Em bi dirûşman li ber xwe bidin

Piştî şaredariyên bajarên mezin ên; Amed, Wan û Mêrdînê şaredariya Pasûrê jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat desteserkirin. Wisa xuya dike ku dê piştre şaredariyên din ên Kurdistanê jî bên dagirkirin. Jixwe taybetiya rejîma şerê qirêj-taybet ew e ku xwedî feraseteke yekparêz, nijadperest e û ji bilî nasname û baweriya xwe tehemûlî yên din nake.

Şaredariyên Kurdistanê xeta azadî û demokrasiyê diparêzin û her çiqas bi seranser nebe jî dewleta tirk her tim hinek şaredariyên Tirkiyeyê wekî talûke dibîne. Ji ber vê yekê jî hewl dide şaredariyên bi vî rengî biperçiqîne û tune bike. Piştî darbeya faşîst û leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’an helwesteke wiha nîşan dabûn. Di sala 2016’an de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê heman helwest nîşan dan. Di 19’ê tebaxa 2019’an de dagirkirina şaredariyan nîşan dide ku dagirkirina şaredariyan didome.

Dewleta tirk a faşîst şaredariyan dagir dike û bêguman ev ne qeder e. Dewleta tirk dixwaze bi dagirkirina şaredariyan ve pergala xwe ya yekparêz zexmtir bike. Ji bo bigihêjin armanca xwe li pêşiya wan astengiya herî mezin ew e ku gel li îradeya xwe xwedî derdikeve. Ev şaredarî her tim xwedî roleke wiha dîrokî û watedar in.

Ji destpêka avabûna şaredariya heta niha her tim li hemberî dewletên monarşîk gel temsîl kirine. Ji ber vê yekê şaredarî her tim li derveyî pergalên îktîdaran mane û bi temsîlkirina herêmî ve bûnê xwedî roleke xweser. Li hinek eyaletên DYA’yê hêz dane destê hinek şaredariyan ku karibin hêzen leşkerî bixin nav liv û tevgerê. Di gelek şaredariyên li Ewropayê de mirov rastî şopên rêveberiya komun tê. Li gelek parzemîn û deverên cîhanê şaredarî dikarin bi rihetî li derveyî rêveberiya navendî û xweser biryaran bidin. Herî dawîn li Meksîkayê, EZLN’ê rêveberiya xweser ragihand û ev ji aliyê rêveberiya navendê ve hat qebûlkirin.

Dema dewleta tirk hat avakirin, di makeqanûna hatiye nivîsîn de şopên makeqanûnên ku di qada navneteweyî de hatine nivîsîn hene. Heta makeqanûna heyî ket meriyetê jî ev rewş wisa dewam kir. Hinek caran di makeqanûnên dewleta tirk de hinek guhertin, rotuş hwd. hatibin kirin jî bandora vê heta roja me dewam kiriye. Di qanûnên têkildarî hilbijartin, şaredarî, meclis û keyayan de her tim şopên wan hebûn. Di roja me ya îro de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê van hemûyan li ber çavan nagire, tune dihesibîne û tiştên ku ji deve wan derdikevin û axaftinan wekî makeqanûn dibînin û şopên berê ji holê radikin û qebûl nakin.

Di esasê xwe de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi van kirinên xwe ve makeqûna ku sînorê îktîdara wan diyar kiriye binpê dikin. Ji ber vê yekê sûcê makeqanûnî pêk tînin. Ev jî nîşan dide ku bi tu awahî ew rewa nîn in. Pêwîst e dozger û dadger der barê van kesên ku sûcê makeqanûnê pêk tînin de doz vekin, dest û lingên wan girê bidin û wan biavêjin girtîgehan. Ji ber ku divê li gorî makeqanûna heyî ev helwest were nîşandan.

Gelo mirov li bendê ye ku li Tirkiyeyê dozger û dadger helwesteke wiha nîşan bidin? Bêguman pirskirina vê jî tiştekî rasteqîn nîne. Ji ber ku ew jî memûrên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ne û di heman demê de hevkarê sûcê wan in. Jixwe bi vê nivîsê ve mebesta me ne ew e ku dozger û dadger li hemberî wan bikevin nav liv û tevgerê. Li dijî vê yekê parastina mafê îradeya gel rewa ye. Dozger, dadger, polîsên girêdayî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dixebitin rewa nîn in û her cure berxwedana li hemberî vê dîktatoriyê rewa ye.

Li Kurdistanê li hemberî dewleta tirk a ku şaredariyan dagir dike her cure berxwedana gel mafekî rewa ye. Gelê Kurdistanê îro vî mafê xwe bi kar tîne. Lê ev maf bi qasî ku tê xwestin nayê bikaranîn. Ev nêzîkatî jî hêzê dide dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê. Berxwedan li derveyî cihê ku hatiye dagirkirin nayê kirin, berxwedan di nav wê de tê kirin. Ji xwediyê cihê ku hatiye dagirkirin bêtir, kesên ku ew der dagir kirine ditirsin ku ka dê çi were serê wan. Ger tirsa wan a têkçûnê çiqas mezin bibe dê têkçûna wan ji ewqas pêkan be.

Divê xeta berxwedanê û dirûşmên ku derdikevin pêş ve rastiyê îfade bikin. Civaka Kurdistanê di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye. Xwedan danehevek e mezin e. Di vê mijarê de mînakên perwerdehiyê pir in. Dirûşmên wekî; “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike” her tim îfadeya vê rastiyê ne. Ev dirûşm; ji nav gel derketine, hêvî, bendewarî, hest, hesret û bangewaziyê îfade dikin. Divê niha jî wisa be. Divê rastiya berxwedanê, destkeftî, danehev û nirxên temsîl dikin vebêjin. Lazim e ji nêzîkatî û seknên ku ji rastiyê dûr dixin re destûr neyê dayîn.

 

Dikarî Biecibînî