Bi tena serê xwe bû, lê…!

Bi tena serê xwe bû, lê…!

Keremê Anqosî ( 1937 – 2019 )

Bi tena serê xwe bû û berevajî civata kurdên êzidî li Ermenistanê ku xwedî dehan akademîsyen, hunermend û rewşenbîrên naskirî bû, di nava kurdên Gurcistanê de ji xeynî Keremê Anqosî kêm kes hebûn ku di qada wêje û ziman de xizmetê bikin. Ew bibû sîwanek ku kurdên Gurcistanê xwe li jêr sîbera kar û xebatên wî bêxwedî nebînin.

Mamosta Anqosî zanyar, nivîskar, rojhilatnas û serkêşê civata kurdên Gurcistanê kesekî qedirbilind û kurdperwer bû. Berpirsê radyoya Ronakayî bû ku ji salên 1980‘an û şûnde carna heftiyê nîv saetê û carna du rojan di heftiyê de weşana xwe bi zimanê kurdî hebû. Wê radiyoyê bi rastî jî bi rêya gotar û axaftinên kesên weke mamosta Anqosî ronahîyeke hemû alî dabû ser hemû aliyên jiyana kurdên Gurcistanê bi taybetî û bi giştî Qefqaziya jî. Di warê kurdnasiyê de etnografekî baş û dema mijara doza kurd û Kurdistanê dikete rojeva cihanê ew weke serûkaniya zaniyariyan bû ji ragihandina rusî, gurcî û welatên din re.

Li ser dîn û ola êzdayî xwedî agahiyên berfireh û bi qasî zaniyarekî pispor li ser vê mijarê xwedî lêkolînên baş bû. Wî tim wiha digot:” Kesên ku li pey hilweşîna sîstema sosyalîzmê xwestin bi rêya cudatiya ol kurdên êzidî û mislman ji hev cuda bikin, qet yê negehîjin armancên xwe yên qirêj. Di nava miletekî de de ol dikarin zêde an jî cuda bin, lê zanista etnologiyê me re dide selmandin ku em tev kurd in. Îcar bila kes xwe ne bixapîne û ne jî bi gotinên vala û bêbingeh dubendiyê di nava me kurdan de çêbike…., ew ê ticarî di vê rêya çewt de bi ser nakevin…”

Mamosta Anqosî kesekî bi wijdan û lêdana dilê wî bi serkeftina kurdên Kurdistanê xweştir dikete gerê. Hesret û xweziyên wî di salên dawiyê de bi statûya başûr û serkeftinên kurdên Rojavayê Kurdistanê êdî gehiştibûn encamekê. Herî dawiyê jî ji min re wiha got:” êdî hêdî-hêdî Kurdistana me ya azad jî ava dibe, lê nizanim ezê wê rojê jî bibînim ku Roma Reş û torinên Moxolan ji welatê me derkeve an ne…?

Helebestên wî yên xweş hebûn ku ji ber naveroka xwe ya dewlemend û şoreşgerî bûne stran û marş û zû ketin ser zimanê xelkê. ” Sîpanê Xelatê” bi dengê hunermend Dilovan Baso û ” Lêxin birano lêxin” bi dengê stranbêj Xemgîn Bîrhat du ji mînakên berhemên mamosta Anqosî ne.

Kê here axa Tetwanê  

Wê bibîne çiyayê Sîpanê

Cih û warê Siyabend û Xecê

 Xemla rewşa Kurdistanê

Sîpan Sîpanê, Sîpan Sîpanê

 Sîpan Sîpanê Xelatê

Sîpan Sîpanê Xelatê /

Bilind bûn çiqas li te tê

Gulên te gulên cinnetê

Ava te ava qudretê

Te kul û xem pir dîtiye

Zilm û zorê te pir diye

Xwezgînî xwe ji te girtin

Soz û peyman wan dane

Her wiha “Lêxin birano lêxin” jî xewin û xeyalên Kerem Anqosî û astê reweşenbîriya li salên ku şerekî giran li başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê hebû, bi bîra herkesî tîne. Sala 1985‘an ewî dengê xwe ji Tiblîsê wiha gihande herdera Kurdistanê:

” Ax, Kurdistan, ez hatim te bibînim

Lê tu ketî şêr, ax li min, te nabînim,

Gelo kengê Kurdistan wê aza be,

Erdê kurdên şervanên jîr, zanan be

Lêxin birano, lêxin, Roja Sor bilind e,

 Kurdistana aza, çiqas xweş û rind e

Eva dinya bê Kurdistan xalîye,

Îro roja şere, tune çare ye,

Rabin lêxin, dijmin ser me barîye,

Derdên kurdan xemên gele salîye

Bese binal dilbirîno, Kurdistan

Ji xûna bilbil tu sor bûyî gulistan,

Ey, kurdno, mertalê me yekitiye

Riya azayê îro Pêşmergetiye “

https://www.youtube.com/watch?v=luzNHQOQm5k&lc=UgzNEOESDBcY6TUDmOR4AaABAg

Keda bêdawî û berhemên dewlemend

Jiyaneke tije û têr ked û berhem a Keremê Anqosî hebû. Berhemên wî nasnameya kesayetiya wî a Kurdistanî ne.

Bi kurtî karnameya jiyana wî wiha ye:

– Bi koka xwe ji kurdên herêma Wanê li bakurê Kurdistanê ne ku li pey bayê reş yê ferman û jenosêdên salên 1915-1918‘an kalkê wî ji wir direve û xwe li Tiflîsê digire.

– Di 10 Cotmeha sala 1937‘an de di nava malbateke kurdên êzdî de li Tiblîsê ji dayik bûye.

– Sala 1956‘an ji ber ku tim di xwendinê de dikeve rêza yekemîn û heza wî ji dersxwendinê re bêdawî ye li dibistana navendî “mîdaliya Zêrîn” pêşkêşî wî dikin.

– Ew kesê yekê bû ku bi îsrar û bêrawestan xebitî ku saziyên kurdan li Gurcistanê jî hebin. Wiha bû ku bo yekemîn car li sala 1987‘an bû hîmdar û danerê beşê kurdî li radyoya Gurcistanê. Çiqas ku astengî li ber wî datanîn, lê ew nedisekinî û bi rêya yasayên Partiya Komonîsta Soveyetê bi bîra rayedarên dewleta Gurcistanê dianî ku kêmnetewên millî-olî jî xwedî hinek mafên xwe yên taybetî ne.

– Mamosta Anqosî endamê yekîtiya rojnamevanên Gurjistanê bû û di nava civata rewşenbîrên wî welatî de xwedî rêz û hurmeteke mezin bû.

– Sala 1999‘an yekemîn rojnameya kurdî a bi navê GILAVÊJ dide weşandin û têde mijarên wêjeyî, hunerî û dîrokî diweşandin. Wî karî  bi rêya wê rojnamê gelek kesên xwedî şiyan di warê nivîsîna bi zimanê kurdî li dora xwe kom bike. Radiyo û rojname bûne sedem ku Gurc jî bêtir dîrok û çanda Kurdan nas bikin û weke salên berê bi çavekî kêm li Kurdan nenêrin.

– Mamosta Kerem salên dirêj xebitî û dawiyê karî ferhenga KURDÎ-GURCÎ bi du zimanan belav bike. Ev pêngav bû sedem ku senga wî a zimannasiyê jî di nava zimannas û lêkolînvanên Gurc û Rus de jî girantir bibe. Ji xeynî wê ew xwediyê zêdetir ji 20 pirtûkên baş di mijarên ziman, çand, ola êzdiyatiyê û folklora kurdî a dewlemend de ye.

– Ew ji xeynî nivîskariyê xwedî dengekî xweş jî bû. Kesek bû ku ji xeynî hunera kurdî haydarî rewşa muzîka cihanê jî bû. Tevî Qadir Dîlan dibe nas û bi hevre hinek çalakiyên hunerî jî dikin. Di 1975‘an de li ser xatra kar û keda hunermend û kompozîtorê navdar Qadir Dîlan komeke hunerî a li jêr navê Dîlan çêdike û ji xeynî stranê kar û xebatên ji bo lîstin û nasandina govendên kurdî jî dike.

– Di temenê 26 saliyê de zewicî û bû xwedîyê du keçan ku ew jî di warê spor û ziman de kesên şareza ne. Mamosta Anqosî di hemû temenê xwe yên biqasî 82 salan de jiyana xwe li payetexta Gurcistan -Tiblîsê- derbas kir û bi qasî ku karî di salên dawiya jiyanê de jî bê rawestan dixebitî û xweziyên wî ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bêdawî bûn. Ew mamostayê zimanê kurdî bû û li ser karê perwerdekirina ciwan û xebatên çandî û zimanî kar dikir.

Cara dawiyê ku ez bi rêya telefonê pêre axivîm wiha got: ” Min gelek caran gotiye û ji te re jî dibêjim: “Xeyala min ya herî mezin ew e ku ez heya nemirime û saxim Kurdistana yekgirtî , azad û serbixwe bibînim. Gelek kes bi vê xweziyê çûne lê ez dizanim ku îlah em ê rojekê biser bikevin. Mixabin di hemû salên jiyana xwe de min têr û pir Kurdistan nedît û xweliya wê hembêz nekir.”

Dikarî Biecibînî