aram

Plangeriya navdewletî dewam dike

Em bînin bîra xwe, komploya navdewletî, di 9’ê Cotmeha 1988’an de despêkiribû.

Piştî 21 salan, di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dîsa pir aşkere hat xuyakirin ku ew komplogeriya navdewletî hîn dawî lê nehatiye û bênavber dom dike.

Her wiha pêşangtiya vê siyaseta qirker û dagirker, dîsa dewleta tirkan dikişîne. Bi tenê rêberiya wê hatiye guhertin; ev bû 17 sal, pêşangê vê plangeriya rûreş û dijî mirovahiyê Receb Tayib Erdogan e. Belê dikare were gotin, ev dîktatorê faşîst, ji hemû hempîşeyên berî xwe yên ev kar û kiryarên qirkirinê didan meşandin, hostatir e.

Yek ji van hunerên wî yên van rojên dawiyê jî ev bû ku berî çend rojan, di civîna 74’an a giştî ya sazûmana Yekîtiya Dewletan de ya li New Yorkê pêk hat, li ber çavên hemû sergirdeyên 193 dewletên cîhanê, plan û projeya xwe ya qirikirina ku ew ê li ser kurdan pêk bîne, bi taybetî li Rojava, bi berfirehî şîrove kir û bi zimanê xwe yê qebedayîtî pêşkêş kir.

Yek kesî ji van nûnerên dewletan, ranebû û nerazîbûna xwe nîşan neda û rexneyek biçûk jî li ser vê plana wehşeta li ser kurdan nedan xuyakirin. R.Erdogan, objektif ji vê civînê destûr stand û her wiha ceger jî wergirt û piştî civînê hema 11-12 rojan, di 9 Cotmehê de êrîşek mezin ajot ser destkeftiyên şoreşa Rojava. Di êvara vê rojê de, wexta ku min ev nivîs dinivîsî, bi bombebaranên firokeyên cengê û bi topên med dirêj, ji Sêmalka heta Kobanê êrîşên xwe didomand. Ji şervan û gundiyan li dor deh kesan şehîd û birîndar hebûn.

Li ser van êrîşên xedar, wijdanê raya giştî cîhanê hinekî dengê xwe bilind kir, weke dema dagirkirina Efrînê bêdeng nema. Bêgûman ên ku herî bi dil û can li dijî vê êrîşa qirker û dagirker dengê xwe û rengê xwe û ruhê xwe xiste meydanê gelê me û Tevgera wê ya Azadiyê bû. Her wiha di dema êrîşê de jî, bersîvek bi rûmet; him ji aliyê girseya gel ve û him ji aliyê hêzên çekdar ên QSD ve hat dayîn.

Piştî van helwestên hêja û  bi rûmet ên xwecihî û yên derve yên raya  giştî ya cîhanî, dewletan yek bi yek li pey hev; bi şermokî be jî gotin “em li dijî vê êrîşa R.Erdogan in”! Wisa lê hat, ew dewletên ku li himber proje û gefên R.Erdogan deng dernexistin an jî hinekan ji wan; weke Rusya û Îranê, R.Erdogan daf didan ji bo ku êrîşî Rojava bike jî, mecbûr man ku ew jî bêjin “em li dijî destewerdana Dewleta Tirk ya li dijî Rojava ne!

Niha hema hema yek dewletek bi tenê jî, nabêje “ev destewerdan mafdar e” an jî nema karin li vê êrîşa qirkir xwedî derkevin.

Bêguman herkes zane û helbet ji herkesî bêhtir êdî Kurd baştir zane ku ev êrîş an jî ev êrîşkariya R.T.Erdogan bi giştî, ne bêyî raya navdewletî ye. Ji xwe hilwesta hemû dewletan di Civîna Giştî ya Navdewletî de hat diyarkirin. Lê bi taybetî dewleta R.Erdogan, bêyî icaza/destûra Amerîka û Rûsyayê, ne 5 km an 30 km, belê bi tenê nikare 1 metrê jî sînorê Rojava(an Sûriyeyê) derbas bike.

Ez bawer dikim, li gel zerar û ziyana mezin, di vê destwerdana dijminane de destkeftiyên hêja jî hene ji bo gelên Rojava:

Berî her tiştî, doza gelê Kurd weke mijara yekemîn, cara ewil e ku kete rojeva hemû dewletên cîhanê. Ya herî bi rûmet û bi qîmet jî, dîsa cara yekemîne; belê bi temamî pozîtîf(bi başî) kete mijara sereke ya raya giştî cîhanî.

Dibe ku ji vana giringtir jî ev be ku: gelê kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê û herêmê, rastiya cewherî ya pergala xwe ya ku li ser felsefeya Rêber APO hatiye damezrandin baştir nas kirin û bêhtir ji vê jiyana azad hez kirin. Her wiha sedemên dewamkirina plangeriya navdewletî jî baştir naskirin. Lewma niha ji berê bêtir, baweriya xwe bi hêza xwe ya cewherî tînin ne bi dewletên biyanî û li ser vê bingehê rabûne berxwedana serdemê û bi hev re deskeftiyên xwe yên rûmetê diparêzîn.

Serkeftin ew ê her a gelê me be!

Binkeftin her para komplogeran e!

Dikarî Biecibînî