Îran, rojên tije kuştin, girtin û bixwîn!

Çend dîmenên tirajîk di rojên derbasbûyî de yê bêtir me bi rewşa gel a du hefteyên bihûrî li Îranê bihesîne:

  1. Jineke ciwan ji bajarê Kerec Amenê Şehbazî ye, dayîka sê zaroka bû. Dema ku çend ciwan birîndar û daxwaza hevkariyê dikirin, ew hatibû ku piyê birîndarekî bi destmala serê xwe girê bide ku xwîn jê neçe. Kesekî sivîl û maskek reş li ser rûyê wî ji pişt ve tîrek li serê wê da û ew jî di nava xwîna xwe de gevizî.
  2. Arvîn Zarkekî 17 salî ji bajarê Merîwan bû. Ew bi bîrîndarî kete destê memûrên êstixbarata Spahê Pasdaran, hate işkence kirin û di nava xwîn û berxwedanê de can da. Piştî kuştinê malbat çûn ku cenazê wî bistînin, lê dewletê daxwaza 40 miylon tomen pere ji wan kiriye. Pêre jî pêwîste bê şîn û di şeveke tarî de wî zarokî bispêrin axê.
  3. Beriya ku înternet li ser xelkê bê girtin û ji erdê heya heft esmanan zêdetirî 80 milyon mirovên welatekî di nava tarîtî û bêdengiyê de bihêlin, rewşa awarte li Seqiz, Merîwan û Ciwanrû da hatibû ragihandin. Ji hingî ve dehan kes wenda ne û kes nizane li kuderê û çi bi serê wan hatiye.
  4. Hemîd Resulî ciwanekî 32 salî beriya çend salan rojnamevanek jê dipirse:“ tu çima hatiye van çiyan û digerî?, ew jî bi girnijînekê dibêje: ji ber bêkariyê“. Roja yekşemiyê 17‘ê Mijdarê çûbû ku li dijî hejarî, bêkarî û dewleta gendel îtirazê bike, lê bi guleyekê ew jî ji jiyanê veqetandin ku êdî qet îtirazê neke!. Xelk nizane çawa îtrazê bike, çi rê û yasa bo vê yekê di zagonên dewletê de nînin. Tenê li xelkê didin, wan dikujin û zimanê diyalogê li Îranê bê wate ye.
  5. Li Kirmaşanê dema ku ciwanekî birîndar li ser destê xelkê ye, telek jêre tê, hevalên wî newêrin bersivê bidin, lê dema li nav dinêrin, dibînin ku nivîsiye:“ Dayik im-Dayika min…“

Bi mînakên jor re hûnê baştir rejîmeke terorîst an jî komara îdam û wehştê li Îranê binasin.

Tablo û wêneyê dawiyê li Îranê

Di heftiyekê de tabloyekî vekirî û tije gotin li ser rewşa Îranê derket pêşberî çavê gelên di nava sinorên Îranê de. Her wiha raya giştî baştir pêhesiya ka li wir sîstema desthiltdar xwedî nasnameyeke çawa ye.

Pêwîste bêjim ku ji naveroka peyamên Xaminêyî (weke kesên ku hemû biryar di destê wî de ne), Hesen Rûhanî û serleşkerên dewleta Îranê tê xuyanê ku êdî li îranê pêvajoyke nû dest pêkiriye. Di çavê gelan de ti meşrûyeta wan nemaye. Destwerdanên nava karê welatên weke Îraq, Sûriye, Libnan û Erebistana Siûdî jî hemû gelên herêmê li dijî siyaseta wan kirine yek. Şewitandina konsolosa Îranê li bajarê Necef û êrîşa li ser bargehên wan li bajarên weke Kerbela, Bexdad û Besrayê jî watedarin.

Bi ser hev de dîsa li ser sîstem û rewşa heyî li Îranê xalên jêr hatin bîra min:

  1. Di çil salên temenê komara îslamî a Îranê de sal ji salê zêdetir pirsgirêkên aborî- siyasî û civakî komî ser hev û bêderman mane. Êşên nekewandî û birînên kêmgitî zêde û zêdetir rewşa jiyana xelkê ber bi sinorê sor yê feqîriyê ve birine.
  2. Rêberê dînî yê Îranê Xaminêyî bi peyama xwe a piştgîriyê ji bo girankirina benzînê zû rêya kuştinê li ber qatêlên dewleta xwe vekir û meşrûyet da cinayetkarên ku serhildêr di çavê wan de rêgir, diz û talankerin!.
  3. Her cara ku xwedîyên hêza kuştin û dijberên daxwazên gel hemû îtiraz vemirandine, demeke din bi hêz, kîn û meşeke tundtir gel serî hildaye. Mînak: xwepêşandanên vê carê tenê di dema 24 saetan de li 100 bajarên mezin û biçûk ên Îranê belav bûn.
  4. Girankirina benzînê tenê hincetek bû ku rayedarên dewletê bi vê rastiyê bihesin ku qehra gel a li dijî wan ji ber hejarî, kuştin û ferq-cudatiyên pêşkêşkirina îmkanan li wilayetên welat e. Mînak: pileya bêkariyê li Kirmaşan û Sine nêzî 50% ye, lê li Teharn 5% ne.
  5. Êdî li Îranê 80% ji xelkê civakê nikare debara jiyana xwe bike. Derd û êşên wan komî serhev bûne, kîneke bêdawî di dil û riha wan de veşartî ye. Wan xwestin ku di kûçe û kulanan de dengê xwe yê fetisandî bigihînin guhê rêber û berpirsên dewletê, lê vê carê jî weke salên berê bersiva wan: kuştin, birîndakirin, girtin û golebarana bi çekên germ bû.
  6. Rayedarên komara îslamî bi nêrînên xwe yên dogmatîk her dema ku çînên: karker, xwendevan, rewşenbîr, çalakvanên sivîl û siyasî ji bo beyankirina daxwazên xwe rêxistinek ava kirin an jî îtirazek herî biçûk organîze kirin, bi tawanên weke: tevlîhevkar, sixûr û xûlamokên biyaniyan, têkederên asayêşa netewî, dijberên şoreş û rêbaza wilayeta feqîh, alîgirên partiyên cudayîxwaz û hwd bi êrîşa memûrên dewletê, zindan, dadgehên çend deqeyî lê bê parêzer, ceza û girtinên çend sal zindanê re rû bi rû dimînin.
  7. Vê carê hêza gel li dijî siyaseta dewletê berfirehtir ji carên berê û hemû wilayetên Îranê girtine ber xwe, lê li hemberî wê hêza gel, hêza şideta dewletê jî ji her salê zêdetir û hovanetir rûçikê rejîma dîktator a Îranê raxist ber çavan.
  8. Bêguman bilindbûna kîn û serhildana qêrînên tije hêvî û îtiraz pirsgirêka yekê ya dewleta Îranê ye û êdî nikare her carê bi hincetekê dengê gelan bifetisîne. Her carê bersiv yê bi gulebarandin, kuştin, girtin û işkenceyên giran re nebe rêya çareseriyê û bersiva daxwazên xelkê yên rewa nade. Vê carê jî ev siyaste bû sedem ku sedan kesên muhtacî nanê rojê bêne kuştin û birîndarkirin.
  9. Qûtkirina xetên înternetê di sedsala geşbûna teknolojiya ragihandinê de tenê dikare weke pêngav an jî kiryareke ehmeqane bête hesibandin. Ev kar yanî bêparkirina gelên Îran û cihanê ji bihîstin û dîtina nûçe û rûdanên ku di etmosfêrekî sergirtî da qewimîne. Ev rêbazeke tije sosrete bi armanca serkûtkirina îtirazên gel û dûr ji çavê raya giştî a cihanê ku nasnavê wê sansor e.
  10. Hinek rayedar û berpirs li pişta tirîbonên dewletê behsa mafê gel dikin lê ji hêla din jî cade û kulanên bajaran li dijî daxwazên xelkê kirine qada şer û tundiyên bêdawî. Bi vê logîkê wan çi nema ku biserê gel neanîn.
  11. Belkî bi qûtkirina internet û kuştin an jî girtina hezaran kesan berpirsên dewletê fikir dikin ku êdî gel bêdeng kirine, lê bila ji bîra wan neçe ku ew „agirê bin xûliyê“ yê rojekê alavên xwe yên tije gorîyên bihêz bigehîne koşkên desthilata wan û yê qet jî venemire.

Daxwaz û bendewarî çi ne?

  1. Hakimên komara qaşo îslamî li cihê sivkatî, gef, tirsandin, girtin û kuştina dijberên siyasta xwe a tije gendelî ku ji xeynî qêrîn û hawarên ji bo standina mafên meşrû ti çekeke din di destê wan de nîne, pêwîste rêzê li mafên wan yên weke azadiya beyan û îtirazên aştiyane bigirin.
  2. Ji xeynî bidawîanîn siyaseta girtin û tepeserkirina xelkê ti rêyeke din li ber dewleta Îranê nemaye. Ew neçarin ku erkên xwe yên li ser binpêkirina mafên mirovan cî bi cî bikin û kesên ku di kincên sivîlan de ciwanên serhildêr kuştine bispêrin dadgehên dewletê û wan neçar bikin ku li dor cinayetên ku kirine bersivê bidin dadwerên adil. Yanî darizandineke adilane û li jêr çavdêriya rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî bête cî bi cîkirin.
  3. Divê kuştinên veşartî û bêdeng bidawî bibin, di cih de û bêşert û merc hemû kesên hatine girtin bêne berdan û tevî dawa lêborînê, ji malbatên kesên kuştî re îmkan bêne dayîn.
  4. Ger xêza siyas-aborî a salên berê li herêmên weke Kurdistan û Xozistanê berdewam be, ti şubhe têde nîne ku ew herêm yê bibine qada opozîsyona herî bihêz bo hemû gelên Îranê. Kuştina kulber û karkerên kurd di salên bihûrî de vê carê peyamên herî girîng li Merîwan, Ciwanrû, Bokan, Sine û Kirmaşanê bi xwe re dan xuyanîkirin. Tehran baş agehdarî daxwazên gelê kurd e. Kurdên ku sala 1978‘an jî dengê „ ne“ dane refrandoma komara îslamî.
  5. Di rewşa dawiyê de tevî hemû îdayên ku têne kirin opozîsiyon xwedî biyar û rolekî ber çav nebûye. Opozîsyon di xeta fikir û stratejiyê de gelek ji hev dûrin. Mînak: Ferşger ku Riza Pehlewî li piştê ye ji aliyekî û li aliyê din jî Mucahidînê Xelq hene, bes vana herduya jî li Kurdistanê çi alîgir nîne. Di çil salên derbasbûyî de opozîsyon li derveyî welat serkeftî nebûye, xelk pêwîstî bi nivîsandina dirûşma nîne, ew agehdarî pirsgirêkên xwe ne. Ger Xaminiyê jî tê û navê hinek komên siyasî tîne, tenê ji bo germkirina tenûra dijberî û meşrûyetdayîna mehkeme kirina wan kesane ku hatine girtin.

Tirsa ji ragihandina azad

Împarator ji pênûs û nivîskarên rewşenbîr ditirsiyan, niha jî dîktator ji rojnamevan, înternet, satalît û ragehandina azad dilerzin û pêre dijberiyê dikin. Li Îranê kesek ji berpirsên mezin an jî biçûk ên dewletê guhê wan li yasayên welat û yên navneteweyî nîne. Çi xisletên dîktatora hene di rabûn-rûniştina rayedarên dewleta Îranê de xuyane. Tevî hemû zirar û ziyanên ku dewleta Îranê ji karê terora dijberên xwe li derve dîtine, dîsa herî dawiyê rojnamevanek bi navê Mesûd Molewî li Tirkiye teror kirin. Her îtiraza ku li Îranê ji hêla gel ve bê kirin, gefa yek a dewletê li dijî rojnamevanane. Ew li ser awayê nivîs, peyamên tweet û facebookê tên hişyarkirin û gotarên wan têne sansor kirin. Kesên ku guh nedine daxwazên wan êdî bi gefên kuştin, terora şexsiyetê, reşkirin û belavkirina nêrînên nigatîv û heta weke dijminên sîstema serdest têne binavkirin. Serdêrên rojname û gotarên nivîskaran piştî kontroleke berfireh izina belavkirinê distînin. Destûra herî dawiyê ji hêla îdareya êstixbaratê ve wiha ye:” Kesên ku li derveyî çarçoveya yasayên nava welat binivîsin û dewletê li pêş çavê xelkê reş bikin yê bêne girtin. Kesekî/ê izin wê hindê tuneye ku li ser hejmara kuştiyên dijberên me binivîse û tenê dikarin guhdarî berpirsên dewletê bikin dema ku li ser pirsgirêkê diaxivin…”.

Bi van gefên wiha re di rewşa îro a Îranê de tiştê ku tê dîtin û diqewime kes wê hêzê di xwe de nabîne ku li ser binivîse. Rastî tev veşartîne. Kes nikare here nexweşxaneyên dewletê û li rewşa birîndaran bipirse. Heta bi azadkirina internetê li hinek bajaran dîsa jî izneke wiha ji kesî re nayê dayîn.

Fermanên bêdengkirinê!

Bi giştî li hemberî rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û çalakvanên siyasî û ragehandinê ferman evin:” nenivîse, karîkatora nekêşe, twitta neşîne, pirsa nepirse, neaxive, komcivîn bila tunebin, nesekine, nerûne, rêya negire, kuçe û kolanan heta li kore gundan jî negire, dirûşma nede, di destê te de pilakard neyên dîtin, girevê neke, daxwaza tiştekî neke, cih û dema çêbûna mîtîng û îtiraza diyar nebe, dengê te bilind nebe, guhên xwe bigire, neqêrîne…, niha here û îtirazê bike!, lê ger te karekî wiha jî kir hingî tu tevlîhekarî û ferqa te û dijminê komara îslamî a Îranê û sîstema me a îslamî tuneye. Tu dibî dijminê Xwedê jî!!”

Bi sansor û çavdêriyên tund li ser karê ragehandinê hemû rastî û heqîqet di nava rûpelên rojnameyên çapkirî de têne defin kirin. Ji ber wê jî çi qîmeta wê ragehandinê li cem xelkê nemaye.

Hejmara kuştiyan!

Hakimên Îranê ji ber ku haydarî pêşkeftinên teknolojiya ragihandina modern nînin li cihê dayîna derfetan ji gel re ku bikarîbin daxwazên xwe beyan bikin, wan tehdîd dikin, digirin û dikujin.

Heya niha navê zêdetirî 351 kesên kuştî hatiye diyar kirin ku li dijî girankirina benzînê li bajarên Îranê nerazîbûna xwe dabûn xuyakirin. Ji roja îne 15.11. heya 19. 11 sala 2019’an herjmareke mezin ji wan kesan bi guleyên kesên sivîl, hêzên asayîş û êstixbarata komara îslamî a Îranê hatine şehîd kirin. Rêxistin û navendên ku li ser parastina mafên mirovan kar û xebatê dikin heya niha navê 351 kesên kuştî û hezaran birîndar û girtiyan tomar kirine. Ji qedera gelek ji wan kesên girtî ti agahî nîne. Ew hejmara kuştiyan di 15 wilayet û 43 bajaran de hatiye diyarkirin lê hêşta jî gelek sirên veşartî mane û kes agehdarî cinayetên rejîma îslamî li pey deh rojên qûtkirina inertnetê nîne.

Li wilayetên: Isfehan 31 kes, Azerbayîcanê 1 kes, Urmiyê 5 kes( ji bajarê Bokan), Elborz 10 kes( hinek jêder hejmara kuştiyên wilayeta Elborz weke 220 kes didin diyarkirin), Tehran 81 kes, Simnan 1 kes, Xorasana Rezewî an jî li bajarê Meşhedê 9 kes(Kurd jî di nava wan de hene lê hejmara wan nayê zanîn), Xozistan 87 kes, Kurdistan 54 kes ku ji bajarên Merîwan, Ciwanrûd, Seqiz û Sine ne, Kirmaşan 37 kes, Gîlan 2 kes, Kirman 2 kes û li wilayeta Merkezî jî yek kes.

Lê gere neyê jibîrkirin ku bi derbasbûna rojan re ew hejmar tim zêde û zêdetir dibe.

Dizsalarên Îranê!

Sedema yekê a bêhêziya aborî û kirîza ekonomî ji vira dest pêdike. Qiral û salarên diziyên bêdawî, fasid û serkêşên hemû dizên dinê li Îranê peyda dibin. Hemû dar û nedarê gelên Îranê ketiye destê kompaniyên ku Spahê Pasdaran wan birêve dibe. Bi rêya diziyên bêdawî û mijandina xwîna xelkê rewşa welatekî xwedî dewlemendiyên mezin ketiye vî halî. Rêberên wê çi gotine û dibêjin heta nîv gotineke xwe jî cî bi cî nakin. Bêbaweriyeke mezin di nava civakê de li hemberî wan çêbûye. Dubendiyeke kûr di navbera wan û gel de bi zelalî diyare. Gelên Îranê û di serî de jî Kurda zû zanîn ku rejîmeke îslamî li esasê dijberiya azadî û hebûna mafên wekhev qet nikare demokratîk be. Rewşenbîr û siyasetmedarên weke Dr. Qasimlo zû îlan kirin ku “helal û heram” di gotinên wan de yê bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê çêbike. Ji ber wê jî vê carê dîsa gel hemû hewlên bêdawî didin ku azadî û mafên xwe yên rewa bidest bêxin. Hemû daxwaza wan çêkirina îmkanên jiyanê ên rojane ne. Aboriyeke wêran li Îranê êdî nikare bibe bersiva daxwazên xelkê. Li Kurdistanê zêdebarî pirsgirêkên aborî mîlîtarîzekirina welatê me jî bi zelalî xuyaye. Piştî du heftiyan hê jî înternet li piraniya bajarên 5 wilayetên Kurdistanê qûtkirî ye.

Vê carê li Kurdistan û Îranê dem û saetên herî gîring ku hemû maskên rayedarên komara wehşetê eşkere kirin, hatin tomar kirin.

Dîmenekî din ku çend sale dubare dibe ewe ku gel heta nikare şîna şehîdên xwe jî bigire. Ji wan pere tê stanndin dema ku cenazê ezîzên xwe ji nexweşxaneyên dewletê distînin!. Kesên ku di kuçe û kolanan de hatine şehîd kirin, heta bi mirî jî dîlên dewlet û êtlaata Îranê ne. Gelek rayedarên fasid û gendel ticaretê bi termê şehîdan dikin.

Hikûmetên totalîter bi belavkirina fesad û rişwetê tim hewlên xwe didin ku bi rêbazên xapandinê dilê hemû çînên civakê ber bi xwe ve bikişînin. Ew ne bi rêya xizmetkariyê belkî bi rêya bertîl û derewan dixwazin gel ber bixwe ve bikişînin. Siyaseta ku 100% rastî şikestinê hatiye.

 

Rewşa herî dawiyê!

Rewşa niha ya Îranê saniye bi saniye carna mirin û carna jî saxbûne. Gelek ciwan çûn ku dengê xwe bigehîn berpirsên dewletê, lê êdî qet venegeriyan mala xwe. Ji xeynî hêsir û tirsê tiştek nemaye. Bêdengiya gel weke derfet bikar tînin û her şevê hêrşî mala hemwelatyian dikin, ciwan, keç, xort û heta pîran jî digirin. Bêxewiya ji tirsa girtin û kuştînê rengê jiyanê li Îran û bi taybetî jî li Kurdistanê gûherandiye. Girtî gelek in û kes ji qedera wan tiştekî nizane. Êdî xwenîşandinên vê dawiyê bûn sedem ku kes nikarîbe weke berê lêbê. Hovîtiyên vê carê bênasname ne an jî kes nizane çi navî lêbike!.

Hêşta keça xwendevan Nêda Aqasulatan ji bîra me neçûbû ku vê carê di kuçe û kulanên bajarê Merîwan de Nêda´yên din bi rêbazên hovanetir hatine kuştin.

Vê carê hêzeke mezin li dijî dewletê hebû, lê bêserkêşî bû. Derdekî domdirêj û birînên nekewandî jî hingî derman nabin dema ku kesek xwedîtiyê li wan neke. Hêza mezin lê berbilav û bêrêberatî tenê dikare çend rojan li ser piyan bimîne.

Li gor raportên mafê mirovan heta beriya qûtkirina înterenetê dehan kes li Sine, Merîwan û Ciwanrû ji hêla hêzên asayêşê ve hatibûne girtin. Nêzî du hefteyane ku hêşta jî etmosferekî awarte û emniyetî li Kurdistanê hakime. Ji hejmara girtiyên Kurd kes xwedî zaniyarîyên rast nîne.

Îran û rojnamevanên bêsinor!

Azadiya beyan ji rojnamevanên bêsinor re jî tuneye û heya niha jî rêxistina NY’yê ji xeynî belavkirina daxuyaniyên bêpiraktîk nekariye karekî bike. Dewleta Îranê çi bihayê nade daxuyaniyên ku li dijî wan têne belavkirin. Veşartina rastiyan di bin perdeyên reş û dîwarên betonî de berdewame. Qêrîn û hewarên girtiyên azadîxwaz nagehine derekê. Di çavê wan de rojnamevan ji ber vegotina rastiyan tawanbarên mezin û kesên ku di rêya torên civakî de erkên xwe cî bi cî dikin, sûçdar û weke dijminên gel û welatê xwe bi raya giştî didin nasandin. Hêza ragehandin û xebatên pêve girêdayî li ba wan ziyaneke mezine digihînin desthilatê.

Elbete tiştekî sirûştiye welatên ku ji demokrasiyê hez nakin wiha bûne û heya têk jî neçin yê wiha bimînin.

Di heftiyek îtirazên germ de gelek mekan û mal, bank û stasyonên benzînê hatin wêran kirin û şewitandin. Hinek ji wan ji hêla rêxistinên dewletê bixwe ve hatin şewitandin û bi karekî wiha re xwestin alîgirên xwe li dijî dijberên dewletê bînin qadên şer. Ji hêla din jî xwestin meşrûyetê bidene kuştin û şideta ku li dijî gel bikar anîne. Gelek malbat hene ku dilgiranî rewşa nediyar a kur û keçên xwe yên girtî û wendane. Ew dema diçine nexweşxaneyan ku cenazên ezîzên xwe bistînin, lê wan jî nadin dayîk û baban. Dewlet bixwe bi şevê û bi dizî cenazeyên wan vedişêrin. Karê ku 41 sale tim li dijî Kurdên şoreşger berdewam kiriye. Ciwanên ku endaziyar, doktor û xwendevanên serkeftî bûn, wiha erzan ji jiyanê hatin veqetandin. Piraniya wan jîr û zana, welatparêz û dîrokzan bûn, lê rejîma îslamî rehimê bi çi kesî nake. Heya niha hinek malbat ji bo standina cenazê zarokên xwe neçar perekî zêde jî didin dewletê. Ji hêla din jî piştî veşartina wan şehîdan nabe malbat şînê bigirin. Hejayî gotinê ye ku piraniya kesên ku hatine kuştin ji aliyê piştê, ser, stû û dil ve hatine hingavtin ( teqe li wan hatiye kirin). Dewlet ti agahiyan ji hejmara kuştiyan nade û ji wan jî tê xwestin ku şîna kesên kuştî neyê girtin.

Reformîst û muhafizekar!

Vê carê di qada şerê li dijî dawxazên xelkê de jî îspat bû ku ti cudatiyek di navbera reformost û muhafizekaran de li Îranê nîne. Ragehandin jî di bin kontrola dewletê de ye û bi rêya duristikirina parazîtê nahêlin kes ji rewşa şeqamên Îranê agehdar be. Heta kesên ku li dervey welatê mijûlî karê ragehandinê ne ji hêla sîstemê ve bi rêya endamên malbatên wan li Îranê têne tehdîd kirin. Îca kesên di nava sinorên welat da dijîn saniyekê jî bêkontrol jiyanê derbas nakin!. Hesen Ruhanî û Mihemed Xatemî weke du rêberên reformxwaz vê carê jî çavên xwe li agirê kîna gel li dijî siyasetên dewletê girtin û destê beyetê dane dîktator Xaminêyî.

Gelek kesên ku hatine girtin bi giranî birîndarin û derfetên çûyîna nexweşxane û dermankirinê nadin wan. Lêpirsîn bêyî amadebûna parêzer têne kirin û dibe ku kesên girtî bi îdamê bêne mehkûm kirin.

Tevî hemû zextên rêxistinên mafê mirovan dewleta Îranê ji berpirsên zindanê bigire heya dadgehên bilind û berpirsên din zaniyariyan naden xelkê û nabêjin ka çend kes girtî û kuştî hene û zaniyarî zelal nîne.

Vê carê sîstema desthilatdar li Îranê meşrûyeta xwe bêtir ji salên berê xiste ber sedan pirsên bêbersiv. Dubarekirina cinayetên salên berê tirseke mezin xistiye dilê rêxistinên mafê mirovan û gelên Îranê. Çimkî girtin komî û neyasayî ne. Carna hezar kesan li cihê 250 kesan di derên sergirtî da digirin. Kesên dest û pê şikestî, bêkar û feqîr heta di tuwalêtan de neçar dikin ku rakevin. Kesên ku nexwende û xwendevan nînin rastî reftareke hovanetir tên.

Bêtir ji van rastiyan bêşermiyê jî sinorek heye, lê Ruhanî piştî kuştina sedan kesî û birîndarkirina hezaran kesan wiha dibêje:” Di tevlîheviyan de em biser ketin”(!?)

Rayedarên komara Îranê, dema ku dizanin hebûn û mayîna wan ketiye deravekî teng, êdî guhdarî yasayên cihanî ên li dijî xwe nakin. Êdî heq û maf, yasa û zagon li Îranê bêfeyde ne.

Bi qûtkirina înternetê re çendîn milyar dolar zirara madî ji dewletê û gel re çûbûye.

Gotina berpirsekî êtlaatê wiha bûye.” Dema em dikarin we serkût bikin, hingî bêdeng bin. Lê êdî tirsa xelkê ji rejîmê şikestiye, çimkî birçî ne, nikarin bi sê şîftên karê rojane û şevane re heta kiraya mala xwe ya 50 metroyî jî bidin.

Jiyan bê internet weke ku mirov di girtîgehekê de be ku ji erd û esmana hemû derî li ser qifilkirî ne. Li Îranê karekî wiha yanî destdayîna li ser hemû daxwaz, îrade û warên jiyana xelkê a pirîvat. Rejîma niha ger rastî şikestê bê, êdî desthilatdarên wê ciyek nîne ku biçinê, ji ber wê jî çi hêz heye yê li dijî gel û serkûtkirina wan bikar bîne.

Dîrok yê van rojên reş qet ji bîr neke. Ez xweşbawerim ku rojekê encama ewqas kuştin, zindan, girtin, işkence û binpêkirina hemû yasayan yê zarokekî bi navê Azadî bîne dinê.

Dikarî Biecibînî