Xwediyê Kurdistanê gel e!

Dîsa em di yek ji wan qonaxan de derbas dibin ku êrîşên dijmin ên herî hov ku asta wê mirov nikare pênase bike, dijîn. Hema bêje her roj êrîş, li her aliyê Kurdistanê şer û talan tê kirin.

Li gel van êrîşan jî gelê kurd bi hemû hêza xwe ya têkoşînê, bêyî ku ji ya xwe bê xwar çi di şer de be çi jî di warê jiyanê de be bi exlaq û dîsîplîn li ber xwe dide û şerê xwe jî dike. Ev jî dihêle ku tim li dijî êrîşan xwe ragir û serhildêr be. Her carê dijmin dibêje va koka wê me qeland, ji nû ve li cihekî ku qet dijmin texmîn neke serî radike. Ev bûye kevneşopiyeke ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê.

Her çendî aliyê têkoşînê xurt jî be, lê hinek kêmanî û qelsiyên bi salan e tê dubarekirin, dike ku em tim berdêlên mezin bidin. Asta hovîtiya dijmin gihaye wê astê ku rasterast zarokan dike hedef û qetil dike. Her wiha vê jî bê ku veşêre li ber çavê her kesê dike. Ji ber ku cîhan îro rê daye vê, çav û guhê xwe li vê digire. Kurd jî tevî vê, sînga xwe daye ber û zend û bendên berxwedan û şerê hebûnê heta nefesa dawî dide.

Nîşanî û sembola vê jî şoreşa wê bûye şoreşekî gerdûnî. Ev pênase ji nelihevkirinên civînên ku ji bo çareseriyê ya bê kurdan derdikeve holê. Çawa ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji  bo NATO’yê pênaseya ‘Mejiyê NATO’yê miriye’ mirov dikare bêje; ne tenê mejiyê NATO’yê di heman deme de mejiyê dezgeh û saziyên mafê mirovan û zarokan jî miriye. Di roja îro de ku nimûneya vê ya herî dawî Til Rifatê rû da. Li kolanê top li zarokên penaber barandin, 8 jê zarok bi giştî 10 kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Gelo ev li ku devera cîhanê ji derveyî Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê, wê cîhan helwestekî wiha raber bike. Dîsa em bêjin ev zarok ne kurd bûna, wê dinê û saziyên qaşo maf parastinê, dîsa xwe wisa lal û ker bikiribûna.

Bila ew sazî vê yekê baş bizanin ku zarokên kurd û kurd wê vê helwesta wan ji bîr neke, di nezera wan de ev sazî dê tim hevkarên vî sûcî bin. Cîhan a ji bo zarokekê dinê dihejînin, çima ji bo zarokên kurd tiştekî nakin. Ev bi xwe bêwijdaniya herî mezin e. Tu ferqa zarokên kurd ji zarokên din nîne, xwedî heman maf û çarenûsa jiyanê ne.

Di rewşeke wiha de ku hema bêje dinê tev pişt daye me, ketina nava hewldana yekitiyeke kurd, wezîfeyeke pîroz û muqedes e. Ev hewldan wê bikaribe me weke netew û dîsa kurd û kurdistanî li hemû cîhanê bide naskirin. Wê zarokên kurd jî bi vê yeke hew bibin qurbaniyên siyasetên derewîn. Ev hewldana ku îro tê kirin, bi hêviya ku mîna gelek hewldanên borî nebe qurbaniyên berjewendiyên biçûk û yekalî.

Jixwe têra xwe xelk û alem ji bo berjewendiyên xwe me dikin qurbanî. Divê sala nû bibe sala yekitiyê û hevrebûnê. Her alî li gorî hestê netewî bikeve lebatê û ji bo yekrêziya kurdî xebat bike. Partî, hizb, sazî û pêkhateyên kurdî divê her cûre berjewendî li jêra yekitiya kurdî dane û wiha bikeve hewldanan. Di bin yek sîwana kurdî de weke netewebûna yek û piştî wê her partî dikare bi ya xwe bi rêya demokratîk xizmetê ji bo vî gelî bike.

Îro divê ne PKK, ne PDK, en YNK, HDP, PYD… û ne jî tu partî wisa neke ku sed salên din êrş û elemên dijmin li kurdan didin kişandin bê dubarekirin. Di bin sîwana Yekitiya Kurdî de bibin yek û li dijî her cûre zalim û dijminê zarokên kurdan şer tê, têkoşînê bikin. Dema ev bû piştî wê ji bo rêveberî û sazûmaniya Kurdistanê dikarin biçin hilbijartin û ji bo vê jî yê herî adil dê gel biryara vê bide.

Xwediyê Kurdistanê gel û biryar a gel e. Kî/ê layîqî vî gelî be wê li gorî kar û keda xwe cih bigire di rêvebirin û gotinê de. Ji bo vê ye ku di vê mijara yekitiyê de wê heq û neheq, rast û şaş derkeve holê. Ev heman demê meydaneke ya têkoşîna bi xwe re ye jî. Kîjan partî û sazî bi rastî jî ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşînê dike jî derkeve holê. Ger ku her partî dixwazin li Kurdistanê xwedî cih û gotin bin, bi ev sêwan tam cihê wê ye… Ji bo wê ye bi hêviya ku ev hewldan jî mîna hewldanên berê ber hewa neçe û demek beriya demekê yekitiya kurdî pêk bê.

Dikarî Biecibînî