Rûsya dixwaze li Iraqê jî hebe

Rûsya bi rêya peymanên aborî, sanayî û bazirganî ve dixwaze hebûna xwe mîna Sûriyeyê di Iraqê de jî bide hîskirin. Di vê mijarê de peymanên di navbera şîrketên rûs û iraqî de hatine îmzekirin wek tê xwestin nikarin kar bikin.

Ji bo di vê mijarê de hin hevdîtinan pêk bîne dihat payin ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di nava vê hefteyê de serdana Bexda û Hewlerê bikira. Lê ji ber rewşa ewlekariyê ya bi xwepêşandanên li Bexda, Necef û Nasiriyê derketiye belavî tevahiya welat bûye ev serdan ji bo demek kurt hat taloqkirin.

Ev serdana ku ji bo tekîliyên bazirganî yê di navbera herdû welata pir bi wate tê dîtin di vê hefteya pêşiya me de wê pêk were. Lê tişta ku vê hevdîtinê wisa girîng û baldar dike çi ye?

Di 18’ê îlona 2017’an de di wê demê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê aboriyê yê Iraqê Xoşyar Zebarî li bajare Soçî bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hin berpirsê şîrketên petrolê hefdîtinek pêk anîn. Di vê hevdîtinê de peyman hat îmzakirin ku wê şîrketên Rûsyayê bi pêşengiya Rosneftê de li herêma Kurdistanê xebatên lêgerîna û derxistina petrolê bidin meşandin. Di wê demê de ev peyman hem di aliyê Rûsya de him jî di aliyê hikûmeta herêmê de wek serkeftinekê dihat dîtin. Lê bi demê re projeyên ku wek serkeftinê dihatin dîtin hemû pûç û vala derketin.

Li gor peymanê pêwîstbû ku şîrketên Rûs Kerkûk jî di nav de li herêma Kurdistanê xebatên xwe bidana meşandin. Lê ji ber ku nerehetiyên hin şîrketên mezin yên navneteweyî tu carî şîrketên rûs li herêmê wek dihat xwestin xebat nedan meşandin. Ev jî bi demê re astengî li pêşiya peymanên di navbera herdû aliyan de hatibû îmzekirin dida avakirin.

Piştî pêvajoya referandûma herêma Kurdistanê hikûmeta navendî ya Iraqê peymanên ku di derbarê petrolê ku bêyî wan hatine îmzekirin hemû betal kirin. Lewma bi demê re derfetên xebatkirina şîrketên Rûs jî ji holê rabû. Şîrketên mîna Lukoîl û Tatneft yên ku di bin navê Rosneft de li herêmê xebat didan meşandin hatin girtin. Peymanên ku di navbera aliyan de hatibû îmzekirin betal bûn. Li herêma Kerkûkê li şûna şîrketên rûs şîrketên Îngîlîz dest bi xebatê kirin. Bêgûman ev ji bo Rûsya li herêmê planên xwe pêk bîne pêşketinek ne baş bû.

Bi van pêşveçûnan ve girêdayî Rûsyayê jî ji bo herêma Kurdistanê hin biryar girt. Di serî de nûnertiya başûrê Kurdistanê ya Moskowa da girtin. Tekîliyên dîplomatîk daxist asta herî jêr. Ji bo şîrketên herêma başûrê Kurdistanê yên li Rûsyayê kar dikin şertên xwe giran kirin. Ev pêkanînên ku ji hêla aliyê rûs ve hatin kirin ji bo rêvebiriya herêma Başûr di asta hişyariyê de tê nirxandin.

Bi van pêşketinan ve girêdayî çûyîna Lavrov ya Bexdayê û Hewlêrê girîng tê dîtin. Wê Lavrov despêkê serdana Bexda bike. Di vê serdanê de wê Wezîrê Rûs hewil bide ku stratejiya xwe ya dixwest bi hikûmeta herêma Kurdistanê ve pêk bîne, li şûna wê bixwaze bi hikûmeta navendî ya Iraqe ve vê stratejiya xwe têxe meriyetê. Lewma ev serdana Lavrov ji bo têkîliyên di navbera herdû welatan de pir girîng tê dîtin.

Her wiha bi serdana Hewlêrê jî aliyê rûs wê ji nûnerê Başûr bixwaze ku ew xwedî li sozê xwe derkevin. Bi vê ve wê armanc avakirina zextekî siyasî û aboriye. Di vê rewşa ku rêveberiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ewqas tengav bûye wê nikaribin li hemberî zextên Rûsyayê jî li ber xwe bide. Lewma bi demê re dibe ku Rûsya bi hin plan û projeyên cûda jî xwe nêzî vê herêmê bike.

Aliyê rûs di ferqê de ku ger xwe li herêmê bi temamî bicîh neke wê nikaribe li Sûriyeyê jî demdirêj bimîne. Lewma armanc ew e ku bi peyman û tekîliyên cûda ve hebûna xwe li herêmê xurt bike. Ji bo wê jî wê bixwaze bi tekîliyên aborî, sanayî û bazirganî ve, ne li Iraqê û herêma Kurdistanê tenê, xwe li hemû herêmê bicîh bike. Têkîliyên bi Tirkiyeyê re hatine pêş xistin jî ne derveyî vê planên ne.

Sergey Lavrov dê hefteya pêşiya me sernada Iraqê bike. Wisa diyare ku di vê serdanê de wê rengê siyaseta Rûsyayê diyar bibe. Lê pêwîste mirov li benda pêşketinên mezin jî nebe.

 

Dikarî Biecibînî