên beriya zîrweyê nîşan dide ku di navbera Esad û Erdogan de lihevhatinek pêk were dê li ser dijberiya kurdan pêk were. Rejîma Sûriyeyê ev yek bi daxuyaniya beriya zîrweyê aşkera kir. Esad dema ku ji bo komên çete efûya giştî îlan kir, di heman demê de tevgera kurd a li Sûriyeyê û Rêveberiya Rojava wek “terorîst” tewanbar kir. Bi vê yekê nîşan da ku dikare daxwazên Erdogan ên li ser dijberiya kurdan pêk bîne. Jixwe di navbera Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de li ser tunekirina îradeya kurdan sed sal in konsensûsek heye. Ev her çar welat nakokiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin mesele kurd bin şirîk û hevalbendên hev in. Rûsya jî wekî sedsalên borî, dîsa parçeyek vê konsensûsê ye û di mijara Efrînê de jî aşkera bû ku Rûsya hebûna kurdan tenê ji bo berjewendiyên xwe wekî amûrekî dibîne.

Her wiha bi awayekî aşkera dixuye ku di van zîrweyan de mijar çi dibe bila bibe xala sereke kurd in û li ser hebûna kurdan bazarî tên kirin. Di hevdîtina li Çankayayê de jî derket holê ku Erdogan dibêje “ez amade me ku Idlibê radestî we bikim lê hûn jî ji bo tasfiyekirina hebûna kurdan alîkariya min bikin.” Hevkarê wî jî ji bo tasfiyekirina hêza kurdan amade ne lê mesele hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ye. Tirkiye dibêje ez ê ji aliyekî kurdan tasfiye bikim lê ji aliyê din ve ez ê li heremê bi cih bibim. Yanê dixwaze bi tasyifekirina kurdan Sûriyeyê jî dagir bike. Ger ku ev yek nebe jî dixwaze bi komên girêdayî xwe li herêma kurdan bi cih bike û Rojava ji bo çeteyan bike herêmeke xweser. Yanê dixwaze xweseriya kurdan veguherîne xweseriya çeteyan. Li gel vê yekê Rûsya jî, Îran jî, Sûriye jî dixwaze kuTirkiye û kurdan bixe qirika hevdu, kurd û tirkan bi hev bide şikandin. AKP jî ji bo vê yekê zêdetir dildar e.

Her wiha ger ku lihevhatinek an jî konsensûsek di navbera van hêzan de pêk bê, dê vê yekê bi awayekî fermî li Cenevreyê an jî di civîna NY’yê de wekî helwesta hevpar bînin ziman.

Ev hesabên serdestên heremê ne. Li hemberî van heseban sekn û helwesta Amerîka an jî koalîsyonê ne diyar e. Tirkiye hinek jî ji vê nediyarî û dudiliya Amerîkayê cesaretê digire û bi hesebê “Amerîka yan jî welatên ewropî ji bo kurdan ne li dijî min in” tevdigere. Ev hesebê wan e lê êdî rastiyeke herêmê û gelê kurd heye. Gelê kurd nîşan da ku dê heya dawî ji bo maf û azadiya xwe li ber xwe bide. Lê belê ev bazarên erzan ku AKP bi salan e dike dê berdêlên mezin bi gelê kurd û tirk bide dayîn

Dikarî Biecibînî