Hebûn û nebûna me di destê me de ye

Gotina dawî di serî de bejim. Şer û êrîşên li hemberî kurdan tenê helwesta Tirkiyeyê, tenê polîtikaya AKP û MHPê nîne. AKP û MHP di vê warê de hatine peyvirdarkirin. Ew namzetiya, “Vê şerê herî baş û serkeftî em dikarin bi pêşve bibin” dikin. Şerê li hemberî kurdan şerê pergalê ye, şerê hêzên navneteweyî ye.

Kurd sed sal ewil di encama vê şerê de bêstatû hatin hîştin. Welatê kurdan hate parçekirin. Berxwedana gelê kurd pergala Rojhilata Navîn ya 100 salan guherand. Kurd êdî dengeyên cîhanê dihejîn in. Pergal dixwaze emrê xwe dirêj bike û pergala Rojhilata Navîn ya heyî bidomîne. Lê astenga herî mezin hebûna têkoşîn û xeta siyasî ya Kurdan e.

Ewil xwestin ku vê xetê islah bikin. Xwestin kurdan ji riya xwe vegerîn in û bikin parçeyek pergala modernîst. Bi dehan car Amerîkayê bi aweyek eşkere ji kurdên Suriyeyê xwest ku ji xeta tevgera azadiyê dûrkevin.

Îro di encama geşedanên derketine holê de hin derdor dibêjin Amerîkayê kurdan firot, îxanetê li kurdan kir. Wekî ku Amerîka parêzvanê gelê kurd be. Wekî ku sedema bêstatûbuna kurdan ya sed salan hêzên navneteweyî û emperyalîst nînbin tevdigerin. Dewletên navneteweyî tû caran nebûn dost û hevalbendên kurdan. Îro 21’emîn salvegera qomploya navneteweyî ye. Serkêşiya vê komployê Amerîkayê kir. Rusya, Ewropa parçeyek vê komployê bûn. Îro şerê ku tê xwestin li hemberî kurdan bê meşandin berdewama vê qomployê ye.

Dema ku Erdogan derket û di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de nexşeya dagirkirina Rojava nîşan da wê demê pêvajoya êrişên li hemberî Rojava bi aweyek fermî destpêkir.  Trump jî di encama vê yekê de rê da vê êrişê.

Lê di vê demsalê de helwesta gelên cîhanê guherî. Bi qasê dewlet ji bo mayîndebûna pergalê çiqas neyartiya kurdan dikin gelên cihanê jî di encama têkoşîna kurdan de ewqas heyranên kurdan in. Carna ev helwestên gelên cihanê li ser dewletên wan jî bandor dike. Di mijara dawîn de jî li dijî helwesta Trump ya pêşîlêvekirina êrişên li hemberî kurdan bertêkên mezin derketin holê. Hema hema raya giştî ya Amerîka ji sedî 70 li hemberî vê biryarê derket. Trump li gel vê bertêkê niha riya guherandina helwesta xwe digere.

Lê mesele di serî de hebûn û nebûna gelê kurd e. Ger ku kurd bi ruhê neteweyî, nikarin bi qasî raya giştî ya Amerîkayê li dijî vê dagirkeriyê derkevin ev rûreşiyek mezin e. Tenê kurd dikarin xwe bi parêz in. Kurdan di berxwedana Kobanê de vê yekê nîşan dan. Hebûna dostan girîng e lê dawiya dawî de azadî jî koletî jî di destê me de ye.

Dikarî Biecibînî