Li Moskovê konferansa yekitiya saziyên kurd

Li paytextê Federasyona Rûsyayê Moskovê Yekitiya Saziyên Civakî ya Navnetewî bi beşdarbûna 70 delege û 30 guhdarvanan ve 12’yemîn konferansa xwe lidar xist. Ev konferans ji bo yekitiya rêxistinên kurd ên li welatên sovyeta berê xebatên xwe didin meşandin gelek bi wate ye.

Degeleyên konferansê ji hevserokên saziyên kurd ên civakî û çandî yê li welaten Kazakistan, Ermenistan, Kırgizistan, Gurcistan û Rûsyayê xebat didin, pêk hat. Li rexmî delegeyên konferansê gelek kesên navdar, rewşanbîr û siyasetmedar jî di konferansê de amade bûn.

Hemû saziyên kurd ên li welatên sovyeta berê, xwe di bin banê Yekitiya Saziyên Civakî ya Navnetewî de îfade dikin. Lewma Yekitiya Saziyên Civakî ya Navnetewî ji saziyekê zêdetir rola wê ya yekitiyê hîn pirtir derdikeve pêş. Di konferansê de mijara sereke yekitiya saziyên kurd û pirsgirêkên kurdên li welatên Essengê dijiya bû. Bi vê ve girêdayî xeteriyên ku civaka kurd dijî, asîmîlasyona li ser ciwan û zaroka her roja diçe pêş dikeve, rêxistinkirina civaka kurd a li welatê Sovyeta berê dijiyan jî di konferansê de hatin nîqaşkirin. 

Di axaftina vekirina konferansê de hevserokê Yekitiya Saziyên Civakî ya Navnetewî Araf Azmanî diyar kir ku ew xebatên xwe ve ji hêla dewletên sovyeta berê jî muhatap tên girtin û li hemberî bûyerên li herêm3e û derveyî herêm pêş dikevin, di gelek mijaran de bi van dewletan re di nav diyalogê de ne. Di berdewamiya axaftina xwe de Azmanî ev tişt diyar kir: “Yekitiya Kurdên Essengê dihêle ku tora kurdan a newnewî xurt bibe û ev jî bi xwe re sînorê me fireh dike.”

Di beşê nirxandina xebatê de hat destnîşandan ku hin kesên ku bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê tevdigerin dixwazin xwe li qadê rêxistin bikin. Ev kesên di nav civakê de tu giranî û qiymeta wan nîne bi derfetekî zêde yê aborî dixwazin li qadê xebatên saziyên kurd asten bikin. Bi taybet di mijara Şengal û Rojava de dezenformasyonên ku dikin dihêle serê gel tevlihev bibe. Her çiqas ev kes bi xebatên xwe yên qirêj ve ji hêla gel ve tên naskirin jî di konferansê de hat destîşankirin pêwîst e derfet neyê dayîn ku ev kes di nav gel de xebatekî bi vî rengî qirêj bidin meşandin.

Bi pêşketina amûrên teknîkî û înternetê ve polîtîkayên asîmîlasyonê li ser ciwan û zarok pirtir bi tesîr e. Lewma di konferansê de biryar hat girtin ku ji bo li qada Essengê ciwan û zarokên kud li gor çanda û zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya bibînin di saziyan de dewreyên perwerde bên dayîn. Her wiha hat destnîşankirin ku divê hemû saziyên ku di bin banê Yekitiya Saziyên Civakî ya Navnetewî de hene perwerdeya ciwan û zarokan bi baldariyek mezin bidin meşandin.

Yek ji mijarên herî zêde di konferansê de hat nîqaşkirin jî, mijara pêwîstiya ciwanan di nav xebatên saziyan de cîh girtin bû. Di vê mijarê de bi perwerdeyên ku di bin banê saziyan de bê dayîn ji bo ciwan di nav kar û xebatên saziyan de cîh bigrin jî pêşî bê vekirin.

Ji derveyî delegeyên konferansê hejmarek hêja ya guhdarvanan di konferansê de amade bû. Bêguman ev jî girîngî û rola konferansê radixe berçava. Kesên ku di konferansê de axivîn bal kişandin ser yekitiya saziyên kurd. Lewma di konferansê de bû biryar ku Yekitiya Saziyên Civakî ya Navnetewî bi hemû pêkhateyên xwe xebata Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ji bo derbaskirina Kongreya Yekitiya Kurd piştgiriyê dide.

Dikarî Biecibînî