Çarenûsa NATO’yê?

Di 2-3’yê vê mehê de civîna bilind a NATO’yê, li Londonê pêk hat.

Gelek şîrove berê ku çêbibe li ser vê civînê hat kirin. Bi giranî jî dihat gotin ku vê carê çarenûsa NATO’yê ber bi têkçûnê ve diçe.

Sedemên wê jî ev bûn; hem konjoktura cîhanê ber bi Şerê Cîhanê ya 3’yemîn ve diçe û hem jî bi vê ve girêdayî nakokiyên navbera devletên endam gelek dijwar bûne.

Rastiya van şîroveyan hene. Ji ber ku NATO, di sala 1949’an de bi pêşengiya DYA’yê ve hate damezrandin. Tirkiye jî di 1951’ê de bûye endam. Armanca wê ya bingehîn dijberiya Yekitiya Sovyet bû. Erê her çendîn weke saziyek leşkerî tê zanîn û rastiya wê jî hebe, lê xwe dispêre bingehek xurt a siyasî ya dewletên endam.

Li hember vê saziyê, berovajî vê armancê, bi pêşengiya Yekitiya Soveyetê di sala 1955’an de PAKT a Varşovayê hat damezrandin.

Weke tê zanîn, piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê û pêve girêdayî hilweşandina PAKT a Varşovayê, bi bingehîn sedemên mayîna NATO’yê ji holê rabû. Diviya ev jî bihata hilweşandin. Lewma ew şîroveyên dihatin kirin, hinek rastî nîşan didan.

Diyar e ev rastî û ev bendewarî, di vê civîna dawiyê ya li Londonê de weke ku dihate xwestin pêk nehat. Lê weke dewletên ku serkêşî dikirin, mîna DYA jî negihiştin daxwaz û armancên xwe. Bi gelemperî navek lê were kirin, mirov dikare bêjê hema hema ser li nakokiyên dijwar ên navbera wan hinek hat girtin, zêde nehatin tevdan. Ev jî tê wateya ku di demên pêş de, ne dûr, di nêz de ev nakokî biteqin û dibe ku ji niha xerabtir jî were serê NATO’yê.

Dewleta herî ji xwe û endamtiya xwe ditirsiya dewleta R.Erdogan Tirkiye bû. Yê herî neyînî li NATO’yê dinêrî û bi taybetî jî li dijî R.Erdogan bertek nîşan da, Macron bû û got ‘YPG/YPJ ne terorist in, yê bi DAIŞ’ê re kar dike Tirkiye ye!’ Jixwe weke ku di serî de hate gotin, nakokî di nava hemû dewletên sereke de jî hebûn. Trump, Macron, Merkel, Johnson û hwd. her çendî dudu bi dudu, çar bi çar bi hevre rudiniştin û hevdîtin jî pêkanîn, lê lihevhatinek berbiçav di navbera wan de nehat xuyakirin.

Lewma mirov dikare bêje çarenûsa vê saziya navdewletî ya bi giranî leşkerî ya NATO’yê ne berxweş û erênî ye!

Di encamê de tu dewletên gihiştibin armanc û mirazên xwe nîne. Di serî de jî dewleta R.Erdogan. Hema hema yek dewletê jî, bi aşkera ji bo  êrîşkarî û dagirkeriya wî ya li ser Rojava û bakurê Suriyeyê negot erê (Ji bilî sekreter Stoltenberg!). Her wiha ji bo YPG, YPJ, PYD û HSD’ê negotin terorîst. Berovajî ekseriyeta wan gotin ‘baş in û yê herî bi xurtî li dijî terorîstan û DAIŞ’ê şer kirne ev in’ û hwd.

Erê bêgûman em zanin, R.T.Erdogan, bêyî destûra NATO û her wiha bi taybetî beyî destûra Trump û Putin vê faşîzma sedsala 21’ê, ya li ser gelê me nameşîne!

Lê di vir de, ya gelek girîng ew e ku li hember vê siyaseta qirêj û xwînrij a navdewletî, berxwedanek gelek mezin û bi rûmet hat meşandin û tê meşandin.  Û vê îradeya nayê şikandin û mezin a gelên me ya berxwedêr, plan û projeyên wan li ser çavên wan da, li ser rûyên wan ên reş xist û dixe. Lewma li ber raya giştî ya cîhanê û wijdanê mirovatiya cihanê, newêrin serê xwe rakin û ji R.Erdogan re bêjîn erê tu baş dikî! Berovajî, ji neçarî, ji têkoşîn û têkoşerên gelên me re dibêjin ‘hevalbendên me ne û baş in!’

Bi vî awayî bimeşe, ne bi tenê çarenûsa NATO, belê çarenûsa gelek saziyên derewîn ên navdewletî weke NY, AGÎT, KA û hwd. jî  neyînî ne û hildiweşin!

Wisa diyar e, van saziyên bingeha wan ne li ser rûmetên gelan, ne li ser jiyana azad û wekhev a civakê hatine avakirin dê têk biçin, li şûna wan ên hemdemî û nû yên bingeha wan li ser berjewendên gelan û baweriyan e, werin avakirin.

Dikarî Biecibînî