Lûtkeya Enqereyê

Roja sêşemê li Koşka Çankayaya Enqereyê lûtkeya Receb, Ruhanî û Putîn pêk hat. Her sê rêveberan jî wisa didan diyarkirin, weke ku gelek serkeftî derbas bûye ev civîna wan a bilind!

Lê ger mirov armancên wan bide ber hev û lê temaşe bike, na xêr nabe ku ev her sê desthilatdar bi hev re serkeftî bibin. Ji ber ku armanc û stratejiyê wan gelekî ji hev cûda ne, ne pêkan e ku her sê bi hev re di mijarên stratejik de bigihêjin hev.

Erê dibe Putîn û Ruhanî di piraniya mijaran de, bi taybetî jî di siyaseta dijberî DYA’yê de dikarin bêhtir wekî hev tevbigerin û heta li ser hinek mijaran, di asta stratejîk de jî bi hev re bimeşin. Lê Receb, na, nikare di tu mijarên stratejîk de dijberî DYA’yê tevbigere. Bi tenê di hinek mijarên taktîkî û rojane de dikare hinek gavan bi hev re biavêjin. Ev jî, bêyî agahdariya DYA’yê nabe.

Ji aliyê din ve, her çendîn weke zîhniyeta kesayetiyên dewletperest û hegemon, ev her sê desthilatdar dişibin hevdû jî, lê taybetmendiyên Putîn û Ruhanî, ji yê Receb gelek cudatir in. Berî her tiştî ev her du kes, heta astekê xwedî îradeyek serbixwe ne û her du jî bi bingehîn dijberî siyaseta DYA’yê ne û lewma dikarin hevalbendiyek stratejîk li ser vê bingehê pêk bînin.

Lê Receb? Jixwe ne îradeyek wî ya serbixwe, ne jî projeyek wî ya stratejîk heye. Jixwe ew bi xwe weke projeyek DYA’yê hate amadekirin û pêşkêşkirin. Lewma gotinên wî yek jî ne xwedî bingeh in, yek gotinên wî, xwe naspêre rastiyê û heqîqetê. Bi tenê, mirov dikarê bêje; Qebedayîtiyê dike. Jixwe bi qebedayîtiya Qasimpaşa ya Stenbolê tê naskirin û ew jî ji vî navê xwe gelek memnûn e û xwe pê serbilind dibîne. Belê niha mafyatî lê zêdê kiriye, divê mafê wî neyê xwarin!

Ji vî alî ve mirov dikare bişibîne Seddam Hisên. Erê tê zanîn bi qebedayîtiya xwe hinek temenê xwe dirêj kir, lê di dawiyê de hem DYA û hem jî Rusya, ji bo berjewendên xwe, li gorî projeyên xwe yên Rojhilata Navîn; ajotin ser Îranê, Kuweytê û hwd. têra xwe dan xebitandin. Di dawiyê de pêhnek lêdan avêtên sergoya dîrokê.

Gelek caran tê gotin ku aqûbeta Receb jî dê bibe weke ya Seddam, ev nêrîn ne bê bingeh e. Bi rastî jî demên wan yên dawiyê gelek dişibin hev. Receb jî, hinekî bi qebedayîtiyê û bêguman li gorî konjoktorê ku proje jê re hatibû danîn, hinekî temenê desthilatiya xwe dirêj kir. Dîsa divê mafê wî neyê xwarin; di xizmeta patronê xwe yê xwedî projeyê de bê qusûr bû û ji ber ku alternatîfek jê re peyda nekirin, hinekî temenê desthilatiya wî dirêjkirin.

Lê me got serdema wî ya dawiyê gelekî dişibe ya Qebedayîtiya Seddam; DYA berê xwe jê guherî, ew jî çû xwe avêt hembêza Rûsyayê. Heta kurê wî û zavayên wî xwe avêtin dexlê balyozxaneya Rûsyayê ya Iraqê, lê çi aqûbeta xerab û rezîl hate serên wan tê zanîn.

Xwedê zane, heman aqûbet li pêşiya Receb e jî. Beşera wî wisa diyar dike ku DYA, êdî karê xwe pê qedandiye û wî bi tenê dihêle, ji ber ku êdî ew jî bi vê ya hesiya ye, lewma ew jî hema bi dest û lepan xwe diavêje dexlê Putîn.

Putîn jî têra xwe kone ye û dixwaze wî li gorî berjewendên xwe bide xebitandin û têra xwe pê dileyze. Ger bibîne ku Putîn lê xwedî dernakeve, dibe ku ya xwe weke Hîtler bike an jî dîn û har bibe, şeple pêkeve û êrîşî filan cihî yan bêvan cihî jî bike!

Lewma divê gelê me û herkes ji bo van helwestên derveyî mirovatiyê jî hişyar bin û xwedî tedbîr bin. Ez bawer dikim Tevgera Azadiya Kurdistanê, li ser van mijaran, ji her kesî bêhtir hişyar e û xwedî amadekarî ye.

Her wiha, heta ku xwediyê dozê ne beşdar be li ser bazarê,  ev lûtke jî weke yên din, bê encam bimîne!

Dikarî Biecibînî