Qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Di 25’êîlona 2017’an de li başûrê Kurdistanê referandum hate lidarxistin. Bi ser referandumê re 2 sal derbas bûn. Di salvegera referandumê de gelek hizbên siyasî yên başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Her çiqas daxuyanî werin dayin jî mijara referandumê weke mijareke tarî û ne diyar di dîrokê de cihê xwe girt. Hikûmeta Iraqê referandum qebûl nekir û êrîşî Kerkûkê û cihên ku weke ‘Herêmên binîqaş’ tên bi navkirin kir û dagir kir. Piştî qewimîna van bûyeran jî hem li Iraqê û hem jî li başûrê Kurdistanê hilbijartin hatin kirin. Hem Bexdayê û hem jî Hewlêrê karî salek piştî hilbijartinê hikûmetên xwe ava bikin. Ji ber ku di navbera hêz, civak û tevgeran de cudahî û nakokiyên mezin hebûn.

Tevî ku hikûmet hatin avakirin jî nîqaşên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de hê jî nehatine çareserkirin. Ev neçareserkirine çiqas bidome, qeyrana heyî jî ewqas mezintir dibe. Di navbera Bexda û Hewlêrê de sê mijarên bi pirsgirêk hene. Yek ji van budçeya hersal a belavkirina petrolê Kurdistanêû herêmên ku statûya wan nehatiye diyarkirin e. Mijarên petrol û veqetandina budçeyê ya jibo herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Hikûmeta Bexdayê dibêje ku divê dahatên petrola Kurdistanê li gorî makeqanûna Iraqê radestî hikûmeta navendî bên kirin. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser petrola başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk re ji bo 50 salan hevpeyman îmze kiriye. Hikûmeta Bexdayê jî budçeya ku jibo başûrê Kurdistanê veqetandibû, betal kiribû. Ev yek jî di navbera hikûmeta herêmê û ya navendî de veguherîbû krîzê. Ev krîz hê jî didome. Her çiqas çûn û hatin,danûstandin û hevdîtin bên kirin jî ev krîz hêj nehatiye çareserkirin. Wezareta Petrol û Enerjiyêya Iraqê demek berê daxuyanî da û destnîşan kir ku wan li ser nexşrêyekê lihev kirine. Lê ev nexşerêye çiye, ne diyar e. Her wiha girêdayî rûdanên li herêmê ne. Ev mijar çiqas dirêj bibe, pirsgirêkên bi xwe re tîne jî ewqas mezintir dibin.

Yek ji mijarên bi pirsgirêk ên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî, herêmên bi nakok in. Ev herêm Kerkûk, Diyala, Nînova, Mexmûr û hîn nahye û gund in.Li gorî makeqanûna Iraqê, statûyên van herêman dê bi referandumêbê diyarkirin. Lê ev 15 sal in hêj ev nakokî nehatiye zelalkirin. Piştî ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, hikûmeta herêma Kurdistanê ev herêm xistin bin kontrola xwe. Piştî referandumê jî Bexdayê êrîş kir û ev herêm careke din dagir kirin.

Di 1’ê nîsana sala 2020’an de li Iraqê dê hilbijartinên parêzgehan û meclisên parêzgehan bên lidarxistin. Li gelek van herêmên bi nîqaş,li şûna kurdan ereb hatine bicihkirin. Bi vê rojevê, 9 partiyên siyasî yên kurd hatin cemhev û bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê li van deveran bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Ev lihevkirin li qadê çiqas dê bimeşe nayê zanîn. Ji ber ku hizbên siyasî yên kurd hem di nava xwe de û hem jî di navbera hev de pir nakokiyan dijîn. Di vê mijarê de dê di rojên pêş de di navbera Bexda û Hewlêrê de jî gelek qeyran rû bidin. Ev qeyrana siyasî dê bandora xwe li jiyana aborî û civakî bike.

Dikarî Biecibînî