Ji Lozanê heta Cenevreyê

Ruhê berxwedana Şoreşa Rojava bandora xwe li hemû cîhanê kiriye. Bûye sembola wijdana mirovahiyê ya cîhanê. Hema hema tu welatê cîhanê nemaye ku gelê wê derê, sembolîk be jî piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava nîşan nedaye.

Eger mirov bêje; ruhê mirovatiya cîhanê rakir ser pêya û zindî kir ne şaş e, rast e. Heta berî çend meha jî deng ji mirovatiya cîhanê pir lawaz derdiket. Belê piştî vê êrîşa dewleta faşîst a Receb û Bahçelî ya ser Rojava, wijdanê mirovatiya cîhanê weke bombayek biteqe deng derxist û hîn jî dewam dike.

Bêgûman berî her kesî gelê kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê bi ser hişê xwe ve hat û rabûn ser pêyan. Berxwedanek canbexşane ya dîrokî dan meşandin û hê jî didin meşandin.

Niha jî nûnerên tevgêrên siyasî û civakî yên sivîl ên heman pêkhateyên kurdistanî, yek ji çalakiyên xwe yê watedar, bi navê DEFEND ROJAVA meşek dirêj a ji Lozanê heta Cenevreyê lidar dixin.

Wateya vê meşa dirêj a ku ew ê di navbera 6-7’ê Kanûnê de pêkbînin ev e: Dîrokê û îro tînin rex hev û tînin hiş û bîra raya giştî ya cîhanê.

Li bajarê Lozana Swisreyê, em bînin bîra xwe, berî niha nêzî 100 salî; di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de, peymanek navdewletî bi navê Peymana Lozanê ya bi fermî kurd û Kurdistanê kirin çar parçe hat îmzekirin.

Niha jî, hema hema piştî 100 salî, dîsa li heman welatê Swisreyê belê li bajarekê wê yê din û di heman demê de paytextê wê Cenevreyê amadekariyên peymaneke bi heman naverokê, careke din ji nûve kurd û Kurdistanê perçe bikin tên kirin.

Hema hema dîsa heman dewletên hegemon pêşengtiya vê plan û projeya qirêj û qirker dikin.

Em bînin bîra xwe, di wan salan de; hema berî çend salên peymana Lozanê û Enqereyê, li dor salên 1915-1916’an, bi heman naverokên genî û kolonyalîst, bi navê Sykes-Piko peyman hatibûn girêdan.

Her çendîn pêşengên vê peymana qirker û perçeker, nûnerên Britanya (Mark Sykes) û Fransa (François Picot) bin jî, hema piştî çend mehan nûnerê Rûsyayê (Sergey Sazonov) jî beşdarî vê plan û projeya kirêt û gemar dibe. Jixwe salên paşê, dewletên hegemon û dagirker yek bi yek beşdarî vê peymana xwînxwar  dibin. Û navê peymanên bi heman naverokê jî lê zêde dibin. Mînak; Peymana Pakta Bexdayê, CENTO û hwd.

Balkêş e ne? Di hemû peymanan de nûnerên kurdan û kurdistaniyan nîne, lê bi taybetî di van her du peymanên berfireh û girîng de jî kurd û kurdistanî nînin!

Lê bila be, xem nîne, wê wextê îradeya kurd û kurdistaniyan ne ewqas bi hêz û bi tevgêr bû, lê belê niha ew kurd û kurdistaniyên berê jî nema ye, niha kurd û kurdistanî bûne xwedî bîr û bawerî, bûne xwedî îradeyek ji pola, bûne xwedî tevger û xwedî şoreş û şoreşger û êdî ew bi xwe dikarin xweseriya xwe bi rêve bibin. Êdî pişta xwe naspêrin dîwarê xerabê yên biyaniyan û hegemonan. Êdî fêrî rêveberiya xweseriya demokrat bûne, nema dev jê berdidin!

Ew, êdî xweser, li gel mirovatiya cîhanê tevdigerin û ew meşa ku mijara gotinê ye, ya 6-7’ê Kanûnê ku ji Lozanê heta Cenevreyê pêk tê, li ser vê bingêhê ye.

Çawa ew peymana ku 100 sal e dewam dike û bi ser neket, vê carê jixwe qet nikare bi ser bikeve. Helwest û berteka gelê me û hevalbendên hemdemî, bi giştî li hemû cîhanê hat dîtin û bi taybetî di vê meşa navbera Lozan û Cenevreyê de jî ew ê baş were dîtin ku êdî civîn û peymanên ger nûnerên kurd û kurdistanî ne hevpar bin û ne razî bin nikarin bi ser bikevin.

Sykes Picot ên vê serdemê Trump, Putîn û Receb û hevalbendên wan ên xwedî heman zihniyetê ne, vê carê temenê wan û peymanên wan dê ne ewqas dirêj be, ew ê gelek kurt be!

A temen dirêj û mayînde bibe; Proje û plana federalî û konfederaliya demokratîk e! Mînaka şênber jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a niha li Rojava di meriyetê de ye.

Dikarî Biecibînî