Astana, cihê lîstikên qirêj

Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, qaşo bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê civînên ku bi navê paytexta Kazakistanê yê berê Astanayê ve tên lidarxistin cara 14’emîn pêk hat.

Di civînê de asta temsîla hersê welatên ku pêşengiya ji civînê re dikin, bi awayekî aşkera dide diyarkirin ev civîn êdî ji derveyî formalîtê û hin nîqaşên ji bo herêmê ne jiyanî ne wêdetir tiştekî îfade nake.

Di civînê de li ser navê Tirkiyeyê şandeya cigirê Karê Derve Sedat Onal serokatî dikir, şandeya Rûsyayê bi serokatiya nûnerê Serok Devletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn yê taybet Aleksandr Lavrentyev û cigirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn beşdarî civînê bû. Li ser navê Îranê jî şandeya bi serokatiya şêwirmendê taybet yê Wezîrê Karê Derve Alî Asgar Hecî beşdarî civînê bûn. Ji derveyî van hersê welatan nûnerên Sûriye, Lûbnan, Irak û Urdunê jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de yek ji mijarên herî zêde hat nîqaşkirin êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Sûriyeyê pêk tên bû. Di vê mijarê de hem şandeya rûs him jî şandeya Îranê nerehetiyê xwe anîn ser ziman û xwestin ku  dewleta tirk dawî li van êrîşa bîne. Her wiha ev nêrîn ji hêla nûnerên dewletên ku beşdarî civînê bûne jî erênî hat dîtin. Lê şandeya tirk ji bo hevkariya xwe ya bi çeteyên terorîs û êrîşên xwe yê li ser axa Sûriyeyê rewa bike bi hincetên cûda cûda ve xwest van bangawaziyan vala derbixe.

Di civînê de her çiqas li ser hin mijara lihevhatin çênebibin jî, em ji bîr nekin ku ev hersê dewlet di mijara dijminantiya kurdan de mîna hev difikirin û li herêmê gavên destê hev xurt dikin diavêjin. Ger îro Tirkiye bakurê Sûriyeyê dagir kiriye ev bi erêkirin û piştgiriya Rûsyayê pêk hatiye. Em nikarin Rûsya derveyî vê mijarê binirxînin. Li herêmê liv û tevgera Rûsyayê aşkera dike ku di vê mijarê de ew bi dewleta tirk re çiqas di nav hevkariyê de ne. Lê mijara ku tirk û rûsan tîne hemberî hev Idlib e. Bawer dikim rewşa niha li Idlibê heye li gor dilê herdû welatan e. Her çiqas li pêşberî kamerayan bi awayekî tirsonek polîtîkayên hev rexne dikin jî ev rexne û nirxandin dûrî pratîka wan a li Idlibe ye.

Wek di mînaka Idlibê de jî tê dîtin, li herêmê gelek mijarên ku rûs û tirkan bîna cem hev hene. Rûsya dixwaze li herêmê ji xwe re hevalekî çeke. Ji ber ku Rûsya bi tena serê xwe nikara dengeyên li herêmê hatine diyarkirin xira bike pêwîstiya wê bi hevalekî ku dema bêxwestin li gor berjewendiyên Rûsyayê tevbigere heye. Ji bo vê hevaltiyê jî li gor nêrîna Kremlîn yê herî gûncaw rêvebiriya Enqereyê ye. Moskov ji bo vê hevaltiyê xurt bike û li herêmê Tirkiyeyê wek hêzekî diyarker bê dîtin gelek ked da. Civînên Astana jî li ser perspektîfek bi vî rengî hatin destpêkirin. Di van civînên ku alternatîfa civînên Cenevreyê dihatin dîtin de Rûsya dixwest, îradeya wan derveyî plan û projeyên li ser herêmê pêş dikevin vala derxe.  Di halê heyî de heya redeyekê bi destê Tirkiyeyê ev pêk aniye. Lê di vê mijarê de Rûsya gihaştibe armanca xwe yanî di mijara Sûriyeyê de bi tavîzan ve herdû welata yanî Tirkiye û Rûsya ya xwe li ser herême ferz kirin. Her çiqas di encama vê polîtîkayê de bi sedhezaran kes ji warê xwe koç kiribe û bi sedan kes jiyana xwe ji dest dabe jî ji bo wan a girîng berjewendiyên wan in.

Ji ber ku herdû welat li herêmê bûne şîrîkê hev yê karê qirêj, heya redeyekê mûxtacî hev in. Ji bo bi hev re hîn xurttir bên girêdan herdû welat jî di nav lêgerîn û xebatê de ne. Niha mijara herî girîn ku Rûsya bi baldariyek mezin li ser disekine, mijara vekirina projeya ‘Turk Akımı’ ye. Ev projaya ku wê gazê ji Rûsyayê bîne Deryaya Reş derbasî Tirkiye û Ewropayê dike dê 8’ê çileya 2020’an li Stanbolê bi beşdariya Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û Erodogan vekirina wê bê kirin. Beriya vekirina vê projeyê Rûsya bi tu awayî naxwaze dilê tirkan bihêle. Ji bo ev projeya ku ji bo wê di asta jiyanî de ye bi serkeftî pêk bê bi her awayî dixwaze hevaltiya xwe û tirkan xurt bike. Lewma di civîna Astanayê de, Rûsya bi şêwazekî nerm mesaja erêkirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê da. Di civînê de li hemberî vê nermbûna Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê nûnerê rejîmê û Îranê aciziyê xwe anîbin ser ziman jî ev aciziyên wan zêde mijara civînê neguheriye.

Heya 8’ê çileya 2020’an Rûsya wê çavê xwe ji Tirkiyeyê re bigire. Pêwîst e piştî wê jî mirov tişkî ji Rûsyayê hêvî neke. Rûsya li herême her tim li pêy berjewendiyên xwe bûye. ji bo wê ewqas kes bûne koçber, hatine kuştin û qetilkirin ne girîng e. Ji bo wê ya girîng ew e ku di qada navnetewî de bibe xwedî mîsyon. Ji bo vê jî beriya her tiştî pêwîst e di vê herêma ku li ber çavê cîhanê ye de hebe. Lewma ji bo vê hebûnê amade ye her tiştî jî bike.

Civîna Astana û bi wê ve girêdayî ya Cenevreyê. Ji bo van dewletan bi tu awayî nabe cihê çareseriya krîza herêmê. Van civîna wek cihê polîtikayên xwe li ser hev ferz bikin bikar tînin. Lewma çi dibe bila bibe pêwîst e tu bendewariyên gelê herêmê ji van civînan nebe. Di van civîna de biryara aştî ango aramiyê nayê girtin, biryara şer, pevçûn û kurkirina krîza heyî tê girtin.

Kesên beşdarî civînê bûne, aliyên di civînê de amade ne bi awayekî aşkera radixe ber çavan ku ev civîn êdî çiqas dûrî rastiya xwe ketiye. Êdî civîna Astanayê bûye cihê lîstêkên qirêj. Ev lîstêkên qirêj bi destê kesên qirêj ve tê lîstin.

Dikarî Biecibînî