Têkoşerekî doza kurd û Kurdistanê: Dr. Sadiq Şerefkendî

Ji nava dilê civakê rabibû û dema giha qadên bilind jî dîsa di nava gundî û hejarên welatê xwe de bû. Ji pêşmergeyan re hevalekî rûrast û di karê xwe yê rêveberiyê de jî kesekî jîr û li kêleka Dr. Qasimlo weke çiyayekî bû. Qatil û terorîstên ku ew û bi dehan hevalên wî kuştin hê jî saxin û cihê daxbariyeke girane ku rêxistinên siyasî li rojhilatê Kurdistanê hê jî karek nekirine ku xwîna wan li erdê nemîne!!.

Di vê nivîsê de min xwestiye ku bi kurtî jiyan û karnameya temenê pirbarê Dr. Şerefkendî raxim ber çavan.

Şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî

Ji sala 1980’yî û pêde rola Dr. Sadiq Şerefkendî di rêk û pêkirina kar û xebata KDP.Iranê de xebateke gelek bingehîn û pozîtîv bûye. Ew sê salên ku Dr. Qasimlo êdî di qada xebata rojhilatê Kurdistanê de nemabû û Dr. Şerefkendî wek cîgirê wî xebat dida meşandin, valatiya rêberekî xwedî karîzma yê mîna Dr. Qasimlo zû tijî kir. Heta di berfirehkirin û çêkirina eniyek yekgirtî ku ji hemû hêzên dijberên komara îslamî pêk dihat, ji nemir Qasimlo jî aktîvtir derket. Wî karî di bihêzkirina xet û bizava netewî-demokratîk de pêngavên mezin avêtin. Di rewşek wiha de bê guman ev çalakiyên wî ji çavê rayedarên komara îslamîya Îranê dûr nebûn. Ji ber ku di darijandina siyasteke nû de ew mirovekî bi bandor bû. Xwedî perspektîv û îdîayên nû bû. Ji hemû tiştekî girîngtir ew li ser zagûn û pirensîpên hizbê serokekî pir bi îsrar bû. Bi piranî li dijî mirovên dudil û tirsinok xwedî biryarên tund bû û bi hestên germ û rûyekî hezar hêvî ji wan dawa dikir ku rêya xwe bi baştirîn şêwe berdewam bikin. Ne dikarî bihêle ku hinek kes bi xwîna şehîdên doza Kurdistanê ticaretê bikin û rantçîtiyê ji xwe re bikin karê sereke.

Sedhezar mixabin piştî çûyîna wî êdî KDP.Îranê sal ji sala berê zêdetir ketiye nava batlaqa mirinê û li başûrê Kurdistanê bi hemû şêweyan hatine îzolekirin. Îca di van şertên dijwar de ev bes nebû niha êdî wan siyaseta let-letbûnê jî ji xwe re kirine karê rojane!!!. Bila bikûjên Simko, Qazî Miehemed, Dr. Qasimlo, Dr. S. Şerfkendî û hezaran şehîdên din jî bikenin û bi xiyaleke rihet razên! Ev di rewşekê de ye ku KDP. Îranê endama Internasional Sosyalîst, endama UNPO, pêkhêner û endama Kongera Neteweyên Îrana Federal e. Ji ber wê jî çaveraniyên gelê Kurd ji rêxistineke wisa xwedî ked û dîrokeke tijî kar û xebat ewe ku serkêşiya hemû rêxistinên siyasî li rojhilatê Kurdistanê bike. Li pey ji destçûna derfetên giranbûha dîsa jî roja hevgitinêye ne dem û çaxê ji hev dûrketinê.

Taybetmendî û sifetên S. Şerefkendî

Şerefkendî di 11’ê çileya 1938’an de li gundê Terexe yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û di 17’ê îlona 1992’an de li bajarê Berlînê yê Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Sifetên Dr.S. Şerefkendî pir in: Ew mirovekî camêr, xwedî kesayetiyek sade û tim dixwest di nava gelê civakê yê sade de bijî. Xwe ji feqîr û hejaran dûr nedixist û mamostayekî dadperwer bû. Bi çavekî bilind û qîmeteke mezin hurmeta çanda gel digirt. Di çaxê xweşî û nexweşyan de li kêleka pêşmergeyên xwe bû. Dema ku ji salên 1983‘an û pêde şerekî giran di navebera hêzên Kurd û Îranî de hebû, bi şev û rojan biryargeh û wargehên wan dihatin bombebaran kirin, lê di bin agirê dijimin de Dr. Şerefkendî ew cesareta xwe ji dest nedida û mil bi milê şervanên kurd li dijî dagîreran şer dikir. Di nava dilê gel de ew bêhîvîtiyên ku piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo çêbibûn, ji kokê de çirmisandibûn. Gel û pêşmergeyên kurd ji berê zêdetir û bi kîneke mezintir li dijî hêzên Pasdarên Îranî şer û xebata xwe berdewam dikirin.

Tevaya ramanên Dr. Sadiq Şerefkendî û projeyên wî yên ji paşeroja Kurdistan û Îranê re bûn sedem ku Xaminêyî, Refsencanî û berpirsên din yên komara îslamî ji bo ji holêrakirina vî lîderê kurd bikevin nava hewldanên hemû alî. Teror û reşkujî her tim karê wan hikumetên totalîter bûye ku tenê bi zimanê zorê dizanin. Ji felsefe û mentiqa mirovahiyê tiştekî fam nakin. Bi van kiryarên hovane re jî ew baş dizanin ku sal bi sal nifret û kîna gelê kurd û hemû xebatkarên rêya azadiyê ji wan zêdetir bûye, lê dîsa jî heya roja îro li ser kiryarên xwe yên terorîstî bêrawestan têkoşanê dikin.

Rojeke reş û nejibirîrkirî!

Roja 17 meha îlona 1992’an bû. Rêberên kurd û çendîn partî û rêxistinên din yên siyasî nû ji civîna xwe ya Kongreya Internasional Sosyalîst derketibûn. Êvariya wê rojê ji bo hinek hevdîtinên siyasî li resturantek Yunanî ya bi navê Mykonos li bajarê Berlînê hatin ba hev. Lê hê di destpêka hevdîtinên xwe de bûn ku çend zilamên îranî û ereb bi çekên germ ketin hundirî resturantê û rêberên kurd dan ber guleyan. Di wê êrişa terorîstî de Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî (endamê komîta navendî û berdevkê KDP.Iranê li Ewropa) û Homayun Erdelan (berpirsê komîta KDP.Iran li welatê Almanya) û dostekî doza kurda yê bi navê Nûrî Dêhkurdî ku îranî bû di cih de hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Piştî çend rojan ew tev bi merasîmeke taybetî li goristana Parîs ya naskirî Père-Laçaise hatin veşartin.

Kurd û girêdana wan a bi serokên xwe ve…

Li vira rastiyeke dîrokî jî ji me re aşkera dibe: Mixabin ew welatên ku Kurdistan dagir kirine, siyasetek çewt girtine ber xwe û kurdan bi sed rengan diçewsînin. Ew pir baş bi rolê serkirdeyên kurd dizanin, kesayetiya wan dinasin, dizanin ku bi ji navbirina serokên kurdan çiqas dikarin ziyanê bidine hereketeke siyasî li Kurdistanê. Bi taybetî serokên xwedî karîzma yên mîna Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî ku di nava kurdan de xwedî rêzeke taybetî bûn. Elbet ev jî bi civata kurdan ve girêdayî ye ku bi piranî nexwende ne û cuda ji bîr û ramanê, ew rêber dibine navendeke kurdî û kurd li dorê kom dibin. Neyarên kurdan ev rewşa han pir bi başî destnîşan kirine û dizanin bi ji navbirina wî serok û serokê din, dikarin derbeyeke giran li bizava kurdan bidin. Di çaxê Baasiyan de jî çend pîlan hatin danîn ji bo nemir Mela Mistefa Barzanî ku wî ji nav biben. Çimkî wan dizanîn ku dikarin ziyanek mezin li hereketê bidin. Ji bo Dr. Qasimlo, Dr. S. Şerefkendî û serokê PKK’ê rêzdar Abdulah Ocalan jî bi heman şêweyê planên xwe cî bi cî kirin.

Helbet hilbijartina Îranê ji bo wî çaxî ku 3-4 sal bû şerê Îran û Îraqê bidawî hatibû û di wî şerî de herçend Iraq jî bi ser neket, lê Îranê jî ew şer dorand, ji rûyê neçariyê bû. Bi çi wateyekê? Bi wê wateyê ku ew diroşmên ku di çaxê şer da bilind kiribûn, ti ji wan nehatin cî. Ne rejîma Iraqê ji nav çû, ne jî şoreşa îslamî karî di hemû Rojhilata Navîn û cîhanê de (bi wê wateyê ku wan dixwest), belav bibe. Dema ku ew plana wan ser negirt li pey tiştekî digerîyan ku valatiya wê şikestina wan tijî bike. Îca ji navbirina Dr. Qasimlo û Dr. S. Şerefkenî dibe ku yek ji wan tiştan be ku li ser fikirîbûn. Elbete ji xeynî rêber û têkoşerên kurd bi sedan kesên din jî ji hêzên din yên dijberên xwe li hundir û dervey sinorên Îranê kuştin. Ji ber wê jî di hemen salê de ku şer sekinî peywendî di navbera kurd û hinek rayedarên dewleta Îranê de jî dest pêkirin. Ku mixabin piştre jî gehiştin armanca xwe.

Helbete ji destçûna serokên mîna Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî xisarek mezin bû ji bo bizava rizgarîxwaziya kurd bi giştî û bi taybetî jî ji bo rojhilatê Kurdistanê. Cihê wan hê jî vala ye û di qada xebata siyasî de tije nebûye. Ji ber ku ji dest çûyîna wan, cihê wan jî di nava HDK.Îranê de vala hişt û ev jî ne tişteke ku taybet be ji bo netewa kurd. Di dîroka hemû gelan de ew kesayetîyên ku rolekî mezîn lîstine, ew ên ku li pey wî tên, piştre toşî rewşeke gelek aloz dibin. Piştî Çarles De Geule (1890-1970 ) û Winston Çurçille ( 1874 – 195) jî kesek peyda nebûye ku riya wan bidomînin. Piştî Cemal Ebdulnasir( 1918 – 1970 ) û General Tîto (1892 – 1980) jî kesek peyda nebûye ku riya wan bidomîne. Ji dewamkerên wan re dibe pirsgirêk. Ew kar û hurmeta kesayetiyên berê di ramanên xelkê de dimînin.

Dadgeha Mykonos û rûreşiya rêberên Komara Îslamî

Birêveberên komara îslamî li pey kuştina Dr. Qasimlo dijminekî xwe yê zana ji holê rakiribûn. Lê cigirê wî ew valatiya wî heya radeyekê tijî kiribû û bi îsrar li pey rêyekê digeriya ku eniyeke hevgirtî ji hêzên dijberî komara îslamî pêk bîne. Ev xal bû sedema kuştina Dr. S. Şerefkendî. Di kuştina Dr. Qasimlo de bi dayîna êmtiyazên aborî wan nehiştin ku dengê raya giştî zêde li dijî wan bilind bibe û dewleta Avusturya jî bi awayekî eşkera hevkariya qatilên Dr. Qasimlo kir ku bi bê pirsgirêk ji welatê wan derkevin. Ji Dr. S.Şerefkendî jî pilaneke wiha danîbûn lê vê carê dadgeha qezayîya welatê Almanya Federal derfeteke wiha neda wan. Herçend wan ji bo pilan û projên xwe yên gemar hertim bi milyonan dolar xerc dikirin ku cihê destê xwe yê di encamdayîna van kiryaran de wenda bikin û rûreşiya wan eşkere nebe, lê vê carê tîra wan bi nîşan neket. Wan nekarî pêngaveke din li dijî dijberên xwe ber bi pêşve bibin û bi vî awayî ji wir û şûnde jî li dijî dilnexwazên xwe yên siyasî karê terorê bidomînin. Ji aliyekî din jî êdî berfirehbûna terorîsima di bin serokatiya dewleta Îranê de rewşa asayêşa welatên Ewropa jî xistibû metirsiyê.

Li Almanya dadgeha Mykonos piştî dadgeha Nurnberg ku ji bo aşkerekirina cinayetên çend birêverenê Nazî li bajarê Nurnberg hatibû lidarxistin, girantirîn û dirêjtirîn dadgeh e ku li dijî birêveberên Îranê hatiye pêkanîn. Ji aliyê din jî hemû hewldanên Îranê yên ji bo pêşîgirtina kar û biryarên dadgeha Mykonos vala derketin.

Piştî çend salan karê dadgehê û xerckirina çend milyon Euroyan di 20’ê nîsana 2004’an de biryara dadgehê eşkere bû û ji araya giştî a cîhanê re bi ronî eşkera bû ku rêberê olî yê Îranê Aytulah Xaminêyî, serokomarê wê demê Refsencanî, Wilayetî (wezîrê derve yê hingê ), Felahiyan (wezîrê îstîxbaratê yê wê demê) û çendîn kesên din ji berpirsên bilind bi awayekî nihînî di kuştina rêberên kurd de dest hebûne. Ev ji komara Îslamiya Îranê re skandaleke mezin û dîrokî bû ku qet nayê ji bîr kirin.

Jêder û Çavkanî:

  1. Çêştî Micewr: Bîranînên mamosta Hejar Mûkriyanî
  2. Hevpeyvîn bi Xenî Bilûriyan, Hacî Ehmedî, Elî Qazî.
  3. Pirtûka Dr. Sadiq Şerefkendî ya bi navê: Bizawe Rizgarîxwazekanî Kurd
  4. Sipas ji bo rênimoniyê kekê Mecîd Heqî berpirsê ragehandina KDP.Iranê li Ewropa.
Dikarî Biecibînî