‘Biratî’ û ‘Dostaniya’ R.T.Erdogan

Bi derxistina DAIŞ’ê ya ji Mûsilê re Rêveberiya Navendî ya Iraqê daxuyanî dabûn. Di van daxuyaniyan de hatibû gotin ku bi awayekî misoger ‘DAIŞ hat têkbirin’. Dema em girîngiya Mûsilê ya ji bo DAIŞ’ê didin ber çavan, daxuyaniyên hatin dayîn rast bûn. Lê belê dema me rastiya tora têkiliyên DAIŞ’ê; têkiliya bi dewleta TC’ê û bi hêzên cuda re baş binirxanda diviyabû ku em bi hinekî din bi guman nêzîk bibûna.  Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Derazor-Bahozê berdevkên HSD’ê, di derbarê vê mijarê de daxuyaniyên baldartir dabûn. Ji ber vê jî daxuyandibûn ku ‘serweriya li ser erdê ya DAIŞ’ê bi dawî bû’ lê hîn jî ‘şaneyên razayî yên DAIŞ’ê’ hebûna xwe berdewam dikin.

Di pêvajoya dawîn de piştî ku dewleta TC’ê ya qirker, di 9’ê Cotmeha 2019’an de berê tevgera dagirkeriyê ya li hemberî rojavayê Kurdistanê da ‘rojhilatê Firatê’, daxuyaniyên HSD’ê piştrast bûn. Ev rastî ji bo Iraq û başûrê Kurdistanê jî derbasdar e. Ev rastî, piştî derxistina DAIŞ’ê ya ji Mûsilê, ji bo Iraq û başûrê Kurdistanê jî derket holê. Lê DAIŞ bi awayekî misoger têk neçûbû. Li derdora Mûsil, Mexmûr, Hewlêr, Kerkûk, Bexdayê û li parêzgeha Seleheddînê jî hebûna xwe berdewam dikir. Jixwe bi êrîşên ku dikir pêwîstî bi veşartina xwe jî nedidît.

Di rewşa heyî de DAIŞ’ê li hemberî başûrê Kurdistanê êrîşên xwe zêde kirine û niha hîn zêdetir jî êrîşê herêma Germiyanê dike.  Li van deveran êrîş dibe ser xalên Pêşmergeyan û qetlîaman pêk tîne. Ji ber êrîşan bi dehan gund hatin valakirin. Xuya dibe ku ew ê ji vê pê ve êrîşan pirtir bike. Lê divê li gorî van rastiyan, em êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Germiyanê qetlîamên pêk tîne û valakirina gundan ji ber van qetlîaman, tenê wek berdewamkirina xwe ya li Iraqê ya piştî têkçûna xwe ya li Mûsilê nebînin. Divê em bizanibin ku sedemên cuda yên ev êrîşên li hemberî Germiyanê hene.

DAIŞ her çiqas hebûna xwe di bin navê ‘îslamê’ de pênase dike jî, tu têkiliya wê bi îslamê re tune ye. Pênaseya hebûna xwe ya bi navê îslamê demogojî ye û bi vê yekê dixwaze bandorê li ser mislimanan bike. DAIŞ bi temamî ji aliyê rêxistinên îstîxbaratan ve wek amûr tê bikaranîn. Herî zêde jî MÎT’a dewleta TC’ê, DAIŞ’ê bikar tîne. Ev yek bi bûyera konsolxaneya Mûsilê ya bi dîlgirtineke şanoyî jî bi awayekî şênber derket holê. Jixwe ev belge pêşkêşî YN’ê jî hatin kirin.

Divê bi awayekî zelal bê destnîşankirin ku li pişt qetlîamên DAIŞ’ê yên li Germiyanê tên kirin MÎT’a tirk heye. Çawa ku li Bakur, Rojava, Başûr, Mexmûr û Şengalê DAIŞ’ê bikar tîne, dewleta TC’ê li Germiyanê jî li hemberî kurdan wê bikar tîne. MÎT’ê di van salên dawiyê de li başûrê Kurdistanê tora xwe ya rêxistinî berfireh kiriye. Noker jî kirine nav vê tora xwe. Lê belê li hemberî van kiryarên dewleta TC’ê ya qirker û mêtinger, hêrs û bertekên mezin ên gelê başûrê Kurdistanê hene. Gel li Şêladiz, Amediyê, Bamernê û hwd. êrîşî navendên leşkerî yên dewleta TC’ê kir. Li Qeladiz, Ranya, Silêmanî û hwd. hema bêje her roj li hemberî dagirkeriya dewleta TC’ê protesto hatin kirin. Van bertekan li Duhok, Zaxo, Diyana, Hewlêr û hwd. jî bandora xwe kir.

Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta TC’ê ya qirker ên li hemberî Rojava protestoyên gelê başûrê Kurdistanê jî zêdetir bûn. Gelê Başûr dest bi boykotkirina kel û pelên TC’ê û rêzefîlmên wê kir. Ev bû sedem ku kar û xebatên yekitiya neteweyî û daxwazên gel ên di vê mijarê de zêdetir bibin. Em dikarin bêjin ku di vê pêvajoyê de yê herî zêde li hemberî mêtingeriya dewleta TC’ê rawestiya gelê başûrê Kurdistanê bû.

Êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Germiyanê di pêvajoyeke wiha pêk hatin. Em bala xwe bidin êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî di demeke ku gelê bakurê Kurdistanê bû pêşengê liv û tevgerên civakî, de pêk hatin. Komkujiyên li Amed, Pirsûs, Dîlok, Enqere û hwd. jî di vê demê de pêk hatin. Niha ev komkujî dîsa bi destê DAIŞ’ê li başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin. Ev rasthatineke ne ji rêzê ye. Dewleta TC’ê ya qirker bi van qetlîaman li gor xwe peyam dide gelê başûrê Kurdistanê. Tiştê balkêş jî ew ku van peyaman di demeke ku bi Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re di nav têkiliyan de ye dide.

R.T. Erdogan pêşî li Lîbyayê ji Muammer Qedafî re, piştre ji Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad re gotibû ‘birayê min’, ‘dostê min’. Paşê xencerê li pişta wan xist. Gelo dema nûnerên dewleta TC’ê ya qirker, bi nûnerên Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dikin, wek R.T. Erdogan, wan jî negotibe ‘birayê min’, ‘dostê min’!

Dikarî Biecibînî