Ev şer bi kê dide windakirin?

 

Ji bo pêşveçûnên li Rojava û bakurê Sûriyeyê pêş dikevin, mirov dikare di çend mijaran de rewşa heyî binirxîne.

Di destpêkê de li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Girêspî û Serêkaniyê Rûsya yek ji hêzên herî bêdeng bû. Pêşveçûnên ku bi demê re hatin jiyandin hişt ku Rûsya ji Tirkiyeyê re beje ‘ Em hebûna Tirkiyeyê ya leşkeri li vê herêmê naxwazin. Lewma pêwîst e hûn paş ve bikêşin.’ Bêguman Rûsya ev yek bi Esad da gotin. Rûsya bi vê peyemê da hemû hêzên ku di Sûriyeyê de xwedî hebûna leşkerî ne jî. Rûsya ji bo gotina xwe li erdê nexe jî ev mijar di hevdîtina ku di navbera Erdogan û Pûtîn de hat derbaskirin de nanî rojevê. Yanî ji milekî ve Rûsya hîn li ser vê gotina xwe ye.

Di rewşa heyî de di serî de Tirkiye û hin hêzên din dixwazin li Girêspî û Serêkaniyê rewşa heyî bê parastin. Lê ev rewş ji hêla kurdan, rejîm û hêzên navnetewî yên ku li herêmê xwedî bandor in nayê qebûlkirin. Lewma wisa xuyaye ku wê bi demê re li vê herêmê pêşveçûnên cûda jî bên jiyîn. Lê ev pêşveçûnên ku wê bên jiyîn di garantoriya kîjan hêzî de wê pêş bikeve hîn ne diyar e.

Beriya niha jî Tirkiye herêmê mîna Til Rifat û Mimbicê yên ku di bin kontrola hêzên kurd de ne bi zimanekî tund tehdît dikir û got; ‘pêwîst e YPG hêzên xwe ji van herêman bikişîne’ her çiqas YPG bi fermî gotibe ‘hêzên me li van herêma nîne’ jî dewleta tirk ji bo êrêşîn xwe meşrû bike ji xwe re dixwest hincetan ava bike. Dema dît li van herdû herêma nikare tişta ku dixwaze bi dest bixe berê xwe da cihê mîna Girêspî û Serêkaniyê. Di vir de jî mirov dikare niyeta dewleta tirk a fesad û xayîn bibîne. Lewma dema mirov rewşa Til Rifat û Mimbicê tîne bîra xwe pirsa gelo ji bo Girêspî û Serêkaniyê jî wê heman formûl bê bikaranîn an na? tê bîra mirov. Bêgûman nêzîkatiyên hêzên navnetewî wê vê pirsê zelal bike.

Di peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye destnîşankirin ku li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de wê polîsên leşkerî yên rûs û artêşa Sûriyeyê bên bicihkirin. Ev xal jî bi serê xwe ji nirxandinek berfireh re vekiriye. Di vir de behsa YPG û meclisên leşkerî yên girêdayî meclisên bajaran nehatiye kirin. Lewma di vir de dibe ku di dema pêş de ev hêzên ku di herêmê de xwedî rolek diyarker in di çarçoveya entegreya artêşa Sûriyeyê de xwe ji nû ve birêxistin bikin û bi formûlên taybet li herêmê hebûna xwe biparêzin. Pêşveçûnek bi vî rengî wê ji bo Rûsya û rejîmê jî ne formûlek ku neyê nirxandin be. Ji ber ku li herêmê formûlekî derveyî îradeya HSD’ê pêş bikeve wê rewşa heyî xirabtir bike. Lewma ji bo li herêmê bi armanca pêşî li pêşveçûnên neyînî bê girtin şandeyek rûs li Qamişloyê bi rayedarên HSD û rejîmê re rûnişt. Armanca vê civîna ku di dema civîna Pûtîn û Erdogan a li Soçiyê derbasdibû, ger ji bo biryarên digirin derveyî îradeya hêzê herêmî nebe wê bi wate û girîng be. Na xwe ger ne wisa be wê demê civînên ku tên li darxistin jî wê di demdirêj de tu wateyên xwe nebin.

Di encama li hevhatina Tirkiye û Rûsyayê de li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê li hin cihan polîsên leşkerên rûs û hêzen rejîmê, li hin deveran jî leşkerên rûs û tirk wê bi hev re dewriye biavêjin. Ev mijara ku bi awayekî aşkera nehatiye zelalkirin di serê gelek kesan de pirsan ava dike. Gelo ev dewletên ku li herêmê wê bi hev re kar bikin, bi çi perspektîfê wê xebatên xwe domdar bikin. Ev dewriyê ji bo xebatên keşif û faaliyetên dijber wê kar bikin an na? Her çiqas hin alî dibêjin dê hebûna van dewriya sembolîk be jî, pêwîst e mirov vê mijarê bi awayekî berfireh binirxîne û analîz bike. Ger hêzên kurd jî hebûna van dewriyan sembolîk bibînin û wisa nêzî wan bibin wê têkevin nav kêmasiyek cidî. Ji ber bi van dewriyan ve armanc tê kirin ku xebatên hêzên kurd bi temamî sînordarkirin û bêbandor hiştine. Lewma pêwîst e mirov mekanîzmaya karkirina van dewriyeyan baş binirxîne û herêma ku dê lê xebat bidin meşandin jî baş analîz bike.

Bêgûman dewleta tirk bi demê re wê bixwaze hêzên di çarçoveya faaliyetên dewriyan de li herême dimînin bike hêzên operasyonê jî. Lê ji ber ku bi vê îhtîmala ku bi hêzên rejîmê re rû be rû bimîne jî heye. Lewma her çiqas ev wek îhtîmalekî biçûk jî bê dîtin pêwîst e mirov mijara dewriyan baş şîrove bike.

Mijarek din a girîng ew e ku di vê rewşa heyî de hêzên rûs, rejîm û kurd di çi astê de mûtabik mane ye. Ji ber ku di encama xalên li ser lihevhatin çêbûye îro ev hêz li hev dicivin û dixwazin pêşî li dagirkeriya dewleta tirk bigirin. Lê li gor min ji xalan zêdetir rewşa ku ev peyman li ser her sê aliyan ferz kiriye girîng e. Ji ber girîngiya rewşê dihêle ku her sê alî jî di hin mijaran de tawîzan bidin hev. Ji ber vê yekê ji bo mirov bikaribe analîzek baş bike pêwîst e mirov li benda daxuyaniyên rêvebiriya xweser û HSD’ê be.

Di encam de ev şerê hewildanên dagirkeriya dewleta tirk herî zêde bi dewleta dagirker a tirk daye windakirin. Di qada navnetewî de êdî herkes dewleta tirk û çeteyên terorîst mîna hev dibînin. Di heman demê de têkoşîna gelê kurd û doza wî ya mafdar di qada navnetewî de bi sempatiyek mezin ve tê piştgirîkirin. Lewma di vê pêvajoyê de her çiqas gelê me êşên pir mezin jiyankiribin jî ez di wê baweriyê de me ku ev êşên ku hatin jiyîn hemû gelên alîgirên mazlûman jî ev êş hîs kirine û dengê xwe tev li dengê gelê kurd kirine.

Dikarî Biecibînî