Karek ku poşmanî li du ye!

Ji mêj ve ye ku stratejiya Tirkiyeyê bi aşkerahî li dijî doza Kurdistanê ye. Ew bi plan û proje her carê bi awayekî li dijî kurdan kar û xebatê dikin. Beriya avabûna PKK‘ê û hatina AKP-Erdogan û MHP‘ê jî siyasetmedar û generalên wan ên şovenîst li dijî Koçgirî, Dêrsim, Amed, Mehabad, Barzan, Agirî, Oremar û Silêmaniyê xeta siyaseta xwe ya dijberiyê dabûn xuyankirin. Zêdetir ji axaftinê wan di qadên serhildanê de rêberên kurd: Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulqadirê Geylanî û hezaran şoreşgerên din jî îdam û gulebaran kiribûn.

Di rewşa îro de ku tirk ji bo sala 2023‘yan xwe amade dikin ku bi sînorên nû yên Mîsaqî Millî re sedsaliya komara xwe ya tije kar û kiryarên tevkujiyê pîroz bikin, êdî reşandina tovê dubendî û bêtifaqiyê tenê yê di berjewendiya dijminên doza Kurdistanê de be. Ji mêj ve ye ku Turaniyên cinayetkar hebûna xwe li ser tunekirina gelê kurd ava kirine. Nizanim çiqas belge û pirtûkên dîrokî pêwîstin ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî vê rastiyê bizanîbe ku pirsgirêka Erdogan û Tirkiyeyê tenê PKK nîne belkî ew li dijî hemû kurdên Kurdistana mezin in!? Gelo ew nizane ku bi gotinên xwe yên dawiyê re yê weke serokê herêma Kurdistanê di çavê xelkê de sivik bibe? Rûspîkirina cinayetkarekî rûreş yê weke Erdogan yê çi feydê bide statûya başûrê Kurdistanê?!

Vê carê di rewşa herî kambax û hesas a ku kurd pêre rû bi rû mane, kek Nêçîrvan îspat kir ku mixabin dûrbînane siyasetê nake. Çimkî sala 2017‘an û referandûm nabe ji bîra wî çûbin. Gelo hingî jî pirsgirêk PKK bû ku Erdogan ewqas bênezaketî bi rêzdar Mesûd Barzanî û hemû kurdên başûrê Kurdistanê kirin.

Gelo ma Nêçîrvan Barzanî nizane ku di rojên wiha giran de dijminatiya bi PKK‘ê re ew ê bi xwe jî zirareke mezin bibînin? Dema ku li pey êrîşên Erdogan bo ser rojavayê Kurdistanê êdî di çavê raya giştî ya cihanê da zere-misqalekê meşrûyet ji rejîma Tirkiyeyê re nemaye, ma Nêçîrvan Barzanî ji PKK‘ê çi dixwaze û li pey çi armancekê ye! Gelo ew nizane ku hemû cîhana siyasetê, sazî û rêxistinên parastina mafên mirovan Erdogan xistine bin zextên giran? Gelo ma gotinên wî li dijî PKK‘ê yê weke pirekê nebine sebeb dewleta Erdogan ji wê krîz an jî qeyranê rizgar bibe! Çima bi gotinên wiha re meşrûyetê didine cinayetên Erdogan yên hovane? Ma çi guman di wê rastiyê de maye ku Erdogan salên dirêj e hevkarê DAIŞ‘ê ye? Ma kes heye ku nezanîbe kurdan di şerê bi DAIŞ’ê re hezaran gerîla û pêşmerge feda kirin û dehan hezar birîndar jî hene?!

Bangek ji partiyên Kurdistanê re

Bawer im pir pêwîst e ku em tev vê bangê li wan kesan bikin ku xwe dikine ava aşê dijminên doza gelê xwe: “Bila êdî dijminatiya hev kirin bes be, bila dijberên qedera kurdan partiyên wan ên siyasî li dijî hev bikar neyînin. Çimkî bi pêşhatina derfetên herî biçûk re yê serokên wan partiyên jî ji hêla dijminan ve bêne xeniqandin. Dema sibe bi serê wan jî hat hingî yê bê bîra me tevan ka kolandina bîra xwekuştinê“ çawa bi destê me bixwe hatiye kolandin….“

Gelek cihê daxbariyê ye ku di vê rewşa awarte û hestiyar a dîrokî de hinek derwêş û xûlamokên hin aliyên siyasî karê MÎT û Îtlaatê sivik kirine, li dijî partiyên din dinivîsin û di çavê dostan de xwe dişkênin û kêm dikin.

Xwenaskirin û xwendina dîroka sed salên berê yê gelek hevkariyê bide wan kesan ku hê jî Erdogan û siyaseta tirkan nenasin.

Dîrokek bêbingeh!

Dîroka tirkan bi xwîn, talan, tevkujî, wêrankarî û kuştinê re ji dayik bûye. Tenê di 120 salên bihûrî de wan li dijî yewnan, ermen, kurd, rûs, cihû û ereban şerên giran kirine. Ji tevkujiya yewnanan li Îzmîr û Stenbolê bigire heya qirkirina ermen û kurdan li Kurdistan û Ermenistanê dehan belgeyên arşîvkirî hene. Ew bi xisletên xwe yên çandî di xeniqandin û bişaftina kultura netewên din de hosta ne. Wan wiha kirin ku îro li ser der û dîwarên bajarên kurdan dirûşmên wiha dinivîsîn: Yek al û yek netewe, çiqas bextewere kesê ku bêje ez tirk im…

Ev tablo wan salan bi bîra me tîne ku ji 1937‘an û pêde Hîtler û rasîstên alîgirên wî li Almanya ji bo tunekirina netewa yahûdî encam dabûn.

Şênbûn û pêşkeftina ziman û çandên din li kêleka ferhenga tirkan karekî dûr jî çêbûnê ye. Ew hebûna xwe di tunekirina xelkê din de peyda dikin.

Sedema vê yekê ev e: bingeha dîrok û çanda tirkan xwedî dîrokeke dêrîn a weke kurd, ereb û farisan nîne ku xwedî bajarvaniyeke çend hezar salî ne. Ew xwedî pirsgirêka nasnamê û xwenaskirinê ne. Ji ber wê jî ji bo bidestxistina wê şerê herkesî dikin. Bi xwîn, malwêranî, tunekirina şûnewarên dîrokî ên kurdan dixwazin ji xwe re nasnameyekê bidest bêxin.

Yên berî Erdogan jî mîna wî dînê îslamê ji xwe re kiribûn kirasê Hz. Osman. Ew bêpêşîneyeke dîrokî a kevnar in û beriya peydabûna îslamê jî tunebûn. Bi hatina îslamê re xwestine ku nav û nîşanekê ji dîroka xwe re peyda bikin. Ev jî di kar û kiryarên rêberên wan ên otorîter û dîktator de bûye nexweşiyeke çend sedsalî û bêderman. Ew xwedî rûyekî çend alî ne ku li welatên Rojhilata Navîn xwe misilmanên rastîn û di çavê welatên ewropî de jî pêşverû didin nasandin.

Pêwîst e hemû kurd û azadîxwazên cîhanê lê bi taybetî jî rêzdar Nêçîrvan Barzanî vê rastiyê baş bizane û ji bîr ne ku daxwazên tirkan bêsînor in. Tim birçî û têhnî ne. Qet jî têr nabin û dawî bi daxwazên wan nayê. Di rewşeke wiha de xwe kêmkirin di çavê wan de yên tenê pêkenîneke qeşmerane li ser lêvên wan zêde bike. Ew bi her qîmetekê tenê têhniyên otorîteyeke nemeşrû li Kurdistanê be. Bila di bîra we de bimîne ku nêzî 30 salan e ewropayî bi wan re di şerekî giran ê dîplomatîk de ne lê hêşta jî nekarîne bandora xwe li ser Tirkiyeyê çêbikin. Diyaloga wan a krîtîk tevî rayedarên tirk bêencam bûye. Erdogan li dijî siyaseta wan a dagirkeriyê gefên şandina milyonan penaberan li wan dike. Bi rêya lîstika bi qedera milyonan kesan dixwaze destkeftên siyasî-aborî bidest bixe.

Niha tenê rêyek li ber Ewropa ye ku ew jî dorpêça aborî-siyasî li dijî dewleta Tirkiyeyê ye. Boykotkirina bazara wan a aborî yê pozê dîktatorên weke Erdogan bi axê ve bimale. Wan tenê di meheke derbasbûyî de li Rojava hemû yasa û pîvanên mafê mirovan binpê kirine. Rûçikê wan yê rastîn êdî ji hemû cîhanê re aşkera bûye. Li Ewropayê ji 20 salên berê û şûnde alîgirên siyaseta Erdogan cihên pîroz ên weke mizgeftê ji xwe re kirine bargehên alîkariyên fikrî û aborî. Ew bi rêyên wiha re di fikir û xeyala zindîkirina Imperatoriya Osmanî de ne. Sînorên wê imparatoriyê ji Ewropaya Navendî heya welatên erebî û bakurê Afrîka dorfireh û dirêj in.

Ew ên ku dibêjin pirsgirêka Tirkiyeyê ne bi kurdan re belkî bi PKK‘ê re ye, nabe vê rastiyê ji bîr bikin ku beriya PKK‘ê jî Dr. Şivan û Fayîq Bûcak bi tawana ku hevkariya Mistefa Barzanî kirine, hatibûn terorkirin.

Xwenaskirin û naskirina dîroka berê bêtir ji herkesî ji bo serkêşên kurd ferzekî pîroz e. Neonaziyan hebûna xwe di tunekirina yahûdiyan de didît, tirk jî li hemberî kurdan xwedî vê ramana faşîstî ne. Lê bila hemû aliyên vê meselê baş bizanîbîn ku ew ê di vê rêvîngiya xwe qet û qet biser nekevin. Ji xeynî navekî xerab û rûreşîyê tiştek weke mîras yê ji wan re nemîne.

Dikarî Biecibînî