Receb û Soylu ketine çi halî?

Roja duşemê, ger we televîzyonê temaşe kiribin, bêgûman hûn li nûçeya Hatîce ya li ber deriyê HDP’ê rast hatine.

Xwedêgiravî piştî 99 rojan gihişt armanca xwe û kurê wê Cafer, ji gerîla reviya hat û ew hesreta giran qediya, dawî lê hat!

Hadê em bêjin heta vir xem nîne, bila weke nûçeyek ji rêze be û bila Hatîce xanim kêfxweş bûbe. Lê ya mijara gotinê ye; kêfxweşiya Receb û Soylû bû. Weke du fermandarên çûbin seferê, çûbin cengê û serkeftinek mezin bi dest xistibin û bi wê serkeftinê serxweş bûbin, lê hatibûn.

Hema yekî telefon dida destê yê din û bi ken û kêfxweşî li gel Hatîce dipeyivîn û serkeftina xwe bi hev re pîroz dikirin. Bêgûman hem spîkerê tv’yê bi nûçeyê re û hem jî wan bi xwe propaganda xurtbûna xwe û pesindariya arteşa xwe dikirin. Helbet li gel vê, propagandeya dijberî Tevgera Azadiyê û lawazbûna gerîla jî dikirin.

Mirov bala xwe dide axaftinên wan ên giştî, xwe di asta cîhanî de xwedî mezinatiya hêzek pir mezin a çekdarî  û dîplomasî û hwd.dibînin. Lê weke mînaka herî biçûk a ku mijara gotinê bû me behs kir, rewşa halê wan ê rezîl û psîkolojiya wan a ketî çi asta nizim radixe ber çavan.

Ma gelo realîta wan a ku ketine çi halî, bi serê xwe ev mînaka jî têrê nake? Jixwe mînakên wîsa gelek in.

Ma hema mirov van mînakên wisa û ew bûyerên xiyanetên mezin ên kevn bidin ber hev û lê temaşê bike, dîsa rewşa wan a niha ya ku çendin ketine ew ê baş neyê zanîn?

Di wê wexta ku bi hezaran ji gerîla qetiyan an reviyan û rêberên wan dîl hatibû girtin û moral û motivasyon gelek xerab bû, dîsa ev tevger ne şikest û têk neçû. Berovajî, mirov dikare bêjê ji berê xurtir bûye niha; ne li Rojava bi tenê, belê di astek berfirehtir de şoreş pêk aniye.

Bi bingehîn yên ku îradeya wan şikestiye, bê hêvî û bê hevalbend mane reveber û fermandarên dewleta tirk e.

Ma aşkera ne li ber çava ye, ku hêviya xwe berdanê çend dayik an xizmên gerîla yên çûne yan jî wan birine ber deriyê HDP’ê; xwedê giravî ew ê zarokên xwe bi vê rêyê ji gerîla vegerînin malê? Kero nemir e bihar tê!

Weke tê zanîn berî niha jî dîsa çalakiyek wisa lidar xistibûn, lê tu encam jê negirtibûn, dev jê berdabûn.

Ê ev çalakiya wan a niha jî, tu nîşanê serkeftinê nîşan nade. Li gel ku hemû destek û xizmeta wan ji aliyê dewletê ve pêk tên jî, ev 100 roj derbas bû hîn tiştek diyar nake. Bi tenê karibûn 58 kes peyda bikirina. Li gel ku hinek kesên, xwedê giravî siyasetmedar in, hunermend in û nizanim çi û çi ne dibirin ziyareta wan, ji bo moral û motîvasyona wan xurt bike, lê bi kêr nayê, ji ber ku ew jî weke protîpa dewleta xwe marjinal mane.

Ma ne nakokiyek mezin e? Ewqas behsa hêza xwe ya teknolojî û çekên modern ên mezin ên cengê dikin û rast e hene û li dijî gelên me û gerîla bi kartînîn jî, heta yên kimyewî jî li gelek deveran dane xebitandin. Lê belê ji ber ku îrade û baweriya bi şoreşê re ewqas xurt û mezin û qayim bûye, êdî ne teknolojiya wan û ne jî qeyûmên wan dikarin vê hêza bi rûmet û bi qîmet a gelan bişikîne.

Lewma dîsa vegeriyane wan kiryar û taktîkên xwe yên kevn; bi tirsê, bi talanê, bi girtînê, bi îşkenê, bi kuştinê, bi koçberkirinê û bi kurtayî bi zilmê, dixwazin xwe li ser pêya ragirin an jî temenê desthilatiya xwe dirêj bikin. An jî weke mînaka hat behskirin; hêvî û bendewariyan ji wan çalakiyên malbatên gerîla bikin.

Lê na xêr, mirazê we di qirika we de dimîne!

Ji van bendewariyan tu nan ji we re nîne, hûn diçin; av û av!

Dikarî Biecibînî