Iraq dikele başûrê Kurdistanê bi fikar e

Di ser hilbijartinên Iraqê de 2 sal derbas bû. Piştî hilbijartinan salek, ancax hikûmetek hatibû avakirin. Avakirina hikûmeta Iraqê gelek zor û zehmetî çêbûbû. Ji ber ku di avakirina hikûmetê de, destên gelek hêzan hebû. Hemû hêz, dixwestin hikûmetek li gor wan çêbibe. Bi taybet jî avakirina hikûmeta Iraqê di navbera DYA û Îranê de bibû mijara têkoşînê. Di dawiyê her du hêz bi veşarti be jî li ser hikûmeta Adil Abdulmehdî lihevkiribûn. Lê hêj salek derbas nebû niha daxwaza îstîfakirina hikûmeta Iraqê tê kirin. Ji bo vê yekê jî ev çend meh in li Iraqê xwepêşandan tên çêkirin. Heta niha nêzî 250 kes jiyana xwe ji dest daye.

Dema mirov daxwazên xwepêşandanan tîne berçavan ne mumkin e ku hikûmetek di salekde pêk bîne. Zaten serokê hikûmeta Bexdayê Adil Abdulmehdî ji vê yekî dibêje tiştên ku xwepêşandan dixwazin ne kiryarên vê hikûmetê ne. Bi salan e li Iraqê ev rewş berdewam e. Lê esas mesele ne bê karbûn, rewşa aborî, dizî û bê edalet e . Ev rewş heye bê guman. Lê esas ne ev mijar e. Li pişt perdê hîn hesabên din hene. Ev hesab jî hesabên DYA û Îranê ye ku dixwazin dewleta Iraqê sedî sed li gor xwe dîzayn bikin.

Ên ku daxwaza îstîfaya hikûmetê dikin serokê tevgera Sadr ku di hikûmeta Iraqê de wek koalîsyona Sairunê cih digire. Wiha xuyaye ku li pişt gelek xwepêşandan ev tevger heye. Beriya xwepêşandan El Sadr li Îranê bû. Bi rayedarên Îranê re gelek fotografên balkêş da. Piştî ku vegeriya Iraqê xwepêşandan destpê kirin. Beriya xwepêşandanan Îran îdiakir ku li Bexdayê li hemberî Kasim Silêmanî sûîkastek pêk hatiye. Piştî hatina Sadr ya ji Îranê û îdiayên dewleta Îranê xwepêşandan destpê kirin. Seroke şîayên Iraqê Sîstanî daxuyanî da ku xwepêşandan mafdar in û gelek daxwazên wan pêk bê. Serokê parlamentoya Iraqê Mûhammed El Halbusi ku ew bixwe jî sunî ye, ewîl di daxuyaniya xwe de xwepêşandanan mafdar dît.

Rayedarên başûrê Kurdistanê jî di daxuyaniyên xwe de xwepêşandanan mafdar dîtin. Lê fikarên xwe jî anîn ziman. Hin nîqaş li Iraqê hene ku statuya Kurdistanê teng bikin. Ji ber vê yekê jî başûrê Kurdistanê bi fikre ku statuya kurdan were tengavkirin. Ji bo vê yekî jî li başûrê Kurdistanê carek din nîqaşa dewlet û konfederasyonê hatin destpêkirin. Wiha xuyaye ku DYA mudaxeleya hikûmetê dike iîayên erebperest, sunî yên Iraqê vê yekê dipejirînin. Îran jî hikûmetê diparêze. Kurd ji bi vê yekê bi guman in ku statuya federasyon ji holê were rakirin.

Hem bûyerên li Sûriyeyê hem jî bûyerên li Iraqê carek din dide xuyakirin ku yekitiya gelê kurd wek nan û av pêwist e. Gelek hêzên siyasî yên Kurdistana başûr ve yekê baş binirxînin û ji bo îradeyek siyasî yên gelê kurd demildet gavan biavêjin.

Dikarî Biecibînî