Dûrûtiya hêzên navneteweyî

Her roja diçe rê li Tirkiyeyê teng dibe. Tirkiye di Sûriyê de  xwest ku bi siyasetek dûalî xwe bike aktorê sereke. Vê jî xwest ku hem bi Rûsyayê re hem jî bi hêzên koalîsyonê re pêk bîne. Lê rewşa di halê heyî de derketiye holê wisa dide diyar kirin ku ev siyaseta pûç di serî de dê bi Tirkiye û hêzên bi Tirkiyeyê re tevdigerin mezin bide windakirin. Di vê mijarê de li Moskovê kesên ji Tirkiyeyê nerehet hêdî hêdî dengê xwe bilind dikin.

Tirkiyê bi tavîzên navxweyî û derve re Rûsya û Amerîkayê îkna kir ku êrîşê bakurê Sûriyeyê û Rojava bike. Di qada navneteweyî de ev yek ji xwe re wek serkeftinek mezin nirxand. Her wiha koalîsyona AKP û MHP’ê ya ku li ser hîmê nîjadperestiya faşîst hatiye avakirin jî bi vê êrîşê ve xwestin xurt bikin. Lê siyaseta navneteweyî wek siyaseta Tirkiyeyê ya li ser hîmê faşîzmê nayê meşandin. Lewma qetlîaman û sûcê şer ên dewleta faşîst a tirk li bakurê Sûriyeyê pêk tîne, di qada navneteweyî de hemû tên belgekirin. Rêvebiriya Enqereyê jî ev ferq kiriye ev belgeyên ku di destê hêzên navneteweyî de ne heta heta dikare dawî li jiyana Erdogan û hevkarê wî ya siyasî bîne. Lê em ji bîr nekin ku ev hêzên navneteweyî dê ev belgeyên ku dikarin rewşa herêmê bi temamî biguherin li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Ji bo vê jî ew li benda demek gûncaw in.

Di vê mijarê de belgeyên di destê Rûsyayê de hene pir girîng in. Di 24’ê Adara 2016’an de di hevdîtina navbera Pûtîn û Erdogan de ya ku li qesra Kremlîn pêk hat de rayedarên rûs belgeyên hevkariya dewleta tirk  û DAIŞ’ê aşkera dikin, raxistin pêşberî Erdogan. Di wê hevdîtinê de Rûsya dû rê dan pêşberî Erdogan. Ya yekem; pêwîst e Tirkiye li herêmê li gor berjewendiyên Rûsyayê pozîsyon bigire. Ya duyem jî; ger Tirkiye vê qebûl neke ev belgeyên ku ji hêla Rûsyayê ve hatine amadekirin wê di civîna NY’yê bihatana aşkerakirin. Bi van belgeyan Rûsya Tirkiyeyê teslîm girt. Piştî wê hevdîtinê û şûn ve di nav de kirîna S-400 û gelek mijarên ku heya niha Tirkiye qet newêre bi lêv bike êdî bûn rojevên sereke.

Rûsya ji xwe re dengeyek ava kir û li ser vî dengeyên ku hatiye avakirin xwest li herêmê hebûna xwe xurt bike. Lê heya niha du hêzên cîhanî Amerîka û Rûsya li heman erdnîgariyê de nehatibûn pêşberî hev. Herdu hêz jî bi rêya Tirkiyeyê xwestin hev denge bikin. Yanî ji milekî ve bi bandora xwe ya li ser Tirkiyeyê ve hêza hev dipîvan. Ji gelek milan ve li gor Rûsyayê awantaja Amerîkayê zêdetir bûn. Amerîka ev awantajê xwe bi kar anî û di civîna navbera Trump û Erdogan de hişyarên xwe kirin. Piştî vê hevdîtinê meqesa di navbera Rûsya û Tirkiyeyê her diçe bêhtir vebû. Ev jî ji aliyê Moskovê ve baş nayê nirxandin.

Tirkiye bi bihayekî pir mezin fûzeyên S-400’an kirî. Dema kirîna van fûzeyan ket rojevê jî gelek kesên di vê mijarê de pispor pirs kirin, gelo bi rastî pêwîstiya Tirkiyeyê bi van fûzeyan heya an na? Di rastiyê de pêwîstiyek wisa mezin nîne. Lê Tirkiye mecbûr ku li gor nexşeyarêya ku ji hêla Kremlîn ve hatibû diyarkirin tevbigere. Li gor vê peymanê jî kirîna fûzeyên S-400’an mijara sereke bû. Beşa yekem ê van fûzeyan radestî Tirkiyyê hat kirin. Lê ji bo beşaa duyem û herî girîng ê van fûzeyan li Moskovê gelek tişt tên gotin. Li gor van teoriya Tirkiyey ji bo navbera xwe û NATO’yê xirabtir neke wê beşa duyem ê van fûzeyan nebe Tirkiyeyê. Di vê mijarê de rayedarên rûs jî agahdar kirine. Lê heya niha di vê mijarê de ji hêla Rûsya û Tirkiyeyê ve tu daxuyaniyên fermî nehatine kirin. Ger bi rastî jî beşa duyem ê van fûzeyan ji hêla Tirkiyeyê ve neyê desgirtin wê demê beşa yekem jî bê wate dibe. Ji ber ev çekek wisa komplîkeye ku bê perçeyekî ne gengaz e ku aktîf û çalak bibe.

Ji milekî vê Tirkiye bi vê mijarê re mijûl dibe ji milêdin ve jî dewletên endamê NATO’yê Tirkiyeyê tevgav dikin. Tirkiye bi vê hemleya xwe ya bi ber Rûsyayê ve yekitya NATO’yê jî xist nîqaşê. Lê dewletên ku endamê vê yekitiya leşkerîne dê wisa bi hesanî xwe teslîmî van polîtikayên Tirkiyeyê nekin. Di serî de Amerîka û Îsraîl dê Tirkiyeyê tevgav bikin.

Di halê heyî de hêzên navneteweyî ji bo hebûna xwe li herêmê xurt bikin Tirkiye bi awayekî akilane bi kar anîn. Wek amûrekî Tirkiye li gor berjewendiyên xwe xistin tevgerê. Lê dûrûtî û kambaxtiya mezin a van hêzan ew e ku ji bo berjewendiyên xwe hiştin ku gelek, civakek û netewek bê qetilkirin. Li rexmî hemû hêz dizanin Tirkiye li bakurê Sûriyeyê qetlîman pêk tîne, sûcê şer dike, bi çeteyan re di nav hevkariyê de ye dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.

Dikarî Biecibînî