Şervano Kêywan: Ji Xorasanê heya rojavayê Kurdistanê

Bi rêya telegramê silavekê dide û dibêje:” Ji Rojava hezar silav hevalê.”

Min nas nekir û demekê bêdeng mam, piştre peyamên xwe didomîne: “Heval can ez ji kurdên Xorasanê me, pêşmerge bûm û niha jî dema min dît dijminê hemû kurdan êrîşî ser Rojava dike, ez bûme şervan, ji kurdên bakurê Xorasanê me, navê min heval Kêywan Xorasanî ye.”

Bi şandina çend peyamên deng û bihîstina dengê gole û tewîna çekên şer êdî min zanî ku ew di qada şerê bi dagirkeran re ye. Wêneyên xwe jî şandin, ji wê û pêde êdî min zanî ku ez bi şervaneke doza Kurdistanê re heval im.

Ji wir û şûnde êdî min dest bi pirsên bêdawî kir û dema min jê pirsî tu ji ku derê min dinasî, pir mûtewazîane wiha got: “Di koma telgramê ya Mala Me de min û çend hevalên xwe carna nivîsên te dixwendin, ez bixwe jî berpirsê kanala ‘Piştgîriya kurdên Xorasanê ji Rojava me حــمـایــت کــوردهــای

خــوراســان از روژئاوا( کــوردستان سوریه) û li vir çi heye, ji me tevan re ye…

Vê gotinê ez birim nava keyfxweşiyeke mezin û şabûm ku êdî ciwanên me jî di tarîtiya atmosferê deşilata dîktatoran de jî bêrawestan li pey şopa heqîqetê ne. Ji ronahiya rojên azad hez dikin û êdî li ba wan her dera ku rastî hebin, yê xwe bigehînin wir. Pirsa min a din jê ev bû: “Rastî ew çûyîna te ya Rojava gelek peyamên dîrokî têde hene, tu dikarî bersiva çend pirsên min bidî?”

Bi dilgermî û mêvanperweriya kurdên esîlzade li Xorasanê wiha dibêje: “Erê heval, çawa nikarim, bila dengê min bi rêya pênûsa te bigehije hemû ciwanên me yên Xorasanê jî. Seba me pir muhîm e ku êdî em jî tenê temaşegerên kuştina kurdan li Kurdistanê nebin…”

Gotin û bersivên wî germ û ji dilekî birîndar dihatin. Xuya bû ku xortekî rewşenbîr û haydarî rewşa kurd û dîroka Kurdistanê ye. “Heval ên aliyê me jî komeke rewşenbîrên rind destpêkirine sa çalakiyên kûr li ser dîroka Kurdistanê. Min feydek zêde ji nivîsên wan standiye, lê heyfe ku hinek xelk hene xwa difiroşin, çiqas ku şoreş pêş dikeve ew jî zêdetir dibin…”, ez jî tenê jê re dinivîsim: “Erê heval Kêywan rast e lê xwefiroş û caş-belaş di nava hemû gelên azadîxwaz de hene, dibêjin, dinivîsin, pir diaxivin, lê karekî nakin, xapandkarin lê em jî hene û ew ê bi me nikarin şervano” û sohbeta me bi awayekî germtir didome.

Dema wiha dinivîsî, hêsirên keyfê çavên min tije kirin, lê min dîsa pirseke wiha jê pirsî: “Çima çûyî Rojava?”

Zêde bi kurmancî nizane û wiha dibêje: “Ez li vir kurmanciya Rojava fam nakim, lê ez ê bimînim, biaxifim, ez soranî kamil dizanim. Mi sa şoreşa Kurdistanê li ser dîroka me kurdên Xorasanê gelek çalakî kirine. Dema ku min nûçeya êrîşên dewleta faşîst a Tirkiyeyê û cinayetên dijmirovahiyê li hemberî gelê kurd bihîstin, pir nerihet û xemgîn bûm. Bêdengî yan jî bêhelwestiya dewleta Îranê jî hinek rastî ji min re aşkeratir kirin. Îranî tim dibêjin ku kurd îraniyên herî esîl in, Ariyên orjînal in lê derewa dikin û ger wiha nîne çima dema tirk û ereb li dijî kurdan şer dikin, me dikujin û Kurdistanê wêran dikin, ew ne karekî dikin, ne hevkarî, belkî heta hevkariya wan jî dikin. Ji bona wê jî min herdem û li her derê jî gotiye ku xwe îranî nahesibînim belkî ez kurd û Kurdistanî me. Ew dagirkerên axa Kurdistanê ne yên ku ji me re sînor dane diyarkirin. Ez van sînoran qebûl nakim. Ji Xorasanê heya Başûr û Rojava hatime û li ser axa xwe me.

Ez xebatê ji bo azadiya ax û parastina gelê kurd ji xwe re erkekî netewî dizanim ku erkekî wiha li ser milê hemû ciwanên din ê kurdên jî. Êdî wiha bû ku min biryar da ku eniya xebatê ji azadiya rojhilatê Kurdistanê re berdim û bêm Rojava ku li hemberî dewleta faşîst a Tirkiyeyê şer bikim. Dewleta ku bi armanca destdirêjî li ser ax û namûsa me hatiye vir, ez heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li dijî wan şer bikim û ji şerafeta gelê xwe parêzvaniyê bikim. Min weke ku ev erkê insanî li pêşberî min e, hatim Rojava.”

Pirsa min a din jî li ser kurtejiyana wî bû: “Ehmed Wafayî( Keywan Xorasanî ) kî ye?”

Heval Kêywan wiha behsa jiyana xwe dike: “Ez Ehmed Wefayî me, kurê Hac Riza Qolî Wefayî, 25’ê Adara sala 1994’an li bajarê Qoçanê yek ji bajarên kurdnişîn ên bakurê Xorasanê di nava malbatekê ku bi kevneşopiyên me yên çandî ve girêdayî ye hatime dinê. Em çar bira û xwîşk in ku di bin siya ked û zehmeta babê me yê hêja de em tev çûne zanîngehê û xwendina xwe ya bilind bi awayeke herî baş qedandiye. Min bixwe li zanîngehê “beşa birêveberiya malî” xelas kiriye. Babê min karê kalkên xwe yanî cotyarî û xwedîkirina pêz berdewam kir û ji vê rê debara jiyanê didomand.

Wî tim li ser kurdbûna me şîret li me dikirin û wiha digot: ‘Piştdayîn an jî ji bîrkirina çand û zimanê dayikê (Kurdî) weke wê ye ku mirov xiyanetê li ejdadên xwe bike. Ez qet we nabexşînim dema ku hûn di nava çanda miletên din de xwe winda bikin…’

Van gotinên babê min di mejî û hestên min de tevnekî nû vehûnandibû û li pey kok û esaleta xwe bûm. Xemleke teze bi daxwazên babê min re ketibû nava ruhê min. Min xwest baştir xwe binasim, kî me, çi me, li ku me, ji ku derê hatime… Çima em kurdên Xorasanê ji Kurdistanê hatine koçber kirin?

Ev destpêkek bû ji bo peywendiyê tevî axa welatê me yê dayikê ango Kurdistanê.

Ez di nava malbatekê de mezin bûm ku ji siyaset û encamên wê dûr bû, lê dema ku min zilma zêde û bêsînor a rejîma Îranê li dijî gelê kurd didît, her roj ciwanên kurd bi tawanên tije boxtan dihatin îdam kirin, min hîs dikir ku bêdengiya li hember vê zilmê eynen weke xiyanetê bi gelê kurd û hevkarî tevî rejîma zalima Îranê ye. Ji sala 2015’an ketim nava kar û bûm endamê şaneyên veşartî yên Hizba Demokrat û çalakiyên xwe min di çarçova xebata li dijî rejîma Îranê û zindîkirina mafên gelê kurd destpêkirin. Destpêka sala 2018’an gerhiştin rêza pêşmergeyên wê hizbê û êdî bi aşkerahî li dijî rejîmê min dest bi xebatê kir.”

Dema li ser atmosfer û rewşa xebatê li Rojava jê dipirsim, wiha dibêje: “Ez xwedî hestên neteweyî û pir bihêz im. Xwe dinasim, li vir sîstema jiyan û şoreşê cuda ye. Em tev di çeperekî de wekehev in, hevalên şervan tev fîdakar û mûtewazî in. ferqa jin û mêra tune ye, nêrîna li ser mirov û civakê xwedî xêzeke demokratîk e. Ez her roj li vir hînî tiştên nûtir dibim. Dixwînim ku hê baştir kurd û Kurdistanê nas bikim. Gelê vir jî weke kurdên Xorasanê pir mêvanperwer û merd in. Ez di nava wan de xwe xerîb nabînim. Jin, pîr, ciwan û heta zarok jî dema diaxivin mirov dizane ku li vir guherandinên civakê hene. Ew tenê ji xwe re kar nakin, di nava me de asûrî, ermenî, tirkmen û ereb jî hene. Kes li dijî kesî naaxive. Atmosfera vir tam bi jiyaneke xwedî presnîbên demokratîk re weke rengîn kemanekê ye…”

Pirsa min a dawiyê ji şervanê ji nava kurdên Xorasanê re ev e: “Tu li Rojava xwe xerîb hîs nakî?”, ew bi keneke ji dil wiha dibêje: “Zêdetirî mehekê ye ku hatine Rojava û di eniya şerê Rojava li dijî dahîrekên tirk şer dikim. Dema mil bi milê hevalên şervan li Rojava ji bo parastina mafê gelê xwe xebatê dikim hest bi meznahî û xirûrê dikim. Xebata ku bi rêya naskirina ramanên netewî di rêya doza azadiya ax û ava xwe de hezaran kilometoyan ji heval û malbata xwe dûr im. Ev pêngav ji çarçova xebatên partî û sînorên rêxistineke siyasî berfirehtirin.

Gelek ji hevalên şervan dema dizanin ku hezaran kîlometre dûrtir hatime Rojava, moraleke mezin distînin ku kurda pişta kurda girtine û piştgîriyê didin hev.

Ez bi hemû cesareta xwe dibêjim ku beşdariya min di berxwedana Rojava de şeref û îftixara herî mezin e ku di jiyanê de bûye para min. Li vir em tev wekehev in, îcar ez çawa hest bi xerîbiyê bikim…”

Êdî tevî ku pirs û daxwaz zêde ne, belkî bi vê nivîsê re têhnatiya min li dor naskirina xwezî û hesretên şervanekî doza azadiyê neşikest, yek ji xweştirîn bîranên jiyana min ê hevaltiya bi şervanekî kurd re be ku ji Xorasanê heya rojavayê Kurdistanê sînorên dagirkeran bi fêrmî nenasîn û îro di qada xebata herî dijwar de bûye şervanekî doza mirovahî û azadiyê.

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî