41 sal

Ev temenê şoreşa hemdemî ya Kurdistanê ye. Berî 41 salî; roja 27’ê Mijdara 1978’ê, weke rojek dîrokî derbasî jiyana gelê Kurdistanê bû.

Di vê rojê de, biryara zindîkirina ruhê gelê kurd hat ragihandin. Komek şoreşger, bi rêberiya Abdullah Ocalan, damezrandina Tevgera Pêşeng a gelê Kurdistanê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) îlan kirin.

Dewleta dagirker û mijokdar a tirkan, berî ku ev partî were avakirin, ji bo pêşiyê lê bibire, êrîşî ser koma şoreşger a hîn bi navê Şoreşgerên Kurdistanê bû kir û yek ji rêberê vê komê Haki Karer şehîd kir.

Biryardariya Abdullah Ocalan û hevalên wî yên vê koma hîn biçûk bû, ya li ser şehadeta destpêkê, mohra xwe li cewherê vê tevgerê dixist. Ez bi xwe jî pir caran bûm şahidê gotinên Abdullah Ocalan ên li ser şehadeta Hakî digot. Bi kurtayî ev gotina weke dirûşma vê tevgerê bû: Ya em ê dev ji vê fikir û ramana şoreşê berdin an jî em ê vê derbeyê ji xwe re bikin sedemê mezinbûna xwe û em ê li ser şopa şehîdê xwe, vî ruh û baweriya bi xwe xurtir bikin û bimeşîn!

Li ser vê biryardarî û helwestê, ev şehadet ji xwe re kirin sedemê xwe bi hêzkirinê û di encamê de, lez dan xebat û têkoşîna xwe û di nava salekê de ji koma şoreşgerî derbasî asta PKK’ê bûn.

Ev sozdayîna şehîdan û ev biryardariya van rêberan, her sal ji sala berî xwe xurtir bû. Sal bi sal, ev xislet, ev meziyet û ev pîvanên şoreşgerî, ji endamên vê tevgerê re bûn weke ehlaq û giyan. Her ku têkoşîn pêşve ket û di nava salan de çû, ev ruh bû weke îradeyek, viyanek êdî naye şikandin û nayê tewandin.

Di zindan, çiyan û deştan de, di gund û bajaran de, di şev û rojan de, ev îradeya mezin di ezmûnê re hat derbaskirin û bi hezaran cara hate cerîbandin û her carê ji cara berî xwe serkeftîtir encam da.

Ev kom, bû partî lê ranewestiya enî û arteş lê zêde kir.

Di nava 41 salan de, ev ruh û baweriya bi xwe berfirahtir bû; ji tevgerê derbasî nava gel bû, ev ruh û raman kete mejî û dîlê civakê jî. Û di nava civakê de; ji her pêkhateyan, ji her nasnamê û baweriyan xwedîderketin çêbû. Gav bi gav bû weke çirûskên rojê û mejiyê civakê ronî dikir û rê li ber civakê vedikir.

Her ku sal bi pêşve ket, ji her alî ve civak jî bi rêxistin bû. Hema hema mirov dikare bêje, tu beşê civakê bê rêxistin nemaye. Helbet ev pêşveketin, ne bi tenê li perçeyekê pêkhat, na xêr li her çar perçeyan û ji derveyî Kurdistanê jî rêxistinbûyîna gel berfirehtir bû.

Ev karekter û cewherê vê tevgerê ewqas xurt bû, an jî vî Rêberî ewqas bingeha vê tevgerê ewqas bi hêz ava kir ku li geh kû rêberê wê ket zindanê jî, şikestin nexwar, têk neçû. Berovajî xurtir bû û şoreş li pey şoreşê pêk anî; hem di asta bîrdozî û siyasî de û hem jî di asta jiyana pratîk de.

Rola jinê ya di pêşengtiya şoreşa civakî de, bi serê xwe şoreşek dîrokî ye. Jixwe di jiyanê de, li şoreşa Rojava ev rastî raxist ber çavan.

Her wiha li şûna sîstema dewletê ya cîhazê zilmê ye, sîstema Konfederalîzma Demokratîk daxist meydanê. Li şûna netewdewlet, netewa demokratîk danî. Di asta bîrdozî û felsefî û siyasî de ev nûjenîkirina paradigma Rêber Apo, di asta cîhanî de bandora xwe nîşan daye.

Di encamê de, ew pîvan û cewherê destpêkê yên mohra xwe li vê tevgerê xistibû, di nava 41 salî de, wisa lê kir ku her sal ji sala din xurtir bibe, nûjentir bibe, ehlaq û zanistî bilintir bibe û ev îradeya xurt, roj bi roj bi gelemperî, di jiyanê de qad û qonaxa bandora xwe berfirehtir dike.

Ev roja dîrokî li gelê me û mirovatiya cîhanê pîroz be!

Hêvîdar im her nasname û bawerî zûtir para xwe ji vê xezîneya mirovatiyê bistîne!

Dikarî Biecibînî