Kurd û çanda aştiyê

Dîroka mirovahiyê bi hemû aliyên xwe re, xwedî temenekî dûr û dirêj e. Neteweyên ku di vê dîroka dûr û dirêj de xwedî şaristaniyek bûne, şopeke dewlemend û rengîn ya çand, mîrat û kultura wan jî maye. Şûnwarên kevnar, nivîsên bizmarî ên li ser kevran, dêr û mizgeft, gundên dêrîn, jiyana koçeriyê (ku çend hezar sale li gelek deverên cîhanê hê jî berdewame) û bi dehan tiştên din weke mîrasekî cîhanî tên naskirin.

Kurd li ser erdê xwe yê kevnar xwedî bajarvaniyek dêrînin. Li ser vî erdê han gelek dagîrkerên weke moxolan, sefewî, osmanî, jontirk, erebên mislman, rojên tije şer û nexweş rastî kurdan hatine.

Ji yewnanî û erebên dagirker bigire heya fars û tirkên koçer û talanker, singê axa Kurdistanê ji xwe re kirine qada şer û pêkdadanên bi xwîn. Lê nekarîn dagîrkeriya xwe bidomînin û ji xeynî mayîna navekî kirêt tiştekî wan di rûpelên dîrokê de nemaye. Ji ber wê jî di nava kurdan de gotinek li ser talanker û zilmkara hatiye gotin: ”Ew ha hat û ew ha çû, suwar hat û peya çû…”. Wan xwîna kurdan rijandin û keda wan xwarin, Kurdistan ji xwe re kirin mêtîngeh, lê hakim û padişahên wan, general û artêşa wan qet nekarîn xwe li çiya û newalên Kurdistanê bigirin. Li hemberî hêza dagîrker berxwedana kurdan û hunera wan ya şervaniyê di bîranînên serdar û pirtûkên dîroknivîsên yewnanî( Mînak: Gezonfon- Bi Ingilîzî: Xenophon of Athens 431- 354 BZ ) de xwedî cihekî taybetî ye. Ew şerxwaz nebûne û şer nefirotine tu kesî, lê bersiva şerxwazan jî baş dane û ew bersiv ji wan re bûne dersên ibretê.

Aştîxwazî di çanda kurdan de xwedî bihayekî girane. Di stran û gotinên kurda yên pêşiya da tê xuyanê ku bav û kalan tim li nifşên piştî xwe şîret kirine û ji wan xwestine ku xwe ji şer û dijminahiyê biparêzên. Ji ber wê jî gotina:” hezar dost kêm û dijminek zêde” di nava kurda da weke ayeteke Qûranê pîroz û pirî caran di rûniştinên dîwanî ên mezinan de tê bi lêvkirin.

Rejîmên totalîter bi salane ku dixwazin li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê kurd û hemû hêyiyên wan tune biken, lê kurdan hem şerê xwe yê mayînê kirin û hem jî bi pêra hebûna xwe li ser axa Kurdistanê parastine.

Ev bû sedem ku em niha dibînin li Rojava û başûrê welatê me statûyeke kurdan çêdibe.

PKK û daxwazên aştiyane

Ji sala1984’an û pêda li bakurê Kurdistanê şerekî dijwar di navbera kurdan û dewleta tirka da berdewame. Rêberên hereketa bakurê Kurdistanê çendîn û çend cara ji rayedarên komara Tirkiyeyê daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane kirine, lê tevî kuştina derfetên zêrîn bersiva tim negatîv bûye! Her carê dîsa jî rêberên şoreşa bakurê Kurdistanê bûn ku pêşdestî kirin û ala xwe ya aştîxwaziyê bilind kirine. Hilanîna pêngavên wiha nîşan û îspata semîmiyeta aliyê kurd ji bo dermankirina êşên giran û dîrokî li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye. Bi vê çanda tije tolerans re kurd li ber çavê hemû raya giştî bûne mînaka miletekî aşîtixwaz.

Di nava çar rengên dagîrkeriyê de Komara Tirkiyeyê ji roja damezrandina xwe a bi darê zorê û pêre jî partiyên ku din bin ala wê de hatine ser kar û wenda bûne qet nexwestine û hê jî naxwazin ku hebûna kurd û Kurdistanê bipejirînin. Îro hevgirtina AKP-MHPê a li dijî kurdan tenê rêyekê li ber kurdên Kurdistana mezin dihêle ku ew jî “ aştiya navxweyî ” ye.

Belkî berê îmkanên aliyê kurd kêm bûn ku dengê xwe bigehînin her derê, lê niha êdî herkes dizane ku PKK, HDP, PYD û rêxistinên din yên azadîxwaz hemû hêza xwe ji gel distînin. Li bakur qedera kurdan û PKK’ê ji hev nayê cudakirin. Îro dewleta Tirkiyeyê di rewşên herî dijwar de ku milet û dewleta wan bi kirîzên aborî-civakî û siyasî re rû bi rûye, semîmyet ji xwe nedaye diyarkirin. Nasnama etnîkên ku ne tirk bin, li ba rayedarên Kemalîst “tune” tên hesibandin. Di çaxekî de ku kurd bi evîn û hêzeke mezin daxwaza aştiyê diken, Tayyîp Erdogan li welatên: Îran, Iraq û Sûriyeyê bi dagirkerên din yên Kurdistanê re peymanên li dijî PKK, PYD, PJAK, PDK’ê û hwd. girê dide. Di 40 salên derbasbûyî de êdî baş hatiye xûyanê ku PKK yanî afirandkarî, fedakarî û hilanîna pêngavên nû di qada siyasî da. Kurd êdî pêngava paşda navêjin û rêya xwe bernadin. Li hemberî doza kurdan a aştîxwaziyê û îsrara AKP-MHP a şerxwaziyê nabe ku êdî dîsa weke salên berê wijdanên razayî di xewa mirinê de bimînin. Ger em bi tena serê xwe bêdeng nebin, yê him aştiya navxweyî û him aştiya bi gelên cîran re bigehe encamên baş.

Hêvî ewin ku di vê rewşa tevlîhev û hemû alî a cihanê de dengê kurdan yê aştîxwaziyê bê bihîstin. Êdî kurd baş dizanin ku tenê mehkumî serkeftinê ne û ji xeynî vê jî ti rêyeke din li ber 50 milyon kurdên bêheq û hiqûq nemaye.

Dikarî Biecibînî