Şerê Rojava û doza mirovahiyê!

Bi derbasbûna tenê çend rojên şerê dagîrkeriyê li dijî rojavayê Kurdistanê dîsa gelek rastiyên nedîtî û veşartî eşkere bûn. Hovîtiyên dewleta Tirkiyê û komên alîgirên wan li Sûriyê bêsinor in. Dema ku di dirêjahiya çend sal ji temenê sîstema demokratîk li Rojava heta yek gule jî li dijî rejîma totalîter a Tirkiyê nehatiye teqandin. Êdî em baş bi vê rastiyê dihesin ku pirsgirêka Tirkiyê bi îdiayên Rojava re ye ne bi çek û şerê wan re.

Sîstemek li wê herêma biçûk çêbûye ku berevajî dewleta Tirkiyê qîmetê dide nirx û rûmetên mirovahiyê. Nasnameya komên etnîkî înkar nake. Rêzê li pirensîpên demokrasiyê digire û jiyaneke tije aştî li wira peyda kiriye. Pirsgirêka Erdogan û hevalbendên wî yên dîktator ev e ne tiştekî din e.

Kiryarên çeteyên Erdogan li dijî sivîlan, kuştina zarok û mezinan baştir ji her carê armancên wan radixin ber çavan. “Kaniya Aştiyê” ev e? Ma li wir aştî tunebû? Ma li Rojava şer hebû ku Erdogan bixwaze meremetê ji koma gelên wir re bike? Îcar ev navê bêwate û dûr ji rastiyên bîr û kiryarên dewleta dagîrker tê çi wateyê! Gelo raya giştî a kurd û cihanê ewqas apolîtîkin ku bi van navên sexte bêne xapandin?!

Rojava îro bêtir ji salên berê bûye dilê hemû Kurdistanê. Hevsoziyek bêmînak di nava me da afirandiye. Raya giştî a cihanê zêdetir ji her carê bala xwe dane ser doza kurd. Baweriyeke mezin a navxweyî û nêzîkbûneke kêmmînak di nava kurdan de hatiye duristkirin. Di nava şervanên Rojava de yeksanî û bêferq-cudatî a cinsiyetê bi eşkerahî xûya ye. Xala ku çeteyên selefî pir jê ditirsin jî ev e.

Şervanên Rojava hêz û wêrekiyeke mezin pêşkêşî me kiriye. Di qada siyasetê de û xwendina mercên siyasî de dîsa birêveberên Rojava jêhatîbûna xwe îspat kirin. Trum ji koşika Spî telefonî serleşkerê HSD’ê Mazlum Kobanî dike û piştre bi Erdogan re jî diaxive. Yanî bawerî bi aliyê Kurd zêdetire heya aliyên tirk ku hevalbendên Amerîka û sedan welatên din yên cihanê ne. Siyasetedarên Kurd li Rojava di nava deryaya siyaseta herêmî û cihanî bêrawestan dixebitin ku rêyeke çareseriyê ji doza Kurd re peyda bikin. Yanî karê xwe heya îro baş encamdane û berdewamin ku canê milyonan mirovên sivîl ji bayê kuştinê bi destê dîktatoran xelas bikin. Belkî di vê navê de hinek tişt di pilanên wan de hebûne ku nekarîne bigihînin encamê, lê sedema vê yekê jî ewe ku ew kar jî li derveyî hêza wan bûne.

Di vê yekê de rêberên Rojava bêsûc in.Hêvî û heza milyonên mirovên azadîxwaz li Rojava ye û dilê herkesî li wira ye.Tu guman têde nîne ku azmûnên doza Rojava ên berxwedanê hemû sînorên neteweyî derbas kirine û yê ji 50 milyon mirovên bêdewlet re gelek destkeftên mezin bixwe re bîne.Şoreşa Rojava keç û xortên kurd weke sembolên azadîxwazî, berxwedêrî û wêrekîyê bi hemû cihanê dane nasandin. Di qada siyasî de heya niha kurd aliyê serkeftî bûne û cîhan tev li dijî siyaseta Erdogan e.

Ev destkeftên giranbûha xwedî nextekî giranin ku ew xwîna hezaran kesane ku weke me ji jiyanê hez dikirin.

Di Rojhilata Navîn de du faktorên “ dewletê û gel” li dijî hevin û berevajî welatên demokratîk zêde bihev re kar nakin. Dewletê îmkanên şerkirinê li dijî doza demokasiyê hene û gel jî xwedî hêzeke mezin û meşrû in. Ji vana kîjan biser bikeve yê ji salên dirêj re qedera miletan jî bixwe re diyar bike.

Ez di wê baweriyê de me ku hêza gel li dijî dîktatoran yê biser bikeve.Ked û xebata kurdan li Rojava ji niha de gihaye armancên xwe ên pîroz.Di şerê li dijî Rojava de Erdogan kete nava betaxa ku bi destê xwe kolandiye. Ger wî di destpêkê de bizanîbûya ku yê wiha rastî berxwedana şervanên kurd bê, yê dest ji lec û ehmeqiyên xwe berdaba û nedikete nava qada agirê bêaqiliyên xwe.

Pirotestoyên bêrawestan, hemdiliya raya giştî a cîhanê û yekdengiya hemû çînên civaka Kurdistanê tevî dorpêçên aborî êdî çi rê li ber dîktatorê Enqerê nehiştine.

Bêdengiya bakur û hezar pirsên bêbersiv!!

Di vê rewşa giran û diyarkirina qedera sedan salan de bêdengiya bakur tê çi wateyê?

25-30 milyon insan û bêdegî??!! Sedema vî derdê kujer çiye gelo?!

Van rojan ev pirsên jor pir têne kirin û pirsîn. Çaveranî ji kurdên bakur pir zêde ne, lê tirsa ku ketiye xwîn û riha wan jî ji zulma dîktatorên ji cinsê Hîtlet û Neron tê. Belkî bi rêyeke siyasî careke din oqyanûsa bakur rabe ser piyan û bêtir ji salên berê xwedîtiyê li doza xwe bikin.

 

Nameya şervanekî ji Serêkaniyê

Van rojan wijdan ketine liv û lebatê ka dikarin çi bikin. Şervanekî ji eniya şerê Rojava wiha nivîsîye:” Kesên ku niha li mala xwe rûniştîne û ranabin ser piyan dê sibe çawa li rûwê miletê xwe binêrin ? Çawa nan bixwin ?Sibe ji zarokên xwe re yê çibêjin ? Çawa ewê bijîn ? Çawa ewê bêjin em kurd in, em însan in ?

Ez şervan Baran ji erdê Serêkaniyê vê nameya xwe dişînim. Tenê  çeka min di destê min de ye û bi çeka xwe şer dikim û xaka xwe diparêzim…”

…..

Trump û naskirina kurdan

Êdî di van rojên tije şer û malwêranî de hîn bûn ku Trump jî dizane ku 200 sale şerê kurdan yê ji bo serxwebûnê heye.

Ji hêla din jî bi gotinên wiha re êdî sewiya têgehiştin û rewşenbîriya sîyasî di nava kurdan de bi kiryarên hovane ên rejîma dagîrkera Tirkiyê pêşdetir diçe.Raya giştî a cihanê û azadîxwazên ku êdî baş doza Rojava dinasin li kêleka kurdan in.Li dijî AKP û Erdoganê dîn û harê otorîtêheta pîrên 100 salî û zarokên şîrxwar jî mandî bûne. Hêza gel dikare di tax û şeqamên bajarê mezin de tirseke tije lerzîn bêxe dilê dîktatorê Enqerê. Vê carê zêdetir ji salên berê em vê hêza mezin dibînin.

Dorpêçên aborî li ser Tirkiyê encama serhildan, mîtîng û bêgumanehmeqî û têhnatiya Erdogan ji otorîte û mijûlkirina raya giştî ya nava sînorên Tirkiyê ye. Ew ji hişiyariya civakê ditisre û bi van kiryarên wiha re dixwaze dijberên nava partiya xwe û partiyên din yên li dijî siyaseta xwe jî bitirsîne.

Hêrîşên ku li dervey hiqûqa navneteweyî li dijî kurdan çêbûne, gelo yê rojekê Erdogan bikişîne salona mehkemeyeke adilane?

 

Şehîd û birîndarên şerê li dijî DAIŞ’ê

11.000 şehîd û 20.000 birîndar ji şervanên Rojavayê Kurdistanê, Kobanê wêran bû û Efrîn hate dagîrkirin.

2000 şehîd + 11.000 birîndar ji pêşmergeyên başûrê Kurdistanê, Kerkûk hate firotin û refrandum biser neket.

Li hemberî ewqas şehîd, xwîn û xisarên bêdawî Trump jî behsa dollarên xwe dike.!!

Dema bersiva van pirsên komîk serokê welatekî weke Amerîka nebîne, êdî xûya dibe ku tacir û bazirgan nikarin karê siyasetê bikin.

Gelo divê çiqas mirov li Rojava bêne kuştin ku “Trumpê bazirgan” li dijî Tirkiyê pêngavekê bike? Êdî piştî ewqas kuştin, malwêranî û der bi derî dixwaze çi bike?! Gelo kîjan peyv têr dikin ku mirov li dijî siyasetmedarên wiha bikar bîne: Bêşermî? Bêexlaqî?!!

Gelo ew nizanin ka Neu Osmanîsim çiye û yên ku li kêleka artêşa Tirkiyê şerê Rojava dikin ji gora tarî a Exwan El-Muslimîn derketine? Artêşa Azad bi xwîna Kurdan têhnî û xwedî karnameyeke tije hovîtî û binpêkirina yasayên li dijî mafên microvan e, Li kêleka wan komên çeteyên Sultan Murad, koma Hemze ku piraniya endamên wan endamên DAIŞ’ê ne, koma Şam ku hemen Exwan El-Muslimîn in, koma Nuredîn Zengî, koma Ehrar Şam ku ji çar komên cihadî pêk hatine. Ew selefî û pir radîkal û li dijî hebûna kurdan in. Koma Siqor El-Cebel, koma Cebhet Şamiye ku ji çend komên selefî pêk hatine û komeke din binavê Spah El-Nesir.

Trump û siyaseta tîma wî bûne sedem ku êdî baweriya bi wan hêzan kêm bibe û di nava kurdan de jî piştî heşt caran xiyaneta li dijî doza wan êdî qet û qet pişta xwe bi wan germ nakin.

Erdogan jî weke Sedam Husênê tirsonek ber bi dawiya jiyana xwe ve diçe.

 

Dikarî Biecibînî