Doza kurd doza zimên e

Bi dehan sal e der barê pêşketina zimanê kurdî de gelek xebatên hêja tên meşandin. Ger ku îro kurdî di nav zimanê cîhanê de cihekî bi rûmet girti be, ev yek bi saya serê van xebatên hêja û bêhempa ye.

Der barê pêşketina zimên de rola çapemeniya kurd nayê jibîrkirin. Televîzyonên ku di salên 90’an de dest bi weşanê kirin, kovar û pirtûkên ku hatin çapkirin di vî warî de peywirên girîng girtin ser milên xwe û rolên dîrokî lîstin. Her wiha enstîtuyên kurdî ji bo pîvan û zanistiya zimên kar û xebatên bêhempa meşandin.

Lewma di êrişên asîmîlasyonê de ewil çapemeniya kurd, saziyên zimên ketin ber bayê êrîşan. Ev sazî hatin girtin, desteserkirin; xebatkar û endamên wan hatin cezakirin. Serencama têkoşîna dîroka zimanê kurdî di heman demê de serencama dîroka doza kurd e. Ji xwe doza neteweya kurd, di heman demê de doza zimên û çandê ye. Asîmîlekirina kurdî çawa ku meseleyeke siyasî be, daxwaza ziman û çanda kurd jî ewqas siyasî ye.

Car cara hin derdor ji bo çavxapandina îktîdaran dibêjin “meseleyê di asta çandê de hildidin dest” û bi zanetî an jî nezanî meseleya çandî wekî tiştekî biçûk nîşan didin. Lê ne wisa ye, kengê zimanê kurdî di asta civakî û cemawerî de azad bibe dê gelê kurd jî azad bibin. An jî heya neteweya kurd azad nebe ziman û çanda kurdî jî azad nabe. Yek nebe yê din kêm dimîne. Kes nikare bibêje di rewşeke ku kurd azad nebin de pêşî li çand û zimanê kurdî hatiye vekirin. Ev yek ne zanistî ye û ne jî pêkan e. Ji ber ku destpêka pirsgirêka kurd asîmîlasyon e, heya polîtîkayên asîmîlasyonê ranebin çand û zimanê kurdî azad nabin. Bi dawîbûna politîkayên asîmîlasyonê jî tenê bi qebûlkirina maf û azadiyên neteweya kurd pêkan e.

Lê her kurdek jî dizane ku tu dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên înkar û asîmîlasyonê bernade. Bi dildarî vê yekê nake. Ger wisa bûya, bi sed salan e ji pêkanîna vê polîtîkayê evqas xwîn nedihat rijandin. Lewma divê ku polîtîkayên asîmîlasyonê bê hilweşandin. Ev jî dê bi pêşketina ziman û çanda kurdî pêk were. Ji bo vê yekê xebatên ziman û çandê xebatên rizgariya gelê kurd e.

Herî dawî li Amedê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr û zimanzanên kurd Tora Ziman û Çandan hate avakirin. Heya niha gelek înîsiyatîfên bi vî rengê hatin lidarxistin. Dibe ku hemû negihîştibin armanca xwe, dibe ku di vî warî de xebatên mayînde û demdirêj pêk nehatibin. Lêbelê ev lêgerîn dide nîşan ku kurd di riya rast de ne. Ev yek dê di dawiya dawî de serkeftinê pêk bîne. Ev tor li gelê me pîroz be, Xwedê me ji tora zimanê me bêpar nehêle.

Dikarî Biecibînî