Yekitiya Neteweyî derman e..!

Ev têgîn çawa ji bo her nexweşiyekê teşhîseke baş, tenduristiyeke baş bi xwe re tîne, ji bo civakan jî teşhîs û çareserî Yekitiya Neteweyî ye. Nexasim ji bo civak û gelê ku hatiye parçekirin yekane derman û rê ye. Nexwe ji derveyî vê rêyê ne mimkûne ku bikare weke gel û civakê bijî. Em biqasî hev re bin, em ê bikarin bijîn.

Nakokî û çareseriya ji bo her civakekê bi taybet di civakên bûne pariyên zaliman de rêya gihiştina yek û weke neteweyekê bûyîna xwedî statû, Yektiya Neteweyî ye. Jixwe ji nav jî diyar e, weke netew û civak hatina naskirin û li gorî çand, ol û rengê xwe li cîhanê hatina naskirin e. Ji dîrokê bigire heta roja me ya îro hemû civak bi yekitî û neteweyê gihiştine mafê xwe û li dijî zilmê serî rakirine.

Di rewşeke wiha de ji her demê zêdetir weke civaka kurd ji bo em jî bijîn û weke netew bên naskirin, ji derveyî vê mixabin tu rê û rêbaz tune ye. Li her dere me dixwazin bikin çirav û me ber bi zinaran ve kaş dike. Îro derfet û pêvajoya li pêşiya me, me neçarî vê rêyê dike. Li başûr û rojavayê Kurdistanê destkeftî û berhemên bi xwîna lehengên çi pêşmerge, gerîla û şervan hatine bidestxistin hêjayî her tişta bi qedir û qîmet e. Dîsa têkoşîna azadiyê ya li bakurê Kurdistan çi di warê siyasî û çi jî di warê leşkerî û dîplomasî de heye, lingê dijmin û dagirkeran xistiye solekê. Bi taybet serkêşê çeteyan û dîktatorê demê Erdogan û hevkarê wî yê qelêş Bahçelî ji her demê bêhtir xistiye nava tirsa şikestinê.

Di pêvajoyeke wiha de ji ketina nava hewldanan zêdetir divê hemû partî û sazî bêyî berjewendiyên kesî û partî bidin pêş, ji her alî ve destê xwe bidin hev û li dor mêzeyek kom bibin. Tenê ji bo parastina nirxên zarokên xwe yên şehîd jî be, vê bê dudilî bikin. Hesreta hemû şehîd û dayikên ku zarokên xwe di oxira vê de dayî Yekitiyeke Neteweyî ya Kurd e. Madem wisa ye, her roja diçe çawa mîna ji temenê me diçe, ewqasî me ji pêkneanîna yekitiyeke kurdî, ewqas jî me ji armancên me dûr dixe.

Îro bi têkoşîna tê kirin, dikare dawî li faşîzm û zilmê bîne. Dayik û gerîla di vê demê de pêşengtiyê ji şoreşê re dikin. Her demê ku pêvajo ditengije û dixitime, dayikên dil keser bi erka xwe radibin û pêşengtiyê ji vê re dikin. Ev roj hatiye çek hildaye şer kiriye, roj hatiye li qadan pêşengtî ji serhildanê re kiriye û roj jî hatiye ji bo aştî laçika xwe ya spî li serê xwe kiriye û berî her kesê ketiye nava hewldanan. Ji bo vê ye ku divê ev hemû ked nebe qurbanî bazarên biçûk. Li rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya kurdan û xwîna ciwanên hemû pêkhateyan a li ser xakê hatî rijandin, destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Lê dagirker xwe li vê naragirin û êrîş dikin. Erdogan li herêma aram a hatî binavkirin dixwaze komên çeteyên xwe yên li Idlibê firotî û dîsa li Efrîn û deverên din bi cih kiribû li van herêman bi cih bike. Weke ku ew herêm kavil û çol bin dibêje; ‘Ez ê li van herêman gund û bajarokan ji bo koçberên Sûriyeyê çêbikim û pirsgirêkên penaberan dawî bikim’ Gelo ev dîn e, ma qey malê kê li kê belav dikî, qey bêjî baxçê kalikê wî ye, bi xêra xwe li xelkê belav dike. Dîsa li bakur û başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê her roja diçe zêdetir dibe û gel herî zêde dibe qurbanê vê. Li Rojava partiya ENKS û li Başûr jî di serî de PDK û gelek aliyên din dibin kelem û stiriyên pêşiya yekitiyê. Ev ji bo kurdan bi xwe xeteriyeke herî mezin e. Li van herêman kurdan şer kir, berdêl da. Dixwazin bi destê hinek aliyan ku bi pêşberî hinek tiştên erzan dixwazin bixapîn. Divê taybet gel û civak malbatên şehîdan vê yekê qebûl nekin. Di vê mijarê de mafê gotinê yên malbatên şehîd, gerîla, pêşmerge û şervan in. Wan berdêl daye divê gotin a wan be. Dijmin vê dixwaze  bi rêya hinek aliyên kurd bi destê kurdan bide kirin. Dîsa li Bakur dayikên kurd di bin navê ‘wê zarokên we bînin’ û bi xapandinê birine ber derê avahiya HDP’ê û daxwaza zarokên xwe dikin. Gelo ma HDP zarokan tev li gerîla dike, ew ne cihê zarok xwestinê ye. Diviyaba ew dayik biçûban HDP’ê û li gel wan biçûna avahiyên hikûmetê daxwaza zarokên xwe bikira, dîsa Dayikên Şemiyê û Xizmên Windaya ev bi salan in têkoşîna vê dikin. Çima li gel wan cih nagirin? Ev hemû lîstik in, divê em van mijaran bibînin û ji bo vê têbikoşin, ne bi destê xwe mala xwe xira bikin.

Ev çi dide nîşandan, tengijîn û ketina hikûmeta tirk û AKP’ê dide nîşandan. Ewqas ketiye ku hestê dayikan bikar tîne û dixwaze bi vê nefesek hilde. Jixwe dirize, rizînê destpê kiriye. Qaşo wê pêşiya ciwanan bigire. Kê dikare pêşiya ciwanan bigire. Ew hewariyên azadiyê ne. Ne destûrê ji hikûmetê û ne jî ji tu kesê digirin. Ji bo aştî û dayik negirîn vê rêyê hildibijêrin. Ewqas  dewlet dibêjin ciwan tên xapandin, gelo vê yekê nafikirin bê ka ewqas ciwan ref bi ref diçin ma hemû tên xapandin. Yên dixapin ew kesên wiha difikirin. Ji siyasetmedarên wan bigire heta şêwirmendên wan, weke ku têkoşîna 40 salî ya Tevgera Azadiyê nabînin û dibêjin ciwan tên xapandin. Gelo ev 40 sal in, bi hemû derfetên xwe li hemberî wan ciwanan şer dikin nikarin wan. Ev jî dide nîşandan ku hêz û qudretekî ya vê rêxistinê heye ku ciwanan berê xwe dide wan û bi fedayî têdikoşin.

Dema em vê hemû di pencereyek giştî de lê binêrin em ê bibînin bê di demeke wiha de çiqasî rol û rista Yekitiya Neteweyî ji bo me kurdan girîng e. Ji vê saetê û şûnde divê leztirîn demê bi bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de hemû alî bên ba hev û vê fersend û demê bikar bînin. Alî û bereyên tev li vê nebin, dikarin bi rêbazên cuda tev li bikin û destkftiyên hemû kurdan bên parastin. Ji ber ku êş û derdê em dikişînin weke kurd nebûna yek e. Ji derveyî vê tu çare nîne. Dermanê me yekitî ye..!

Dikarî Biecibînî