Ji penaberiyê bang dikim

Ev çend care ji ser warê xwe û mala xwe bê tiştek li gel xwe hildim bi rût û tazî tenê tûrikê xeman hildidin milê xwe û li ser erdê xwe dibin penaber.

Ev ne bû carek û ne jî bû deh car… gelo heta kengî em ê penaberê axa xwe û welatan bin. Her carê hê xemên xwe me ji bîr nekirî, rêyek din û êşek din ev bedena westiyayî dikişîne. Nefes lê teng dibe û çavên ji rêya welat westiyayî rondikin mîna barana nîsanê hêdî hêdî li ser hinariya rû xwe berdide xwarê. Hestekî bê terîf û derdekî bê derman e.

Vê carê bangek ji warek din û kesek din tê bihîstin; ev bangek cuda ye, naşibe bangên din hewar û nalî ne. Di vê bangê de her tişt tê hîskirin. Êş, keser, nalî, bêrîkirin û heta mirin heye. Mirov tên qetilkirin, zarok tên şewitandin, kalemêr ji axa bav û kalan tên sirgûnkirin. Bi sed hezaran însan derbeder û li ser axa xwe koçber dijîn. Bi sedan ciwanên nûgihayî bejin bi rext û bombeyan pêçane kêlî bi kêlî dicengin û di oxira azadiyê de canê xwe dikin qurban.

Duh li Helebce ya Başûr îro li Kobanê û Rojava gazî û hewara penaberan e. Cih cuda ye, lê dijmin heman e. Reng heman e, ziman heman e, çand heman e, qêrîn heman e… birîneke her xwîn jê tê û dinale. Banga tê kirin ji bo her kesê ye, peyama tê dayîn ji bo tevahî cîhanê ye. Wê rojê jî, dixwestin qira me bîne, niha jî heman tişte.

Dibim îro li bin koneke kevnî çirayî, bê cih û war bim, lê xwedî rûmet û serbilind im. Warekî min heye di berdêla wê de zarokên vî welatî pîmên bombeyan gustîlkên wan ên bûk û zavatiyê ne. Şahiya wan govend û reqsa li ser darbest û gora wan e. Dibe zimanê kurdî li min qedexe bikî, lê wê ew ziman li ser gora wî bi azad dilîlîne. Kesk sor û zera qedexe dikî bi bejna wan tê xemilîn û tê birêkirin.

Dibe bi çeteyên xwe yên zalim wêneyên şehîdan li kolan û bircên welatê min rakiribe, lê tu nikaribî ji ezmanan şevên tarî bi çirûska wan ronî dibe tarî bikî. Tu nikarî wan stêran ji ezmanan dabixî xwarê. Tu qet nikaribî ROJ’ê ji ezmanan bikî. Wê tim li ezmanan li ser serê te biçirisin.

Bang dikim her kes bila bibihîse; em ê bi kuştin û qirkirinê bi dawî nebin. Tu demê em tune nebûne ku îro tune bibin. Bang dikim Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava cîhan û gerdûn bibîsin dengê Mihemed, bibihstin dengê Helebce, bibihîsin dengê dayikên li ber darbesta zarokên xwe dinalin. Hew çav û guhê xwe bigirin. Em ê bi bêdengiya we bidawî nebin. Em hene, dijîn û dê tim hebin.

Em kurd dest bidin hev, em ê bikarin vê qedera sed salan tarûmar bikin. Em ê bikarin dijminê hov dest û lingên wî bişikînin. Heta zarokên wî gelî bi leheng û dildar hebin wê xwîna wan vala neçe û hesreta wan a welatek azad bi teqez pêk bê. Wê xwişk û birayên wan tola wan hilgire û daxwazên wan bi cih bîne. Ev banga wan dê bi teqez bi cih were…

Nexwe heta heta em ji bin barê xwîna zarokên welatê xwe dernekevin. Banga îro ji her derê bêhtir ji bo Bakur e. Bakur cihê ku em lê hatine windakirin û cihê ku em lê ji nû ve vejiyan e. Ji bo wê ye ku li ku dibe çawa dibe bila bibe, berê her kesê li Bakur e. Bakur kilîda şoreşê ye. Niha bendewariyek mezin ji ciwan, jin û tevgerên kurdî yên Bakur ji hemûyan zêdetir gelê Bakur heye. Ew bûn ên qedera Kobanê dan guhertin. Ew bûn ku sînorên rêçayîn şikandin û Bakur û Rojava kirin yek. Niha jî bi heman ruhî çavê her kesê bi taybet çavê Rojava li serhildana gelê Bakur e. Ji bo vê ye divê em guh li vê bangê bin û li gorî wê rabin. Wê bi teqez Bakur rewşa Rojava bide guhertin. Di her serhildanê de rola Bakur diyarker e. Bi hêvîne ku dê ev bang li hewa nemîne.

Dikarî Biecibînî