Trump û Receb

Gelek meraq dihat kirin; ka gelo di hevdîtina Trump û Receb a di 13’yê mijdara 2019’an de ew ê çi derkeve? Weke her car bû, heta ji her car jî xerabtir bû. Ji ber ku carên berê, qene li ser hinek mijaran nîv derew an nîv rast jî ba lihevkirinek hebû.

Lê xwedê zane, vê carê ji xwe tu mijarên nû nebûn, belê li ser mijaren kevn be jî  tu lihevkirin nehat diyarkirin. Her yekî li tembûra xwe da, ji bo bi taybetî raya giştî ya xwe ya hundir bi xwapîne, ji ber ku her du jî li hundir tengav bûne û li ber dadigehê ne!

Bi tenê dibe ku ya sed milyar dolar a bazirganiyê hinekî rast be! Belê bê gûman ev bazar û bazirganî jî, hemû li ser xwîna gelên me pêk tê.

Di awirên wan re derew û sixtekarî difûriyan. Hemû hal û hereketên wan, nêrîn û kenên wan, hem ji bo hevdû hem ji bo rayagiştî ya cîhanê bi xapîne bû.

Dibe ku ji derewa wan a herî mezin û balkêş yek jê ev bû: Em dostên kurdan e belê li dijî terorê ne!

Receb, vê carê li ‘biratiya xwe ya kurdan’, asûrî-suryanî, êzidî û xiristiyanî jî zêde kiribû. Xwedê gravî ne bi tenê ji bo ‘birayên xwe kurdan’ ji terorê rizgar dike, ew ê yên din jî rizgar bike û hwd.

Li cem van kesan eyb, şerm, ar, adet û ehlaq nema ye. Hema wisa li çavên însanan dinêrin û sûcên ku ew dikin berdidin stûyên hineke din. Weke bi herêmî tê gotin ‘perdeya rûyên wan a ar û namûsê qetiyaye, çermê rûyên wan stûr bûye, êdî naşewite û şerm nakin’, hema seddersed li van sixtekaran jî wisa lêhatiye.

Belê êdî hafiza û hişên gelan û raya giştî ne weke berê ye û ji bîr nake. Jixwe elhemdulîlah ew jî teqsîr nakin û bi guneh û sûcên xwe yên kevn tenê ranawestin. Her niha jî bê navber qirkirina xwe ya li ser gelê kurd, ermanî û suryaniyan didomîne Receb û koma qatilên hevalên xwe bi hev re.

Li erdnîgariya qirkirin û dagirkeriya xwe Serêkaniyê û Grê Spî lê zêde kir, her wiha ji xwînrijiya gelan û olan û baweriyan têr nabe; herêmên xwe yên zilimkariyê zêde dike û niha berê xwe daye Til Temirê, Eyn Îsa û hwd.

Tê zanîn ku li vê herêmê hejmara gelê asûrî-suryanî pirtir e. Her wiha di êrîşên xwe yên deverên din de jî yên weke Qamişlo û deverên din jî, vê pêlê giranî daye ser qirkirina ermenî û suryaniyan.

Belê sazî û dezgehên ermeniyan û suryaniyan jî, vê carê hîn bi xurtî li dijî vê siyaset û kiryarên dewleta Receb radiwestin û hesab jê dipirsin. Berî sê rojan (12.11.2019) li ser rêya Hesîça û Dêrazorê Papazê Knîsa Katolîk a Ermeniyan Hovsep Petoyan û bavê wî Abraham hatin kuştin. Diyakozê Knîsa Hesîça Fatî Sano jî hat birîndarkirin. Li ser vê qirkirinê Papayê Vatîkanê Francis jî nerazîbûna xwe diyar kir.

Bila were bîra me, berî çend salan li ser rêya Heleb û Hemayê bi heman şêweyê û heman armancê 2 Qeşeyên Asûrî-Suryaniyan jî hatibû qetilkirin.

Jixwe êrîşa li ser gelên me yên êzidî, hîn dewam dike û birînên qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an hîn teze ne û weke tê xwestin nehatine dermankirin.

Erê tê gotin; siyaset û kiryarên hemû faşîzman qirêj û qirker in, lê mirov ên R.Erdogan û wan faşîstên berî wî dide ber hev, kiryarên Receb gelek zêdetir e.

Bêgûman helwest û serîhildan û berxwedana gelên me û ol û baweriyên me jî, ji yên hemû deman zêdetir û watedartir bûye. Erê hîn negihiştiye asta ku vê faşîzmê bi tevayî bişikîne û bixe sergoyê dîrokê û her wiha rûreşî û gunehê patronê mezin ên Trump û Putîn jî hîn bi tevayî nehetiye teşhîr û tecrîtkirin.

Belê gelên me, bi ser û ber; biçûk-mezin, zarok, jin, ciwan, hema hema her kes li dijî hevalbendiya dewleta Receb û Putîn û Trump xwepêşandan û berxwedanek sembolîk didin meşandin. Ew kevir û dar û berên ku diavêjin wan maşînên wan ên hevbeş ên dewriyêyê, nîşan dide ku temenê van qirker û dagirkeran roj bi roj kurtir dibe. Erê çalakiyek bi hejmar dibe ku biçûk tê xuyakirin lê wate û armancên wê yên mezin te dîtin û ez bawer dikim encamên bi rûmet û girîngî ji van çalakiyan derdikeve.

Di kesayetiya şehîdê destpêkê yê van çalakiyan Serxwebûn Elî (ji gundê Tilcumenê) de, hemû şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr tînim û dibêjim şehîd namirin!

Dikarî Biecibînî