Roj û vejîneke nû

Beriya 41 salan, di warê hebûn û netewebûnê de kurd hatibûn tunekirin û yên heyî jî weke kurdên spî ango kurdê xesandî mabûn. Kurd ji rastî û hebûna wê hatibû dûrxistin û weke tirk, ereb, ecem, faris… dihatin nasandin. Weke ku qewmiyateke kurd tu carî nehatî dinê û heyînekî winda hatibû kirin. Xaka wê ya hatî parçekirin, çand û neteweya wê li ser welatên serwer weke xenîmet hatibû parvekirin.

Hemû tiştên xirab li kurdan hatibû binavkirin û xweşikahiyên wê jî li dagirkeran hatibû neqişandin. Zarokên kurdan bi çanda tirk, ereb û farsan mezin dibû û dibûn kurmê xwe bi xwe. Ji bedena jê şîn bûye, dixwar û dirizand. Zarok neyarê bavê xwe bû.

Lê ev werçerx dom nekir, carekî din ji nava wê tarîtiya ku dijmin beton kirî, gul ji nû ve şîn dibû. Bi tevgerên ciwanan ên li Tirkiyeyê re tevgerekî Apoyî bi navê kurd û Kurdistanê derket ser dika dîrokê. Tam di demeke de ku her kes ji kurd û Kurdistanê bê haydar bi gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ çîrûskên şoreşeke nû ya kurdî destpê dikir. Koma Apoyî ya gelek ezmûn ji tevgerê çepgir û antî-emperyalîst girtin, bi navekî nû û ramaneke nû xwe birêxistin dikir. Gava yekem a vê komê ew bû ku tehlîleke baş a kurdan kirin û ji bo wê çi pêwîst e, ketin tevgerê. Weke rehê şînatiya her bajar û cihên kurd lê geriyan û agahî li ser kurd û Kurdistanê kom kirin û li gorî wê ketin nava liv û tevgerê.

Her ku çû rol û misyona vê koma Apoyî ya weke hewariyan kar dikir û raman belav dikir, zêde dibû. Gihiştibû astekî wisa ku êdî dewlet jî ketibû nava tevgerê ji bo tunekirina vê komê. Bi şehîdkirina yek ji pêşengê vê komê Heqî Karer re, ev kom bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 27’ê Mijdara 1978’an derket. Êdî wek partî vê komê dest bi xebatên rizgariya Kurdistanê kir.

Bi îlana vê hemû wir vegeriya wê û dewleta tirk bi cuntaya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’ê li dijî pêşengê tevgera PKK’ê pêk hat. Bi vê darbeyê gelek pêşengên vê tevgerê yên weke Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz, Ferhat Kurtay, Mezlûm Dogan, Necmî Onen.. bi sedan sempetîzan hatin girtin û bi îşkeceyê hatin qetilkirin. Her wiha bi berxwedana li zindanan derket pêş kir ku PKK ji nû ve vejîn bibe û hê bi hêztir bikeve qonaxekî din. Ev qonax jî destpêka pêngaveke leşkerî bû.

Salnameyê dîroka 1984’an nîşan dida. Ev dîrok carekî din rojeke nû û vejîneke nû li xwe digir. Cara yekem bû ku PKK’ê bi pêngava leşkerî dest bi têkoşînê kir. Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi guleya yekem a li Erûh û Şemzînanê darbeke xurt li dagirkeran da û îlana şerê çekdarî ragihand. Ji wê rojê heta îro têkoşîneke bê eman û tu emsalekî wê tuneye, hate kirin û hê jî tê kirin.

Ne kêm e têkoşîneke 41 sal, her tişt ji nû ve bi berdêlan hate xuliqandin. Niha jî dikevin sala 42’yan. Têkoşîna roja yekem û niha bi qasî salên wê ferq û destkeftiyên mezin hatin girtin. Bi guleya yekem hebûna kurdan hate îlankirin, di roja îro de dinê hemû qala kurdan dike.

Bi taybet bi derketina çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an a li Sûriye-Iraqê dîsa gelek deverên mîna Şengal, Mexmûr û Kerkûkê kir ku PKK di şerê û têkoşîna xwe de qonaxeke nû bijî. Bi taybet bi serketina li Kobanê û bi wê ve girêdayî berxwedana 12 derwêşan a li Şengalê hemû awirên dinê vegeran xwe. PKK bû tevgerekî ya rizgariyê ya ne tenê ji bo kurdan hate bû mertaleke ya pola li pêşberî hemû cîhanê ji hovên DAIŞ’ê biparêzin.

DAIŞ a her kes jê revî, PKK’ê sînga xwe da ber û ew li her cihê lê zeft kir û nefes lê çikand. Herî dawî jî serkêşê wê Ebûbekir El Bexdadî bi desteka kurdan ango HSD’ê li cihê herî lê bawer li hembêza Tirkiyeyê bi operasyoneke taybet hate kuştin. Ev hemû ji bo rewabûna têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê pêngav û rojên dîrokî ne. Her roj li Rojava tevgerên kurdî û hevparên wê derbên giran li dijmin dixin.

Dewleta tirk a vê dibîne, ji bo hê zêdetir rewabûna PKK’ê di cîhanê de neyê nîşandan, êrîş dike. Sivîlan qetil dike, malê welatiyan didizin û talan dikin. Ev jî têrê nake li dijî sivîlan çekên kîmyewî bikar tîne. Her roja bi hinceta YPG û PKK’ê sivîlan qetil dike, sivîlan jî weke PKK’ê dide nîşandan û qetil dikin. Ev jî wê dide nîşandan ku dewleta tirk tenê navê kurdan bes e ku êrîş bike.

Ji bo vê ye ku PKK ji roja derketî heta niha ji bo yekitiya kurdan têdikoşe, niha jî bi heman hişmendiyê ji bo yekitî û kongreyeke neteweyî pêk bê têdikoşe. Bi taybet ji bo yekitiya netewî hinek qonax û pêngavên guncav hene. Niha jî ji bo wê ev dem demê herî guncav e ku Yekitiyeke Neteweyî ya Kurd pêk bê. Ji bo vê ye Kongreya Neteweyî ya Kurd gelek bang dike. Divê partî û aliyên kurd, ji bo vê derfetê ji dest nede, guh bide vê bangê û demildest Yekitiyeke Neteweyî ya Kurdan çêbike. Çi dibe bila bibe, tevî hemû kêmanî û nebesiyan divê demildest Kongreya Neteweyî pêk bê û kurd yekitiyeke neteweyî çêbike. Di vê demê de ku kurd hemû li dijî dijmin yek helwest û li qada cîhanê jî kurd tên nîqaşkirin divê em bikarin vê yekê baş binirxînin. Ji ber ku ev hest û xeyal a her yek ji partiyên kurdî hatiye avakirin e. Em bikarin vê bikin, em ê bikarin gelek destkeftiyên heyî biparêzin û heta zêdetir jî bikin. Hemû hêvî û daxwazên kurd û kurdistaniyan avakirina yekitiyeke neteweyî ye. Bi hêviya ku ev daxwaz di sala 42’yan a Roja Vejînê ya kurdan de pêk bê.

Dikarî Biecibînî