‘Yekitiya Neteweyî’, ‘Kongreya Neteweyî’

Beriya demekê serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî anîbû ziman ku serdana xwe ya ji bo Enqereyê daye paşdexistin. Ev daxuyanî di demeke ku êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Rojava û Başûr berdewam dikirin û gelê kurd li her alî li dijî van hewldanên dagirkeriyê li ser pêyan bû, ji aliyê gelê kurd ve li her deverê bi erênî hate nirxandin.

Bêguman nirxandin û şîroveyeke ku dibêje ‘Çima Mesrûr Barzanî çû Enqereyê û bi rayedarên hikûmeta tirk re hevdîtin kir’  dê ne şîroveyeke di cih de be. Ew tiştekî ku ew bi xwe dizane û di dîplomasiyê de tiştên wiha dibin.  Di dema şer û pevçûnan de jî hevdîtin û danûstandin di navbera hêzan de tên birêveberin. Lewra pirsgirêk ne di serdana Mesrûr Barzanî ya Enqereyê de ye.

Divê were zanîn ku dewleta tirk a qirker van êrîşên li dijî gelê kurd ne bi tenê ji aliyekî ve dimeşîne. Her tim di nav polîtîkayên xwe de meseleya ‘kurdan li dijî kurdan bikar bîne’ derdixe pêş û ev yek bûye aliyekî sereke yê polîtîkaya wan. Hertim bi vê polîtîkaya xwe hewl daye ku ‘rewabûnê’ bide dagirkeriyê û êrîşên xwe yên qirker ên li dijî gelê kurd.

Ev polîtîka wekî mîrateyekê ji dema osmaniyan de heta roja îro bûye polîtîkayek serdest di hemû êrîşên dewleta tirk ên dagirker û qirker de. Ev polîtîka di komkujiyan de jî bi rengekî aşkera derdikeve holê. Di van êrîşên qirker û dagirker de ENKS derdikeve pêş, ew navê ku dane hin hêzên rojavayê Kurdistanê û ev êrîşên dagirkeriya Rojava wekî ji alî hikûmeta tirk ve wekî ‘banga’ hêzeke kurd bi kar tînin. Wekî ku li ser banga hêzeke kurd ev êrîşên xwe pêk anîne.

Her wiha têkilî û ev hevdîtina rayedarên dewleta dagirker bi Mesrûr Barzanî re jî encax di vê çarçoveyê de dikare were şîrovekirin. Jixwe daxuyanî û nûçeyên piştî vê hevdîtinê jî hatin aşkerakirin, vê rastiyê derdixin holê. Hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu û serokomarê tirk Tayyîp Erdogan wekî ne tenê ‘rewakirina êrîşên li ser Şengalê’ lê berfirehkirina van êrîşan li ser hemû başûrê Kurdistanê jî tê nirxandin û tê xwestin ku pêşiya boykotkirina malên Tirkiyeyê û boykotkirina temaşekirina rêzefilmên tirk jî were girtin. Ev yek jî wekî hekaretekê li dijî Mesrûr Barzanî dikare were nirxandin. Erdogan û Çavuşoglu danûstandinên xwe yên bi Mesûr Barzanî û nêzîkatiya pê re aşkera ye wek ku ‘memûrekî dagirkeriyê’ be nîşandan. Bi awayekî aşkera hate xuyakirin ku gazî wî kirine da ku tiştên jê werin xwestin bike.

Kes nikare li hember derê ku pêkhatina tiştekî wiha bi serê xwe rûmeta neteweyî çewisandiye. Bê guman bendewariya civaka Kurdistanê ya ji Mesrûr Barzanî ew bû ku di hevdîtinê de nêzîkatiyeke ku berjewediyên kurdan ên hevpar li ber çavan digire nîşan bide. Lê belê tevî vê bendewariyê jî, hem hestiyariyeke wiha nehat nîşandan û hem jî bi daxuyaniyên xwe, hin tişt gotin ku dewleta TC’ê ya qirker dê dikaribe di şerê xwe yê psîkolojîk de wan bi kar bîne.

Partiyên kurdistanî xwedî polîtîka û nêrînên ji hev cuda ne. Jixwe ewqas ferq û cudahî di navbera wan de tune bûna, dê ewqas partiyên cuda jî nehatina damezirandin. Lê ev ferq û cudahiyên di navbera partiyên kurdistanî de ancax ew bi xwe dikaribin van pirsgirêkan di navbera xwe de çareser bikin, ne ku bi rêya dewleteke dagirker û dijminê hemû kurdan.

Her wiha daxuyaniya hevbeş a Mesrûr Barzanî li kêleka dewleta tirk û li ser heman kursîyî derbarê tevgera azadîxwaz a gelê kurd de ku got ‘em ji hebûna wan a li herêmê dilteng in’ jî dikare di heman çarçoveyê de were nirxandin.

Li her deverê Kurdistanê û kurdên ku li her deverên cîhanê dijîn, hemû hêzên kurd û kurdistanî tenê yek rojevek wan heye û ew rojev jî mijara ku tê nîqaşkirin  ‘Yekitiya Neteweyî’ û Kongreya Neteweyî’ ye. Di van nîqaşan de girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî tê xwestin. Mafê xwezayî yê hêzên kurdistanî jî heye ku li gorî vê daxwazê tevbigerin û vê banga gelê kurd li ber çavan bigirin, ev jî mafekî xwezayî yê gelên Kurdistanê ye. Civaka Kurdistanê îro di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe.

Mercên ku berê nehatin bikaranîn, di çaryeka sedsala 21’an de dîsa pêk hatine. Divê hêzên kurdistanî dikaribin van mercan ji bo berjewendiyên gelan bi kar bînin. Ev pêkan e. Destpêkê jixwe di nav xwe de bi rêxistin in.

Di demên derbasbûyî de gelek serpêhatî û tecrubeyên ku bi serê kurdan de hatine hene û ew dikarin ji wan tecrubeyan sûd werbigirin.  Di demên berê de dema ku kurd perçe perçe û belav bûn, hêzên dagirker jî ew yek didîtin û li wê gorê kurd li dijî hev didan bikaranîn. Divê niha em rê nedin dubarekirina wê yekê û dîsa nedin jiyîn. Ew yek jî pêkan e.

Heke hêzên kurd ên ku bi bedelên giran hin destkeftiyên xwe bidest xistine ji van şert û mercên heyî sûdê wernegirin, dibe ku careke din şert û mercên wiha bi destê wan nekevin.  Ev şert û merc ancax sedsalê carekê bi dest dikevin an jî nakevin.

Divê kes bawer neke û pê nexape ku bi taybetî jî yek ji hêzên herî hov û qirker ên dinyayê dewleta TC’ê, ew ê derfetan ava bike.

Divê ku hêzên kurdistanî vê rastiyê bibînin û rê nedin ku di serî de dewleta dagirker a tirk û hemû hêzên dagirker, sûdê ji vê yekê wergerin û li dijî wê yekê dest bi xebatên yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî bikin.  Divê ev yek wekî peywireke bêhempa û xwedî nirxeke herî giranbuha were dîtin û tiştê dikeve ser milê her kesî wer bicihanîn.

 

Dikarî Biecibînî