Bêdengiya li pey tofanê!

Dijberî û xwenîşandanên vê dawiyê li Îranê stonên desthilata rejîma îslamî lerizandin. Tirseke tije metirsî laşê rêberên sîstema totalîter xiste nava taya mirinê. Li hemû Îranê bi milyonan kes ku piraniya wan ciwanên 20-35 salî bûn, bi dengekî bilind li hemberî siyasetên tije şaşî yên rejîmê rabûn ser pêyan.

Êdî wan zanîne ku hem siyaseta derve û hem jî ya navxweyî li pey 41 salên temenê komara îslamî gîhane rawestgeha xwe ya dawiyê. Elbet salên berê jî serhildanên wiha hebûne, lê vê carê ne tenê di çarçovaya herêmeke diyarkirî, belkî li piraniya bajarên 31 wilayetên Îranê dijberî tev xwedî yek armanc bûn ku ew jî têkçûna rejîma Îranê bû.

Di rûberekî berfireh û demeke kurt de hemû çînên civakê li dijî rejîmê çi ji destê wan hat kirin, lê ev rastî jî di qada siyasetê da îspat bû ku şer, tundî û kîna li hemberî rejîmeke dîktator têr nake ku ew ji daxwazên gel ên meşrû re serî bitewînin. Ji ber wê jî birêvebirin û organîzekirina wê kîn û tundiya gel a tije hêzeke berbelav dikare bibe hêzeke mezintir û weke opozîsyonek xwedî armanc li hemberî rejîmê bisekine.

Wiha yê gav bi gav hêz zêdetir li dora navenda birêveberiyê kom bibe. Şîdet an jî tund û tîjî ya kor weke xwekujiyê ye. Me encameke wiha herî dawiyê li Îranê dît, lê ev nayê wê wateyê ku gel ji ya xwe hatiye xwarê, belkî ew ê demekê bêdeng bimînin, lê bi hatina derfetên herî biçûk re dîsa serhildan hebin. Şiyarkirina civakekê ku bi sed rêbazan hatiye tepisandin, karekî hêsan nîne û yê demê bixwaze ku liv û lebateke dorfireh di nava gel de belav bibe.

Pêwîst e kesên pispor di warên cûr bi cûr de ji bo vê yekê kar û xebateke berfireh bikin. Ger ji vir û şûnde hêzên serhildêr hevgirtî nebin û ji her tiştekî girîngtir xwedî stratejiyeke hevgirtî nebin ku armancên wê bi zelalî hatibine şîrove kirin, dîsa bi awayekî demkî bêne bêdengkirin. Carna li welatên ku kursiya îktîdarê di destê dîktatorên xwînrêje de ye, tundî encameke berevajî jî dide. Vê yekê herkesî ji daxuyanî û gotinên Xaminêyî (weke serkêşê fraksiyona muhafizekaran) û Mihemed Xatemî û Hesen Ruhanî (weke serkêşên fraksiyona reformxwazan) famkirin ka ew çiqas di rojên tengaviyê de nêzî hev in. Yanî wexta her du dibînin ku sîstema desthilatdar li ber têkçûnê ye, hemû dijberiyên xwe datînin aliyekê û stratejîya xwe ya tam weke hev li dijî daxwazên gel didin diyarkirin. Kurt û kurmancî ew di eniyekê de li dijî şoreşa gel şer dikin, yê şer bikin jî. Bes xala ku hakimên Îranê êdî hisabeke mezin jê re dikin: “Bêdengiya gel a piştî tofanê“ yan jî hemen agirê bin xweliyê ye.

Vê carê di çar mijarên jêr de îspat bû ku li Îranê sazî û berpirsên dewletê haydarî rewşa jiyana welatiyên xwe nînin û hemû biryar ji hêla kesekî ve tên dayîn ku ew jî rêberê olî yê rejîmê Ayetulah Xaminêyî ye:

  • Parlemento yan jî mecliseke bêbiryar û bêxîret a ku xwedî sedan endaman e, lê zêdetir dişibe dekoreke bêreng û rû!
  • Serokkomarekî bêxasiyet ku heta haydarî biryarên dewlata xwe jî nîne.
  • Hêzên emniyetî û dadweriyê yên fasd ku ji xeynî asayîş û qezaweteke durist û adilane bêtir mijûlî dizî û rişwet xwarinê ne.
  • Rêberekî olî yê dîktator, kor û kerr ku hemû xasiyet an jî taybetmendiyên jor di tevgerên wî de hene.

Bi naskirina vê rewşê re û bêtir naskirina hişmendiya desthilatdarên Îranê tenê bi rêyekê gel yê bikarîbe ji wan rizgar bibe ku ew jî têkçûna sîstema desthilatdar e.

Herî dawiyê Xaminêyî ji alîgirên xwe dawa dike ku rewşa salên 1980‘an ji nûve di civakê de zindî bikin ku hingî komîteyên tije pasdar hemû yasa binpê dikirin û li dijî daxwazên gel çi bixwestana, dikirin. Lê wî ji bîr kiriye ku ew derfetên zêrîn êdî ji destê şêx-mêxan derketine û zeman careke din ber bi paşve venagere. Hêz û kerba gel ji hemû hêzên cîhanê mezintir e, ew ê jî nikarîbin xwe li ber wê oqyanosa mezin a hêza gel bigirin.

Rewşa Îran û Tirkiyeyê di hinek mijaran de dişibe hev ku li jêr ez ê bi kurtî îşare pê bikim.

Erdogan û dîsa şikesteke din!

Di meha derbasbûyî de dema ku îtîrazên li Iraqê berfireh bibûn, Erdogan hişyariyek dabû Îranê û gotibû: “Dibe ku ew îtîraz ber bi Îranê ve jî biçin û herêm tevlihevtir bibe…“

Li kêleka bicih nehatina wê daxwaza wî, xewnên wî yên din jî berav bûn. Pêr roja çarşemê rûniştina NATO‘yê li Londonê bidawî bû. Erdogan berî wê bi çend rojan guhê çexa felekê kerr kiribû û bi wê mercê ku: “Ger hemû endamên NATO‘yê YPG‘ê weke rêxistineke terorîstî nenasin, hingî ew ê proja NATO’yê bi merema parastina wilayetên Balkan û Lehistanê li hemberî Rûsyayê boykot bike‘, xwe gihand Londonê. Lê dawiyê neçar ma ku hem wê projê bipejirîne û hem jî ne tenê hemû endamên NATO’yê belkî heta yek endam jî amade nebû ku YPG‘ê weke rêxistineke terorîst bibîne. Di vê navê de hewldanên serokê Fransayê Emanuel Macron cihê teqdîreke bêdawî ye ku li dijî kiryar û biryarên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan xwedî helwesteke pir baş bû.

Bi çûyîna welatê Amerîka û vê care jî rûniştina NATO’yê êdî xewnên Erdogan li dor dagîrkirina rojavayê Kurdistanê wiha rihet cî bi cî nebin. Zêdebarî wê em dibînin ku bi êrîş û zêdegaviyên xwe li dijî destkeftên kurdan ên Rojava prestîja bizava siyasî ya kurd li Sûriyeyê bilindtir bû û di raya giştî ya cîhanê de jî zêdetir hate naskirin. Pêwîst e em qet vê rastiyê ji bîr nekin ku siyaseta Tirkiyeyê bi amadekariyên ji bo sedemîn salvegera damezirandina Komara Tirkiyeyê li ser tunekirina kurdan, guherandina demografiyê li erdnigariya Kurdistanê û xwespariya hêzên herî sereke di qada siyaseta kurdî de dimeşe. Hêzên xwesipar ku hem kurd in û hem jî çeteyên îslamî ne ku weke gelek kurdên sawîlke bawerî bi dirûşmên Erdogan û misilmanbûna wî anîbûn.

Her du rejîmên Îran û Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka kurd xwedî tirseke mezin in. Du parên axa Kurdistanê yên herî mezin jî ji hêla wan ve hatine dagirkirin. Ew bi plan û proje li dijî kurdan kar dikin, lê ez baş dizanim ku heya 4-5 salên din roja her du rejîmên totalîter jî yê ava bibe. Yek zûtir an din derengtir, lê li benda wan derfetên zêrîn bin ku li hêvîdar im li pey têkçûna wan dîsa jî partiyên me yên siyasî winda nekin.

Di vê navê de erkên giran berê dikevin ber partiyên siyasî li Kurdistana mezin û pê re pêwîst e gelê kurd tim di qada xebatê de diyar û hevgirtî be.

Di roja îro de herî zêde kurd in ku li hemberî hejmonîxwaziya dewleta Tirkiye û Îranê şer û berxwedanê dikin. Di awayê kuştina şoreşger, zarok, jin û sivîlan de jî em ferqekê di navbera du rejîmên dagîrker de nabînin. Herî dawiyê me dîmenên trajîk li Merîwan, Kirmaşan, Til-Temir, Efrîn, Ciwanrû û gelek bajar û gundên din ên Kurdistanê dîtin.

Dikarî Biecibînî