Mesele; parastina hebûnê û pêkanîna azadiyê ye

Di dawiya meha borî de hin agahiyên ku dê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî biçe serdana Enqereyê di çapemeniyê de derketin. Lê Mesrur Barzanî neçû serdana Enqereyê.

Jixwe di vê dema ku li bakurê Kurdistanê êrîşên fîzîkî, qirkirina çandî û êrîşên mezin di asta herî bilind de pêk tê. Her wiha di demekê ku başûrê Kurdistanê rastî êrîşên ezmanî tê û gefan li jiyana mirovan û xwezaya Kurdistanê de dike, nexasim bertekên gelê Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Rojava. Her wiha di demekê de ku hewldanên dagirkirina rojavayê Kurdistanê û êrîşên dijwar ên bi tank, top û balafiran berdewam dike. Bêguman di bin van şert û mercan de dê serdaneke wiha ya Enqereyê gelekî şaş û ne di cih de ba.

Piştî ku Mesrur Barzanî ew serdana Enqereyê pêk neanî, daxuyaniyek ji aliyê serokê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate kirin. Lê ew daxuyanî ne gorî nerazîbûn û bertekên bi rûmet ên gelê kurd bû, li hemberî ewqasî êrîşên berfireh ên li dijî hemû gelê Kurdistanê û siyaseta dagirkirin û talanê ya ku dewleta tirk dike, ew daxuyaniyeke ne gorî wan bertekan bû lê berevajî hemû bertek û nerazîbûnên gelê kurd bû. Jixwe ne li hêviyê bû ku ev daxuyanî cudahiyekê jî bi xwe re bîne ji ber ku li kêleka wê berxwedan û nerazîbûneke bi rûmet a gelê başûrê Kurdistanê jî hebû. Lê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî berevajî wan bû.

Her çendî ew daxuyaniya Barzanî gelek pirsan jî bi xwe re bîne, gelekî aşkera bû ku ew berevajî têkoşîn û helwesta bi rûmet a gelê kurd li başûrê Kurdistanê bû. Her wiha ev daxuyanî tê wateya ku ew siyaseta dagirkirin û qirkirinê ya dewleta tirk dide meşandin rewa dike. Berê jî daxuyaniyên bi vî rengî yên ku ji alî Nêçîrvan û Sefîn Dîzayî ve dihatin kirin ji alî gelê kurd ve nedihatin pejirandin û dibûn cihê bertek û rexneyên giran. Lê ev daxuyaniya dawî ya Nêçîrvan ew asta berê jî derbas kiriye û raste rast bûye muxatebê wê pirsê.

Bê guman ew nerazîbûn û bertekên li dijî vê daxuyaniyê asayî ne ji ber ew di demekê de hatin kirin ku êrîşên herî dijwar ên bi armanca dagirkirin û talankirina Kurdistanê ji alî dewleta tirk ve pêk tên. Lewre jî gelê Kurdistanê van daxuyaniyan bi tu rengî û di bin çi şert û mercan de qebûl nakin û napejirînin. Têkiliya Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan û malbat û derdora wî re, her wiha têkiliyên wî yê bazirganî yên bi Tirkiyeyê re ji alî her kesî ve tên zanîn. Lê dema ku mesele dibe qedera gelekî ew berjewendî tev dibin nelê û tu tiştî îfade nakin. Dema ku welat ji holê rabe wê gavê ew kes ne malbat û ne jî mal û milkê kesekî dimîne, tev bi welat re tên dagirkirin û talankirin.  Heke kurd û Kurdistan ji holê were rakirin kes nikare berjewendiyên xwe yê tekakesî û malbatî jî biparêze. Jixwe li ba dewleta tirk a dagir ew yek qet pêk nayê û gelê Kurdistanê vê yekê baş dizane û gelek caran rastî êrîşên qirker û talanê hatiye.

Lewre helwesta ku vê rastiyê dide ber çavan ji Nêçîrvan Barzanî jî tê xwestin. Tevî van rastiyên berbiçav divê daxuyaniyên wiha neyên kirin. Divê mirov baş lêkolîn bike. Dema ku mijar hebûna gelekî, qedera gelekî û pêşeroja gelekî be divê mirov daxuyaniyên wiha nede.

Çima mirov dê hewldana dagirkirina welatê xwe rewa bike, dijminê ku sûcên şer li dijî gelê mirov dike, sûcên li dijî mirovahî dike, talanê dike û xwezaya welatê mirov xera dike û dişewtîne, wekî tiştekî rewa bibîne. Tu aliyekî vê helwestê tu caran ne tê qebûlkirin ne jî tê fêmkirin.

Divê her dem di aqilê mirov de be ku pirsgirêka dewleta qirker a tirk bi kurdan re heye. PKK wekî îdelojî di sala 1973’yan de destpê kiriye. Lê beriya vê dewleta Osmanî û berdewamiya wê dewleta tirk di dused salên dawî de li Kurdistanê bi sedan caran komkujî kirine û di wan deman de PKK tune bû. Osmaniyan hebûna xwe li ser qirkirina gelên ermenî, suryanî û kurd ava kiriye û berdewam kiriye. Bi siyaseta qirkirinê gelê asûrî, suryanî û ermenî ji vê cografiyayê hemû bêje tune kirin. Di sed salên dawî de jî êrîşên qirkirinê yên di warê çand, ziman, dîrok û her tiştê kurdan de li ser kurdan dimeşînin û dixwazin wan jî ji holê rakin. Lewre jî gotina ku ‘pisgirêka dewleta tirk bi kurdan re tune ye bi PKK re heye’ nêrîneke kor e û tenê tê wateya demogojiyê.

Belê pirsgirêka dewleta tirk bi PKK’ê re heye. Lê ew pirsgirêk ne bi wî rengî ku Nêçîrvan Barzanî aniyê ziman e. Armanca sereke ya dewleta tirk û pirsgirêka wê ya bi PKK re ev e ku PKK bûye asteng li pêşiya siyaseta dewleta tirk a qirker û li hember wê siyasetê li ber xwe dide. Ji ber ku PKK li hemberî wê siyaseta qirker radiweste û asteng dike, dewleta tirk wê wekî dijmin dibîne û bi hemû hêza xwe êrîşî wê dike. Lê divê neyê jibîrkirin heke dewleta tirk PKK’ê tune bike dê gelê Kurdistanê jî tune bike. Lewre jî divê Nêçîrvan Barzanî û kesên wekî wî difikirin jî vê rastiyê bibînin û li wê gorê daxuyaniyan bidin.

Careke din divê were bibîrxistin roja roja gelê Kurdistanê û bîr û bawerî, ziman û çanda wî çi dibe bila bibe divê her kes bi hevre li ber xwe bidin û vê cografiya xwe li hemberî êrîşên dagirker û qirker biparêzin. Roj roja bidestxistina azadiyê ye.

Divê bi tu şêweyekî ji bo berjewendiyên şexsî, malbatî yan jî siyasî kes nekeve nava vê şaşitiyê. Roj roja parastina welat, gel û nirxên wî ye. Roj roja parastina gelên li Kurdistanê dijîn e. Dîsa dibêjin heke îro ev hevgirtin û parastin pêk neyê dibe ku sibe gelekî dereng be.

Dikarî Biecibînî