Her der Rojava her der Berxwedan

Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker û qirker a li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê re Berxwedana Rûmetê ya li bajarê Serkaniyê û Girê Spî belavî hemû xeta sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû, li seranserî Kurdistan û cîhanê vegeriyaye Berxwedana Rojava.

Ev berxwedan bi rast hatina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re û li ser banga KCK’ê ya ku 2’yê Mijdarê bikin Roja Rojava ya Cîhanê re hê bi watetir bû. Ev berxwedana rûmetê li her derê belav bûye û bi cihêrengî didome. Li Rojava aliyek berxwedana şervanan, li aliyê din berxwedana gel di asta herî jor de tê kirin. Her diçe ev berxwedan mezin û xurt dibe. Heta gihaye wê astê ku li tevahî cîhanê hema bêje tu welat nemaye ku çalakî lê neyê kirin û navê kurdan lê nehatibe bihîstin. Ji welatên Cemsera Bakur bigire heta Başûr, Ekvator û Antartîkayê li her cihê kurd lê ne dengê ‘Her der berxwedan her der Rojava’ bilind dibe.  Navê kurdan bi berxwedanê û girêdana bi doza xwe li cîhanê hate bihîstin. Ya ku kir ev bibe, lehengên singên xwe kirin mertalên tank û topan şervanên di serî de li Koban û bakur û rojhilatê Sûriyeyê şehîd ketin bûn.

Dewleta tirk û çeteyên wê yên ji DAIŞ û El Nûsrayê berhev kirin, wisa zanîn ku wê zarokên agir ên bi ‘Rojê’ sond xwarîn bişikînin û wisa bi hesanî bikevin Rojava. Nezanîn ku wê serê wan li kevirê gorê bikevin. Tevî hemû hêza xwe û çeteyên xwe nekarîn gavekê biavêjin bi pêş ve. Her çendî êrîşên xwe dijwar kirin jî asta berxwedanê jî ewqasî zêde bûn. Ji gelek deveran ciwanan ref bi ref berê xwe dan berxwedanê. Berxwedan veguherî ne tenê aliyekê.

Li Rojava li gel berxwedana li çeperan, li gelemperiya bajarên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin qadan û li dijî êrîşê helwest û nerazîbûnê xwe raber kirin û gotin wê rê nedin dagirkeriya tirk. Yên karî hildan çek û beden bi rext girêdan û ketin ser rêya cengê, dîsa gel her roj li dijî dagirkeriyê eniya berxwedanê xurtir kir. Vî dengî wisa kir ku heta yên navên kurdan nebihîstin, xwe gihandin vî alî wî alî ku peyvekê li ser kurdan bibîni û bixwînin bê ka ev çi kurd in dihê hemû ji bo wê rabûye ser pêyan.

Jixwe başûrê Kurdistanê yek ji navendên herî zêde bi helwest bû. Ewilî ciwanan zend û bendê xwe ji bo cenga rûmetê hildan û li pey jî jin, ciwan û xelkê dilsozê welat dest bi boykotkirina malên tirkî kir. Heta wiha hat ku sefîrê tirk bang li rêveberiya Başûr kir ji bo rewşê fam bike. Lê gel helwesta wê diyar bû. Dizanî her behremek tirkî dibe guleyek û kurdek pê tê qetilkirin. Li ser vê re malên tirkî yek car hate boykotkirin û bi xwe re berhemên kurdî kete bazar û malên xelkê. Bi derbeyekê du gurzên xurt li Tirkiyeyê hate xistin. Yek helwesta gel a li dijî dagirkeriyê gihişte asta herî jor, a duyemîn malên Tirkiye ji bazaran hêdî hêdî hate rakirin û berhemên xwemalî derket pêş. Her wiha li rojhilatê Kurdistanê bi rojan kurd daketin qadan û tevî hemû êrîş û zextan dengê xwe li dengê Rojava zêde kir. Dengê kurdan bi Rojava re bû yek. Êdî ne partî, hîzb û alî bû, deng dengê gel û netewî bû.

Jixwe bi 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re ev berxwedan bû cîhanî û 2’yê Mijdarê bi daketina bi milyonan a li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê her der bû berxwedan û her der bû Rojava. 2’yê Mijdarê bû Roja Rojava ya Cîhanê. Êdî ne tenê kurd, her kesê navê kurdan bihîst, li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê daketin qadan û ne tenê banga sekinandina dagirkeriya tirk heta bangên darizandinê li Tirkiyeyê hate kirin û piştevaniya bi gelê kurd re bê zêdekirin.

Bi vê yekê derket holê ku Şoreşa Rojava bûye şoreşek cîhanî û mirovahiyê. Dilê her kesê li Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Rojava lê dide…

Dikarî Biecibînî