Trump û Erdogan hatin hişyarkirin

Roja 13’yê mijdarê Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li paytexa Amerîkayê Washîngtonê li hev civiyan. Dihat payîn ku di vê civînê de dagirkeriya Tirkiyeyê ya bakurê Sûriyeyê û her wiha têkîliyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re bên destgirtin. Lê di daxuyaniya her du rayedaran de derket ku ew li ser van mijara zêde neaxivîne. Lewma ji bo vê civînê hîn pirsên dijber tên bîra mirov.

Werin em bi hev re di vê mijarê de çend pirsên dijber guhdar bikin.

Bi operasyona dagirkeriya Tirkiyeyê ve di Amerîkayê de gelek kesên ku di siyaseta Amerîkayê de xwedî hêz in bi dengekî bilind nerehetiyên xwe anîn ser ziman. Di heman demê de van kesan bi awayekî tund serokê Amerîkayê Donald Trump jî rexne dikir. Lewma di serî de Trump, endamê Senatoya Amerîkayê û hwd. gelek kesan siyaseta operasyona dagirkeriya Tirkiyeyê rexne û şermezar kirin. Gelo di vê rewşê de çûyîna Erdogan a Amerîkayê bi Erdogan û Tirkiyeyê çi da qezenckirin?

Ev hevdîtin ne bi daxwaza Erdogan û Trump bû. Di fermiyetê de wek serokê du welata ew li hev rûniştin lê di rastiyê de ev civîn bi daxwaz û zextê Senatoya Amerîkayê hat lidarxistin. Di seata hevdîtinê de Senatoya Amerîkayê bi mijara Trump ji erka serokatiyê bê girtin li hev civiya. Di heman seatê de sê endamê Senatoyê Lindsey Graham, Tim Scott û Ted Cruz li ofîsa qesra spî bi Trump û Erdogan re rûniştin. Lewma ev civîn mirov dikare wek mudaxaleya senatoyê ya siyaseta Trump û Erdogan jî binirxîne. Naveroka hevdîtinê û mijarên ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bûne pirsgirêk di vê civînê de hatin destgirtin. Lewma di daxuyaniya piştî civînê de senator Graham ê ku her tim bi zimanekî pir tund Erdogan rexne dikir vê carê zimanekî nerm bikar anî. Ev jî dide diyar kirin ku civîn bi dilê wan bûye. Bi kurtahî mirov dikare vê civînê wek mudaxelaya senatoyê binirxîne.

Di vê civînê de Trump û Erdogan bi çi û çawa hatine hişyarkirin? Li gor zanên Amerîkayê mafê senato heye ku serokê ji erkê bigire. Di dîroka Amerîka de heya niha sê cara pêvajoya Azîl hatiye destpêkirin. Lêpirsîna azîl di meclisa nûneran de tê destpêkirin. Ger lêpirsîn di meclisê de bigihêje dengê erê, wê demê pêvajoya senatoyê tê destpêkirin. Di vir de senato mîna dadê/jûrî wê tevbigere û li gor dengdayînê rewş tê diyarkirin.

Di dîroka Amerîkayê de heya niha ji bo sê serokan ev pêvajoya azîl a ji erk girtinê hatiye destpêkirin. Andrew Jackson û Bill Clinton, ji ber ku senato erê nekir ji erkê nehatin girtin. Richard Nixon jî dema dît ku piştgirya xwe ya senato û raya giştî winda kir, wî bi xwe îstîfa dike û dev ji erka xwe ya serokatiyê berda. Niha piştî van her sê kesan Trump bû yê çaremîn ku ji bo wî ev pêvajo tê destpêkirin. Ev jî li ser Trump zextekî siyasî û civakî ya giran dide avakirin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de nêrîna senatoyê diyarker e Trump tehdît dikin. Civîna ku li ofîsa qesra spî hat lidarxistin de ev bi Trump dan hîskirin. Bawer dikim ku Trump jî ev mesajê girtiye.

Rewşa Erdogan ji ya Trump xirabtir e. Di destê Pentagonê de gelek belgeyên ku AKP bi DAIŞ’ê re di nav hevkariyê de ye hene. Her wiha siyaseta ku îro dewleta tirk dide meşandin jî ji bo Amerîkayê zextekî siyasî û aborî li ser Tirkiyetê bide destpêkirin têrê dike. Lê ji van jî girîngtir senato Erdogan bi desteserkirina mal û hebûna wî, wî hişyar dike. Em ji bîr nekin ku Erdogan jî mîna her dîktatorê bi çavsoriyek mezin bi malê dinyayê ve girêdayî ye. Lewma wê nikarîbe li hemberî senatoyê derkeve.

Gelo Hîlal Kaplan xwest çi bêje? Pirsa Hîlal Kaplan li Tirkiyeyê rewşa rojnamegeran a ku bi êş radixe ber çavan. Ev kesên ku fikrên xwe firotine desthildariya AKP’ê li Tirkiyeyê navê rojnamegeriyê jî xira dikin. Hîlal Kaplan û çend kesên din ên mîna wê bi Erdogan re diçin her derê û pirsên ji hêla şêwirmendên Erdogan ve tên amadekirin ev kes mîna qaşo rojnamegeran pirs dikin. Lê diyar e di vê mijarê de şêwirmendê Trump jî ev kes baş lêkolîn kirine û derbarê wan de Trump agahdar kirine. Lewma gotina Trump a ji bo Hîlal Kaplan got; “hûn bawer in ku hûn rojnamevanên, hûn bawer in ku hûn ne xebatkarek dewleta tirk in?”  carna gotinek her tiştî zelal dike. Ez bawer im cara yekem Trump pirsek rast û di cih de kir.

Ger siyaseta Amerîkayê bi vî awayî aloz û tevlihev berdewam gelo wê bikaribe erkê xwe yê hêza cîhanî berdewam bike? Hêzên ku li Rojhilata Navîn nebin nikarin bibin hêzekî cîhanî, ango nikarin bibin xwedî konseptek navneteweyî. Lewma ger Amerîka hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê bikişîne ew ê li herêmê hêza xwe ya siyasî jî winda bike. Her wiha wê êdî nebe hêzekî cîhanî jî. Ji ber vê yekê di Amerîka de gelek kes bi awayekî tund dijî biryara Trump a paşvekişandina leşkeran derdikeve. Pêwîst e em mijarê rast bigirin dest. Di serî de senato û gelek kesên ku li Amerîkayê xwedî hêz in dema Trump rexne dikin, pêwîst e em vê rexneya wan ji ber ku Trump piştgirî nedaye kurdan tê rexnekirin, nenirxînin. Di vir de kurdan ji xwe re dikin mertal. Li gor nêrîna min ji bo wan hebûn û nebûna kurdan ewqas ne girîng e. Niha pozîsyona ku kurd tê de ne dihêle ku ew ji bo ku bigihêjin armanca xwe kurdan jî hesap bikin. Lê ji bo bi kurdekî lewaz û tirsiyayî re jî rûnên çi ji destê wan tê jî wê bikin. Di vir de sekna kurdan wê rewşan diyar bike. Bi kurtahî aqilê Amerîkayê ku di rastiyê de wê bi rêve dibe. Bi tu awayî naxwaze ji cihê ku ketinê derkeve. Ev têgehekî dagirkeriyê ye.

Di encam de civîna di navbera Trump û Erdogan de yê serkeftî senatoya Amerîkayê bûye. Li gor min di vê civînê de nêzîkatiyên Tirkiye û Rûsyayê, Rûsya û Amerîkayê jî bi awayekî berfireh hatine destgirtin. Ji ber ku aqilê serdest ê amerîkî bi tu awayî naxwaze li herêmê Rûsya derkeve pêş. Her wiha naxwazin Trump û Erdogan jî li gor egoyên xwe yên şexsî hebûna wan a li herêmê têxe bin xetereyê. Lewma hişyariya senatoyê ji bo Trump û Erdogan bandora xwe li ser siyaseta herêmê jî bike.

Dikarî Biecibînî