Yekitiya kurd çarenûsa gelê kurd e

Roja pênşemê ji çar parçeyên Kurdistanê zêdeyî 100 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyan û partiyên siyasî yên Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê dest bi meşa yekitiya neteweyî ya kurd kirin. Ev meşa ku wê ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê heta bajarê Cenevreyê du rojan dewam kir, ji bo yekitiya gelê kurd pir bi wate û hêja ye. Di destpê de wek kurdekî ez dikarim bêjim ku kesên ev meş organîze kirine û di plansaziya wê de xebat dane meşandin bi dilgermiyeke mezin slav dikim. Di vê demê de pêwîstiya gelê kurd ji nan û avê zêdetir bi yekitiyek neteweyî heye.

Pêwîst e di her çar perçeyê Kurdistanê de ji hêla partiyên siyasî û saziyên civakî ve piştgiriyek xurt ji bo vê çalakiyê bê dayîn. Ji ber ku ev çakakî bi tu awayî naşibe çalakiyên ne bi daxwaza partiyekê yan jî bi daxwaza ji bo mijarek cûda ye mijara gotinê yekitiya gelê kurd e. Bi vê çalakiyê ve jî derdikeve holê ku gelê kurd di kesayeta xwe de sînorên ku li bajarê Lozanê hatine diyarkirin ji holê rakirine. Lewma ev çalakiya ku bi boneya vala derxistina van sînoran û yekitiya netawa kurd pir girîng û hêja ye.

Mijarek din a ku vê çalakiyê girîng dike ew e, di vê çalakiyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdariya kesên di nav civakê de xwedî qedir û qiymet girîngî û wateya vê çalakiyê hîn xurttir dike. Ev kesên ku bi huner, fikir, nêrîn, deng û rengê xwe ve her wiha di qada siyasî de jî bi awayekî çalak ji bo yekitî û azadiya gelê kurd têkoşiyane niha jî bi vê çalakiyê ve hêza xwe kirine yek. Pêwîst e ev çalakî bê mezinkirin û xurtkirin.

Ez di wê baweriyê de me wê ji gelek partiyên siyasî yên di Kurdistanê de xwedî rolekî diyarker in ji bo vê çalakiya hêja piştgirî bê dayîn. Lê ji piştgiriyê zêdetir pêwîstî bi hin gavên pratîkî heye. Di rastiya xwe de tu partî û saziyên kurd bi zimanekî aşkera li dijî yekitiya gelê kurd dernakevin lê bi emel û xebata xwe ji yekitiyê zêdetir perçebûyînê pêş dixin. Lewma beriya her tiştî pêwîstî heye ku em pêşî li van kiryarên ku yekitiyê zêdetir perçebûyînê di nava gel de ava dikin bigirin. Ji bo vê jî her kesê ku dibêje; ‘ez alîgirên yekitiya gelê xwe me’ bêyî ku dûdiliyê bijî piştgirî bide vê çalakiyê ji bo ev çalakî bigihêje armanca xwe li cihê lê dimîne xebat bide meşandin.

Bûyerên ku li rojavayê Kurdistanê diqewimin girîngiya yekitiya gelê kurd radixe ber çavên me. Bêgûman ji ber ku komkujiyên li Rojava diqewimin bûyerên hîn germ û taze ne em li ser wan mînaka didin lê neyarên gelê kurd komkujiyên li Başur, Rojahilat û Bakur jî hatine pêkanîn jî ne bûyerên ku mirov bikaribe ji bîr bike. Ger gelê me ji hêla îradeyek siyasî ya ku ji navendekê ve tê rêvebirin ve bihata emformekirin û di vê çarçoveyê de ji hizb û partiyan zêdetir li gor nirxên netewî siyasetek navnetewî bihata kirin wê demê niha hal û derdê gelê me wê ne ev bûya. Ev jî kêmasî û nebesiya me kurdan e. Lê pêwîst e em êdî vê qedera kambax a ku dijminê me li ser me ferz dikin berdin. Êdî em bi xwe bikaribin li gor berjewendiyên welat û gelê xwe têbikoşin. Ji bo vê jî bêyî ku em bêjin wê kî çi bêje em dest bidin hev û yekitiya xwe ava bikin.

Li gor min ev mijarek pir girîng e pêwîst e li gor vê girîngiyê jî mirov nêzî wê bibe. Di vir de em qala hebûna gelekî dikin. Mijara gotinê hebûna îradeya gelekî ye. Ev gel bi çanda xwe û bi şaristaniya ku avakiriye ji mirovahiyê re bûye çavkaniya jiyanê. Ev gelê wisa kevnar û xwedî dîrokek kur û tijî, dixwazin bidin tunekirin. Werin em bi hev re ev lîstikên ku bi peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de bi pêşengiya kralîyetên Îngilistanê, Fransa, Îtalya, Japonya, Yunanistan, Romanya, Sirp, Hirvatistanê û Komara Tirkiyeyê ve hatiye îmzakirin vala derxin.

Dikarî Biecibînî