Gotinên dawî yên ji bîranîn û bêrîkirinê!

Dinê payîzeke direng e

Sir û seqem weke kirasekê xwe li vîr warî dike

Pelên gihayî û zerbûyî xatir ji çiqilên darê dixwazin û bar dikin…

Dar tazî û rût dimîne, mat dibe

Hêviyên ku li çiqilê darê hatî alandin

Mîna gelek hêviyan li ba dibin û diçin… bêdawîtiyê

Dîsa ez û hêviyên xwe çav li bendê qerimî mane

Rondik li ser vê gorê mîna taviyê dibarînim…

Wê rojê jî payîz bû û dinê sar bû. Yek ji rojên neçe ji bîr û dîrokeke di dilê min de bide çêkirin bû. Mîna gelek rojan berê min li oxirê û pişta min li felekê bû. Hizrek cuda û li bendêmayîna ku ka em ê kengê hev bibînin bû. Piştî rojên dûr û dirêj, bêrîkirinên bi çavên giryayî ha îro wê sibe biqede. Xeberkî wiha qedemê mirov dişikîne û bê palpişt dike.

Ew hefteyek bû li gel Rizgar axivîbûm; ji dengê wî diyar bû ku êşa wî kûr e, lê hêza wî ya başbûnê li pêş bû. Dengê wî ji bo min baş bû. Lê nizam dibe ji bêrîkirinê be yan jî wê demê tenduristiya wî baş bû. Me hinek behsa rojê û bîranînê borî yên ji demê xwendinê û bihevre karkirinê kir. Hinek bi hev re kenîn û ew roj bibîra hev anîn. Diyar bû, pir dixwest rabe. Jixwe her li ser lezê bû. Lê birîna hinavê wî jî kûr dişewitî. Ev car ji dengê wî min hîs dikir. Ji bo wê min pir neda zorê.

Çend deqeyan me bi hev re axivîn û hêz ji hev girt. Pirsa hal û xatirên hev ki… Dil dixwest dirêj bike, lê rewşa tenduristiyê jî dema min li ber çav girt, dîsa ji bo me bes bû. Bi hêviya ku em hev bibînin, ramûsin û hembêz bikin, xatir ji hev xwest. Me wisa xatir xwest ku em dem bi dem biaxivin û pirsa halê hev bikin. Jixwe wî jî digot: ‘Ez baş im, demek din naçe ez ê rabim’ bi wê gotinê jixwe min hê zêdetir moral girt û gotinên dawî kir.

Piştî van gotinan, bi çend rojî li bendê bûm ku xwe bigihînim û carekî din biaxivim. Carekî agahiyek, dengek hat. Qet min hay ji tiştekî wiha neyî, ne tu carî jî di hişê xwe re jî derbas kirî, girtina agahiyek wiha mirov mîna ji valahiyekê ber bi bêdawîtiyê ve berde xwarê… Di wê baweriyê de me ku hemû hevrêyên Rizgar naskirîn girtina agahiyek wiha ne ji ya min wê cudatir be.

Rizgar Denîz li gel hevrêyên xwe Hogir Mihemed û Dilîşan Îbîş dema veguhestina sivîlan a ji Dêra Zorê di encama êrîşeke xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê de giran birîndar dibe. Dilîşan Îbîş li cihê bûyerê û Hogir Mihemed jî piştî 3 rojan li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd dibe.

Piştî berxwedaneke mezin a 70’ê rojî Rizgar Adanmiş bi nasnav Rizgar Denîz ê di berxwedana Rizgarkirina Dêra Zorê de birîndar bûbû, 18’ê Kanûna 2017’an şehîd ket… Ew çavkanî û hêza moralê ya ku hêviya serketinê di her şert û mercan de dida avakirin êdî xatir xwestibû û ji vî warî barkiribû.

Carekî din bi şehîdbûna Rizgar Denîz re biryardariya kar û xebatê destpêkê di kesayeta hevalên wî û gelek rojanamevanan de sonda ji bo rastiyê û rêya heqîqetê hate dayîn. Dîsa ne weke ku zarokek penaber ê Mexmûrê weke ku zarokekî Rojava, zarokekî her malbatekê şehîd ketî, li her derê ji bo Rizgar merasîm hatin lidarxistin.

Li aliyekê merasîmeke ber bi ebediyê ve oxirkirin bû, li aliyê din merasîmeke ya mizgîniya Rizgarên nû ya hatina dinê bû. Du hestên cuda, di heman rojê de û heman kêliyê de bûn.

Piştî Rizgar xebat û kameraya wî ji cihê mayî dîsa bênavber heval û heskiriyên wî hildan û li ser rêyên ew meşiyayî, şûna lingê wî heyî diçin. Ew rêyên ku hatin xêzkirin niha bi sedan kes li ser dimeşin û karê Rizgar dayî pêşiya xwe dimeşînin.

Dibe Rizgar bi fîzîkî ne li gel me be, lê bi ruhî û fikrî tim li pêşiya me ye û her carê teng dibin, carkê çavê xwe bigirî wê dengê kenê wî hîs bike. Pirî caran ez wer difikirim ku ha wê ji derî ve bê û kenê wî ji dil hîs bikim… Ez wisa bawer dikim ku ev yek ne ji bo min derbasdar e, niha gelek hevalên wî jî vê hestê dijîn.

Lê em vê baş bizanin, Rizgar ji bo rastî û heqîqeta dijmin vedişart ji bo raya giştî ya cîhanî ragihîne têkoşîn kir û li ber xwe da heta nefesa dawî. Divê em jî vê yekê ji bo xwe bikin ku bikarin bibin layîqî Rizgar û bi sedan kedkarên çapemeniya azad a rêya heqîqetê. Nexwe wê ew heval heqê xwe li me helal nekin…

 

Dikarî Biecibînî