Bi xwîna kurdan tirkan terbiye dikin

Dema li Sûriyeyê şerê navxweyî destpêkir Tirkiye bi awayekî aktîf piştgiriya El-Qaîde; Amerîka jî piştgiriya çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê dikir. Hem Tirkiye hem jî Amerîka bi van komên çete re dixwestin herêmê ji xwe re vekin û bibin xwedî bandor. Lê ev komên çete li hemû eniyên ku li hemberî kurdan şer kirin, winda kirin. Ev binketin bandora wan a li herêmê jî bi awayekî cîdî bandor kir.

Li qadê dema şerê çekdarî bi hemû girîngiya xwe ve berdewam dikir, bi pêşengiya Netewên Yekbûyî (NY) ve ji bo li Sûriyeyê pirsgirêka heyî bi rêya dialogê bê çareserkirin civînên Cenevreyê hatin lidarxistin. Bêgûman ji derveyî kurdan hemû aliyên ku di erdnîgariya Sûriyeyê de şer an jî siyaset didin meşandin di vê civînê de hebû. Ev civînên ku bi pêşengiya Amerîka û NY’yê ve dihat derbaskirin bi tu awayî kurd wek aliyekî nedît. Di 7 civînên ku hatin li darxistin de ji ber ku kurd beşdar nebibûn ji bo çareseriya krîza heyî rêyek çareseriyê nehat dîtin. Amerîka di qada şer de bi kurdan re di nav hevkariyekê de kar dikir lê, ji bo di qada navnetewî de nûnerê kurd di civîn û konferansan de cih negrin jî xwedî rolek diyarkerbû. Amerîka ev yek jî bi hinceta “Tirkiye bi beşdariya we nerehete, ger hûn beşdar bibin wê krîz derkeve” ne dihîşt kurd di qada siyasî de bibin xwedî îrade. Ji bo dilê kurdan xweş bibin û wan bixwpînin di demên ne pêwîst de nûnerên wan dibirin Amerîka û welatên Ewropa, di restoran û lobiyên otelan de bi wan re hevdîtin pêk dianîn. Ev hevdîtinên ku li van cihên ne li gor prensîbên siyasî hatin derbaskirin jî, ji bo xapandin û mijûlkirina kurdan bû. Di van hevdîtinan de ji kurdan re hat gotin ku; “bêyî wan negengaz e ku li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve.” Hêzên ji kurda re ev gotin digotin, ji bo li herêmê bandora kurda bişikînin jî di nav hewldanên qirêj de bûn.

Li qadê Rûsyayê jî mîna Amerîka û hêzên koalîsyonê tevdiheriya. Her çiqas ev alîgirê rejîmê be jî, ji bo li herêmê statûyekê ji xwe re ava bike hemû hêza xwe bikar anî. Rûsya bi Tirkiye, Îran re civînên Astanayê dan despêkirin. Di van civînan de jî ji derveyî kurdan dîsa herkes hebû. Dewleta tirk bi çeteyên xwe û hin kurdên xayîn re di vê civînê de jî bibû hinceta ku kurd beşdarî civînê nebin.

Piştî pêvajoya Kobanê rewşa herêmê hat guhertin. Welatek li ber çavê hemû cîhanê di navbera Rûsya û Amerîkayê de hat perçekirin. Cara yekem e ku Amerîka û Rûsya di herêmekê de hevkariyek wisa ji nêz bi hev re dan meşandin.

Hemû hêzên ku ji bo li herêmê bandora kurdan bişikînin hatibûn avakirin li ber berxwedan û têkoşîna HSD, YPG û YPJ’ê li ber xwe nedan û têk çûn. Têkçûn û binketina van komên terorîst plan û projeyên dewletên mezin jî vala derdixist. Ji ber ku dewleta faşîst a tirk van komên çete perwerde û têr dike binketina wan jî li ser wê hat hesibandin. Lewma binketina van komên çete wek binketina dewleta tirk di qada navnetewî de hat şîrovekirin.

Amerîka û Rûsya ji bo dilê Tirkiyeyê bigirin hiştin ku Tirkiye Cerablûs dagir bike. Ev hêzên ku çavê xwe ji dagirkirina Cerablûsê re girtin di heman demê de ketin nav hewildanên ku bi kurdan re jî têkîliyên xwe xweş bikin. Lê bi vê ve ji bo kurdan dixwestin bêjin ku; “yan hûnê wek me tevbigerin an jî tirk mîna Cerablûs wê hemû cihên ku hûn tê de ne dagir bike” lewma dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablûsê destpêka têhdîtên li ser kurdan e.

Ji bo Tirkiye li hember şervakên kurd binketiye dagirkirina Cerablûsê xelatek bû. Lê, di van 4 çar salên derbasbûyî de Tirkiye komên çete yên mîna El-Nusra, DAIŞ û ASA li vê herêmê bi cih kir û wan perwerde kir. Ev komên çete yên bi Tirkiyeyê re hatin girêdan êdî li gor daxwaza Tirkiyeyê tevdigeriyan. Li gor wan Amerîka û Rûsya alîgirê kurdan ne. Lê di rastiyê de ne kurd bûn dostê Amerîka û Rûsyayê û ne jî Amerîka û Rûsya ji bo kurdan tiştek kir. Herdu alî jî di vê rewşa qaosê de xwestin ji xwe re derfeta ava bikin. Lê di vir de yên hatin xapandin û tenê hatin hiştin kurd bûn.

Dewleta tirk ji ber ku tekîliyên Amerîka û Rûsyayê bi kurdan re pêş dikeve nerehet bû. Piştî komên çete li xwe hewandine tirk êdî dest bi tehdîda kir. Destpêkê Rûsya li hemberî tehdîtên Tirkiyeyê serê xwe tewand û hişt ku dewleta dagirker bi piştgiriya komên çete re di  20’ê Çileya 2018’an de Efrînê dagir bike.

Piştî dagirkirina Efrînê tirk serxweve çûn û dest bi tehdîdên hîn meztir kirin. Li herêma Efrînê bi piştgiriya dewleta tirk ve DAIŞ û El-Nusra xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Bi nav û kincên cûda xwe ji nû ve avakirin. Ev komên terorîst Tirkiye wek şantajekê dan bikaranîn.

Statûya ku ji destpêka şerê ku li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê hatibû dayîn rewşa niha ya tê jiyîn ji hev pir cûda ye. Êdî li ser navê komên çete dewleta dagirke a tirk bi xwe daketiya qada şer û şer dide meşandin. Dewlata tirk bi hêza ku ji NATO û derfetên NATO’yê bi dest xistiye ve alîkariyê dide komê çete. Ev komên çete yên di destê Tirkiyeyê de hene ji bo hemû welatên cîran tehdîdekê ava dike.

Ji bo tehdîdên û şantajê tirkan kêm bikin di serî de Amerîka û Rûsya hêzên navnetewî hiştin ku dewleta dagirker di 9’ê Cotmehê de êrîşî rojavayê Kurdistanê bike. Ji ber ku hêzên navnetewî jî baş dizanin ku ew dikarin bi kurdan Tirkiyeyê terbikin. Lê ne bi kurdên azad. Bi xwîna kurdan dixwazin Tirkiyeyê terbikin.

Şerê ku li Rojava tê meşandin ji bo kurdan pîroz e. Di heman demê de, dê ev şer bibe şerê ku gelê kurd di qada navnetewî de bibin xwedî statû. Lewma pêwîst e hemû gelê kurd ê alîgirê azadiyê di vî şerî de li hemberî zordestî û zilma tirkan xwedî helwest bin.

Dikarî Biecibînî