Xwendekarên Mexmûrê bê dibistan in!

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî penaberiyeke dûr û dirêj a bi zehmet di Gulana 1998’an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li herêmeke dikeve sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê ku di çarçoveya madeya 40’an de weke herêmên nakok tê pênasekirin, hate avakirin.

Welatiyên li Mexmûrê hatin bicihkirin, zêdetirî 12 hezar kesî ji ber polîtîkayên qirker û talanker ên salên 90’î yên dewleta tirk a dagiker neçar man ku mal û warên xwe li pey xwe bihêlin û bikevin ser rêya koçberiyê û di encama pêvajoyek dûr û dirêj a penaberiyê li sînorê Iraq-Kurdistanê bicih bûn. Di vê pêvajoyê ewqasî giran û xedar de bi dehan welatî ji ber birsîbûn, nexweşî û bermayên şer û êrîşan jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê jî yek ji gava ku di nava vê dojehê de avêtin, xwe birêxistin kirin û dîsa ji bo perwerdekirina zarokên xwe di serî de bi Neteweyên Yekbûyî û saziyên Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê re ketin nava peywendiyan. Ev pêvajoya destpêkê di nava kolik de, li ser kevir û di bin konan de bi derfetên pir kêm ku hema bêje tüne, hatin destpêkirin. Çend kesên dildar û em bêjin ên herî zêde xwendî heta dibistana navîn ên din jî seretayî qedandî ji bo perwerdekirina zarokan zend û bendên xwe hildan. Lênûsk û pênûsên ku hatin peydakirin li xwendekaran bi awayê per per hatin parkirin û dîsa pênûsek ji bo 3 xwendekaran hate dabeşkirin. Ev pêvajoya perwerdehiya zarokên penaberên azadiyê wiha destpê kir. Bi sedan car ji ber topbaran û êrîşên hevkaran gule li kolik û konên ku xwendekar li nav bûn ketin. Lê dîsa jî gavek ji perwerdehiyê bi şûnde nehate avêtin. Ji ber ku wan mamosteyan dizanî yekane rê rizgarbûna ji cehalet û gihanadin azadiyê perwerde û xwerêxistinkirine.

Ev pêvajo her cihê lê bicih bûn bi heman rengî û derfetî perewerde nehat paxistin û hate dayîn. Car hate ji ber nebûna pênûs û lênûskan bi devkî perwerde hate dayîn, car hat ji ber nebûna texte û mêze li ser kevir û textên dar ên bi boye û reşî perwerde hatin dayîn, lê tu carî perwerde nehate paşxistin.

Serûvena perwerdehiya hê zêdetir a bi rêkûpêk li Mexmûrê hate destpêkirin. Bi avakirina wargehê re yek ji karê li vir bi hevkariya xwendekar û malbatên wan dibistanên ji blokên kelpîç hatin avakirin û dîsa textên ji dar û mêzeyên hatine çêkirin perwerdeyek li gorî cihên din bi sazûmantir hate avakirin. Li vir perwerdehî kete qonaxekek nû û pêşketîtir. Li vir Neteweyên Yekbûyî û dîsa hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê bi derfetên pêşkêş kirin, dibistan hatin avakirin û dîsa hinek pêwîstiyên xwendekaran hatin pêşwazîkirin. Lê bi demê re mixabin ji ber pirsgirêkên herêmî û dîsa êrîş û zextên dewleta tirk a li ser desthilatên herêmê kir ku ev piştevaniya ji bo penaberan her biçe kêm bibe. Lê vê jî tu carî nekir ku perwerde bê paşxistin.

Bi sedan xwendekarên ku di van şert û mercan de xwendin û mezin bûn, niha li heman dibistanan perwerde didin zarokên nû û heta ji bo sîstemeke perwerdehiya kurdî bûne modeleke ya xwendinê. Îro em ber bi çav dibînin sîstema Perwerdehiya Mexmûrê ji bo Rojava û Şengal dîsa gelek cihên kurd lê dijîn bûye modelek. Lê mixabin di roja îro de em dibînin ev sîstema ku wê siberojê ji bo hemû kurdan û heta gelek herêmên Rojhilata Navîn bibe model, bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye. Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn û dîsa yek du dibistanên seretayî ji ber rewşa avahiyên wê li ber hilweşînê ye. Herî zêdetir metirsî li ser dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ku rojan e 700 xwendekar lê perwerdehiyê dibînin. Tevî ku ev çar sal zêdetirin endazayarên hikûmeta iraqî rapor dane ku li van avahiyan perwerde nayê dayîn, lê ji ber nebûna derfet rojan e 700 xwendekar neçarin di avahiyeke ku her roj metirsiya îro sibe hilweşe de bixwînin.

Dibistana Şehîd Koçerîn a di salên 2000’an de hatibû çêkirin û îro di gelek aliyan de metirsiya ku wê hilweşe li xwe digire. Dîwarên wê qelişîne, dîsa avahî daketiye û binê refan hemû qelişî ne. Li gel vê jî gelek pêwîstiyên perwerdehiyê yên weke, mêze, lênûsk, pênûs û dîsa amûrên ji bo beşên fîzîk, kîmya û amûrên sportîv pir kêm in heta mirov dikare bêje nîne. Her wiha yek du dibistanên seretayî jî bi heman rengî ne, dîwarên wê bi stûn û heta bi hesinan hatine girêdan ku hilneweşin. Perwerdehiya sala 2019-2020’an rojên pêşiya me li Mexmûrê bi fermî destpê dike. Her roja perwerdehiyê jiyana zêdetirî hezar xwendekar û bi dehan mamosteyê di bin xetereyê de ne. Her roj dibe ku trajediyek pir xedar rû bide.

Rewşekî wiha krîzekî mirovî û exlaqî ye. Perwerde mafê her zarokekî ye ku di çarçoveya mafê perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye parastin. Dîsa bi taybet zarok û xwendekarên penaber divê ji her alî ve alîkarî bê kirin ku ji vê mafê xwe bêpar neyên hiştin. Lê mixabin îro em dibînin ji ber berjewendiyên siyasî û zextên dewletên desthilatdar ne zarokên Mexmûrê gelek zarokên li deverên cuda ji vî mafê xwe bêpar tên hiştin. Ev sûcekî yê navneteweyî ye.

Ji bo trajediyek pir xedar rû nede û em destê alîkariyê dirêjî van xwendekaran bikin. Sîstema Perwerdehî û Hînedakariyê ya Mexmûrê ji bo avakirina dibistaneke nû kampanyayek daye destpêkirin. Komîteya Kampanyayê bang li her kesê dike ku weke erkekî mirovî û exlaqî destê alîkariyê dirêjî wan bikin ji wê alîkariyê jovan nebin û wê heta serbilind bibin. Ji ber ku ew zarok siberoja civakê û modeleke ya perwerdehiya kurdî û şahidên herî zindî yên rêya azadiyê ne…

Hûn jî bixwazin destê alîkariyê dirêjî van xwendekaran bikin hesbên bankayê wiha ne:

Navê Bankê: DE46430609671191618800

BIC: GENODEM1GLS

Navê Mechlîsîn: Frauenrat Dest Dan e.V

Navnîşan: c/o Migrationsrat Berlin oranienstr.34

10999

Hejmara telefonê:+4915255102836

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî