Divê civaka Tirkiyeyê bi rastiya xwe re rû bi rû bibe

 

Li Iraqê, Lubnanê, Şîliyê û Hong Kongê tevgera civakî di van rojan de pêşketinek bidest xist û bêtir bi pêş ve diçe.

Her çendî şîrovekirin, ramanên wan ên siyasî û tevgerîna wan cuda be jî lê dîsa mirov dikare bibêje ku dê ev tevger berdewam bike. Her wiha ji bilî van welatên ku niha mijara balkişandina medya û çapemeniyê ne dibe ku hin welatên din jî li wan zêde bibin.

Sedema tevgera civakî ya li van welatên mijara gotinê pirsgirêkên civakî, aborî, bêrêtî, bêkarî, bêhiqûqî, buhabûn, şert û mercên jiyanê yên zor û zehmet,zext û zordarî, kêmkirina mafên demokratîk û istismara siyasî ye.

Bi gotineke din mirov dikare bibêje ku ev tevger di encama komîserhevûna gelek pirsgirêkên aborî û civakî derketine holê û bûye sedema destpêkirina van nerazîbûnên civakî. Bêguman bi zêdebûna bêhiqûqiyê, bêrêtiyê û di encama zext û zordariya ku li ser civakê hatiye kirin bûye bingeha vê tevger û nerazîbûna civakê.

Ev tevgerên civakî di çarçoveya stratejiya ku berê hatiye plankirin dikeve meriyetê. Mîna ku agir zeviyekê bikeve û an jî mîna çirûskeke ku niftê bikeve wekî sedem û teqîneke ‘jiberxwe’ xuya dike.

Têkildarî sedemên bertekên civakî nîqaş û analîz tên kirin. Bêguman her kes di çarçoveya nêrînên xwe de mijarê digire dest.  Bêguman divê ji van bûyeran ders û encam bên derxistin. Lê pirs û bersiva esasî ew e ku bi rojan e li seranserê cîhanê civak di nav tevgerê de ye û ‘civaka’Tirkiyeyê çima bêdeng e?

Li Tirkiyeyê piraniya civakî xîzan e û heta mirov dikare bibêje ku di bin sînorê xizaniyê de ne. Ev demeke dirêj e xizanî gihiştiye reqemên cot. Her roj ji ta bigirin heta derzî zem tên kirin. Civak ji nirxên xwe dûr dikeve û wekî ku di bazarê de xwe derdixin firotinê. Dizî, fihûş, xwekuştin û bi karanîna tiryakê êdî bûne tiştên ji rêzê.

Li aliyekî evqas xizanî heye û li aliyê din jî hinek komên sermayeyê ku li dora îktîdarê civiyane û kesên wekî; Erdogan, Bayraktar, Albayrak, Sancak, Demîroren û hinek malbatên din bêtir dewlemend dibin. Bi bacên gel û firotina sererd û binerdan bêtir dewlemend dibin û ji bo şerê qirêj  tên xerckirin. Esnafên biçûk yek bi yek xepengên xwe digirin û dewlemendên ber jî bêdeng mane û nikarên helwestekê nîşan bidin.

Piraniya xezîneya dewletê ji bo hilberînê nayê bi kar anîn badilhewa tê xerckirin. Hemû dewlemendiya Tirkiyeyê ji bo şerê qirêj-taybet tê xerckirin. Her roj hejmara leşker, polîs, cerdevan û kontrayên bi pere zêde dibin. Hemû pêdiviyên çete û komên mîna DAIŞ, El Qaîdeyê bi cih tên û pereyekî mezin ji bo wan tê xerckirin. Ji xerckirinên ji bo dewleta klasîk zêdetir ji bo qesra R. T. Erdogan tê xerckirin. Her sal rêjeya tehsîsata veşartî (gîzlî odenek) du qat zêde dibe. Cîhazê kontrolê li hemû mal, kûçe, kolan, kargeh, dibistanan tên bicihkirin, telefon, înternet tên şopandin û tora ajan û mûxbîran tê birêxistinkirin. Wisa dikin ku civakê ji her alî ve bixin bin kontrola xwe da ku civak nekaribin bêyî wan tevbigerin. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê wisa hesab dikin ku ancax bi vî rengî xwe li ser piya bigirin û jji bo vê yekê jî her roj zextan zêdetir dikin.

Bi vî awahî dîktatoriya faşîst a R. T. Erdogan û Devlet Bahçelî yekdestiyeke ku li cîhanê mînakên wê kêm in ava kirine. Ji ber van pêkanîna pir bi xwe bawer in. Dema di nav wan de kesek dengekî cûda derxe, wî kesî bêdeng dikin û nahêlin dengên cûda derkevin. Bi rêya leşker, polîs, dozger, dadgeh û çapameniyê wan kesan lînç  dikin.

Mixabin li hemberî van pêkanînan bertekên cidî yên civakî nayên nîşandan. Ev pêkanînan wekî normal tên dîtin. Bi sedan sal in ev civak ciranên kurdan in û ji gelek wan bûne xizim, êş û kêfxweşiyan bi hev re dijîn lê kurd bi êrîşên komkujiyan re rû bi rû mane, îradeya wan tune tê hesibandin, parlamenterên wan diavêjin zindanan, hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê ji peywirê tên girtin û li şûna wan waliyên dagirkeriyê tên tayînkirin. Dest didin ser mal û milkên kurdan, neçarî koçberiyê dikin, tecawizî jin û keçên wan dikin lê li hemberî van bêkanînan bêdeng dimînin û tenê temaşe dikin. Hinek kesên xwenenas dibin hevkarê van sûcên mirovahiyê. Balkêş e lê mixabin rastiya civaka Tirkiyeyê ev e.

Di êrîşên li hemberî rojava û başarê Kurdistanê de ev rastî bêtir hatin dîtin û hê jî li ber çavan e. Ji bilî komek şoreşger û demokratan wekî ku hemû kes li pişt faşîstê Erdogan-Bahçelî ne. Di nav van kesan de hinek kesên ku xwe wekî çepgir û sosyal-demokrat pênase dikin jî hene. Di çapemeniya wan de ev kesên ku tên bi kar anîn jixwe  tên zanîn kê ne.

Bi awayekî sosyolojîk ev rewşa ketî ya civaka Tirkiyeyê hêjayî nirxandin û lêkolînan e. Bêguman hinek kes hewl didin mijarê binirxînin. Lê tişta esasî ew e ku sedemên vê ketina ‘civakê’û encamên wê baş û rast were fêmkirin. Nemaze jî divê şoreşger û demokrat li hemberî van kesan teqez tedbîran bigirin û bi awayekî biryar têbikoşin.

Rêber Apo û Tevgera Azadî û Demokrasiyê di destpêka têkoşînê de ev rastî ferq kir û hewl dan li gorî wê berpirsyariya xwe bînin cih. Ji bo tahlûke dernekevin holê her cure tedbîr wergirtin. Li vir wiha jî bi heman awahî mijarê dinirxînin. Lê tenê ev yek têr nake. Divê were zanîn ku sînorên sebra civaka Kurdistanê didin zorê. Divê hemû kes bizanibe ku ger kêr bigihêje hestû dê encamên çawa derkevin holê.

Gelo civaka Tirkiyeyê dê li hemberî civaka Kurdistanê ku heta niha bi hev re dijîn dê ji ber van pirsgirêkan çiqasî karibe berpirsyariya xwe bîne cih û xwe rexne bike? Ev mijareke din a nîqaşê ye. Di hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana 2018 û dengdayîna ji bo serokomariyê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de encamên ku hêviyê bide mirov derketibûn holê. Lê mixabin di 17’ê tebaxa 2019’an de tecrîda teqez a li ser Rêber Apo şidandin, di 19’ê tebaxê de destdanîn ser şaredariyên Kurdistanê, di 9’ê cotmehê de êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin û ji ber van pêkanînan hêviyên heyî jî di bin siyê de man.

Di 17’ê tebaxê de piştî şidandina tecrîda li ser Rêber Apo civaka Tirkiyeyê dîsa bi tabloyeke nebaş re rû bi rû ma û gelo ev rewş dê çawa biguhere? Bêgûman dê li ser navê civaka Tirkiyeyê dê şoreşger û demokrat bersivê bidin vê pirsê. Civaka Kurdistanê jî dê hewl bidin hêvîdar bibin. Lê tê dîtin ku tenê xwestina hêviyan têrê nake.

Ji ber şert û mercên cîhanê û Rojhilata Navîn deskeftiyên şoreşa Kurdistanê destê biratiyê dirêj dike û ji bo civaka Tirkiyeyê rastiya xwe re rû bi rû bibe gelek derfetan pêşkeş dike. Dîroka civaka Tirkiyeyê bi mînakên berxwedan û têkoşînê  dagirtiye û gelek berdêl hatine dayîn. Ya girîng ew e ku ev rastî were  dîtin civak jinûve rabe ser piya û vejîneke nû pêk bîne û di refên rûmetê de cihên xwe bigirin.

Divê neyê jibîrkirin ku ev civak xwedî tecrûbeyên 15-16’ê hezîranan de berxwedana TARÎŞ-Çîglî-Gultepe, parastina Gaziyê, cerebeyên Geziyê ye û tu hêz nikare vê civakê asteng bike. Ger civaka Tirkiyeyê li gorî rastiya xwe û sekna xwe ya şoreşgerî tevbigere û qeydên lingên xwe parçe bike û bikeve nav tevgerê dê vê rewşê biguhere.

Dikarî Biecibînî