Ji roja cîhanî ya mafê mirovan heya mafê rojnamegeran!

Em di sedsala geşbûna teknîka ragihandinê de a bêsînor de ne. Her roj cîhana em tê de dijîn bi destkeftiyên nû re dest bi jiyaneke xweştir dike. Zanîn mafê her kesî ye, lê diktator di dirêjahiya hemû dîroka cihanê de li dijî vê yekê bûne. Êdî îro di dema herî kurt de deng û reng, nûçe û agahiyên kêlî û saniyên herî dawiyê ji parzemîna herî dûr digihin me. Karê rojnamevan û saziyên ragihandinê ji salên berê gelekî hêsantir bûye. Xêra herî mezin ji vê rewşê jî zimanê wan gelan dîtiye ku xwestine pêş bikevin û kirasekî nû bikin ber xwe. Ev kar li hinek welatan rihet û li hin welatên din jî rojnamevan her roj tevî “jiyan û mirinê” raporên xwe belav dikin.

Dîmenên ku em her roj dibînin ev in: Kamera di nava xwîna xwediyên xwe de wer dibin. Polîs mikrofanan dişkînin û devê rojnamevan digirin. Fermana kuştina wan ji hêla hakimên cinayetkar tê dayîn û hinek kes jî di qada şer de bi destê leşkerên welatên dagirker têne kuştin û terrorkirin.

Piranî di roja îro de li welatên îslamî maf bê wate ne. „Pere û hêz“a ku desthilatdar di kûrahiya gendeliyê de niqûm kirine, ji ber şikandina bêdengiyê zimanê ragihandêran jî didin birîn, pênûsa wan dişkînin û mala wan ya duyê dikine girtîgeh û hucreyên tarî. Em vê rweşê îro bêtir ji her dera cihanê li Tirkiyê dibînin. Dîktatorek ku dixwaze li erd û esmana li ser hemû aliyên jiyana gelan xwedî çavdêrî be û di xema wê hindê de jî nîne ku milyonan kurd ne xwedî nasname bin an jî bêne girtin û kuştin!.

Rapor çi dibêjin?

Li gor rapora dawiyê ku di gelek ajansên cihanê de jî belav bû herî kêm 250 rojnamevan li hemû cihanê di zindanê de rojên giran derbas dikin. Di nava welatên ku li dijî dengê wan disekinin Çîn û Tirkiye dikevin rêza yekê. Lê gere em ji bîr nekin ku Çîn mezintirîn welatê cihanê û zêdetirî 1/417 milyard nifûsa xwe heye, li Tirkiyê jî 82 milyon kes dijîn!. Dema em van du hejmaran tînin ba hev, hingî li gor hejmara rojnamevanên girtî li du welatan, Tirkiye dikeve rêza yekê.

Ragehandinkar çîna ku herî zêde li welatên cûr bi cûr ên cihanê ji bo karê xwe bedelên giran didin, hatine naskirin. Bedelên wisa giran ku pirî caran dawiyê bi jiyana wan jî tîne. Nêrînên wan ên tije rexne dibine sedema ji destçûyîna azadiyê û salên dirêj di girtîgehên welatên dijberên „azadiya beyan“ de derbas dikin. Raporta îsal a„ komîteya parastina ragihandinkaran “ li ser mafê mirovan hejmara herî zêde a rojnamevanên girtî li Tirkiyê û Çînê dide diyar kirin. Li Çînê 48 û li Tirkiyê jî 47 kes ji wana girtîne, lê ez di wê baweriyê de me ku ji ber sansor û şideta bêdawî li bakurê Kurdistanê ew hejmar li Tirkiyê zêdetire. Sala 2018´an ew hejmar li Tirkiyê 68 kes bû û weke mezintirîn girtîgeha rojnamevanan dihate hesibandin. Piraniya wan jî Kurd bûn. Dosyayên wan ji dadgehê bo girtîgehê tên û diçin, dema têne azadkirin jî piştî demeke kêm dîsa têne girtin û zindanî kirin!. Di pêvajoya dadgeh û lêpirsînê de jî peyvên„ maf û demokrasiyê “ bêwate ne. Li pey wan du welatan Erebistana Siûdî, Misir, Êrître, Vîtnam û Îran tên.

Rewşa ragehandinê li Îranê

Li Îranê jî guman hene ku li ser hejmara rastîn a rojnamevanên girtî lêkolîneke berfireh hatibe kirin. Ajansên ku li pênc wilayetên rojhilatê Kurdistanê li ser binpêkirina mafên mirovan nûçeyên xwe belav dikin, bi gef û pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Her roj çend kulber tenê ji bo pariyekî nanê rojê têne kuştin. Kujer nayêne girtin û lêpirsîn li ser wan tunene!. Apartayida olî û siyasî bi zelalî li herêmên kurdan tê peyrewkirin. Rewşa ku li Tirkiyê hê jî xeratire. Li du welatên Îran û Tirkiyê “kontroleke giran a siyasî” li Kurdistanê heye. Ji kanalên telgramê bigire heya tûrên din ên civakî tev têne kontrolkirin.

Dema li wan welatan“ Roja nivîskarên di girtîgehê de, Roja cihanî a mafê mirovan, roja cihanî a karkeran “ nêz dibe êdî hêzên asayişê dikevin nava liv û lebateke veşartî û aşkera!. Kar û çalakî têne şopandin, aktîvîst dikevin girtîgehan an jî ji ber eşkerekirina hinek nihînîyên gendelkarên bêexlaq heta canê xwe jî ji dest didin. Hinek ji wan tenê ji bo xatra gotineke kurt û hinek jî ji ber belavkirina twit an jî kurte nivîsekê li ser dîwarê Facebooka xwe neçarin heya dehan salan di zindanê da bimînin û hukimê heta-hetayî bi ser wan de tê sepandin. Ew bi wêrekî li ser “ demokrasî û mafê mirovan” li welatê xwe dibine dengê civakê û karekî wiha jî elbete ne bi dilê diktatorên li ser kursiya desthilatdariyê ye.

Înternet û dîktator!

Di çavê desthilatdarên gelek welatan de înternet” cihê çalakiyên xerab û neyasayî“ ye. Ger nivîskar û rojnamevanek li ser„ parastina pirensîpên azadî û mafên sivîl û civakî“ binivîse, tê girtin û carna jî bi rêbazên pir veşartî re têne kuştin û wenda kirin. Zextên giran û hemû alî, gefên bêdawî herî zêde li welatên rojhilatê Asya, Asya Navîn û Rojhilata Navîn li dijî „azadiya beyan û ragehandinê“ hene. Elbete anket hemû rastiyên vê rewşê dernaxînin holê. Di vê navê de jinên ragihandêr li hinek welatan zêdetir ji mêran bi kiryarên tund û tîjiyê re rû bi rû mane. Weşanxane têne girtin û xwediyên wan di warê diravî de têne ceza kirin.

Di sala 2019’an de Îran ji nava 180 welatên cihanê ketiye rêza 170´mîn, lê dema axaftin li ser rojnamevanên jin e, hingî Îran dikeve rêza yekê!. Bi awayekî ku îro Îran weke„ mezintirîn girtîgeha cihanê ji jinên ragehandêr re „ navnîşanekî diyare. Kesên weke: Nergis Mihemedî, Hêngamê Şehîdî, Merziye Emîrî, Ferengîs Mezlum, Esel Mihemedî, Nûşîn Ceiferî, Sanaz Elahyarî, Spîdêh Moradî, Awîşa Celaledîn, Şîma Êntisarî û çend kesên din ew navên naskirî ne ku îro di girtîgehên komara îslamî de ne û nayê payîn jî ku ew zû bêne azadkirin. Kesên weke Zeyneb Celaliyan jî ji ber ramanên xwe ên siyasî û kurdistanî zêdetirî deh salane ku di girtîgehê de ne. Sûçê wan yê yekê“ antîpropaganda li dijî sîstemê“ ye. Sûcên din jî mijarên weke: vegotina rastiyê, bêrêzî bi rêberê şoreşê, belavkirina derewan, bêrêzî bi berpirsan, kifşkirina nihîniyên tije dizî û genedelîyên berpirsên dewletê“ ye.

Li Kurdistanê zext zêdetir û dema kesek weke nivîskar an jî rojnamevan tê girtin ji xeynî hemû sûçên jor ew bi tawanên weke„ dijberê şoreşa îslamî, cudaxwaz, endamê partiyên dijber û sîxûr“ jî tê sûcdar kirin. Di pêvajoya girtin û darizandinê de jî ew kes pirî caran rastî sivkatî, bêrêzî û çendîn cûrên işkeceyên fîzîkî û ruhî tên.

Piraniya kesên ku weke ragihandêr têne girtin, piştî azadiyê jî him ji kar têne derxistin û him jî bi berdewamî hemû kar û xebatên wan têne kontrol kirin. Mafê derketina ji welat jî ji wan jî tê standin. Zextên li ser malbatên wan jî zêdetir û bêrawestan e.

Li welatên weke Tirkiye û Îranê dema îmkanên ragihandinê bêne sînordarkirin, êdî îtibarek ji ragihandina wan ya fermî re jî namîne. Di encamê de xelk neçar ji bo bihîstin û dîtina rastiyan berê xwe didin ajans û TV´yên ku weşana wan li dervey welate. Şikandina baweriyê bi ragehandina nava welatên ku li dijî azadiya beyanê ne, ji salên berê zêdetir bûye.

Karê ragihandêran tevî hemû giranî û zextên bêdawî, lê ji bîra me tevan neçe ku ronahî tim li dijî hemû tarîtiyên cihanê biserkeftî bûye.

Dikarî Biecibînî