Du rojên dîrokî û çend helwest!

Ji yekê meha îlonê sala 1939’an heya duyê meha îlona 1945´an şerê cihanî yê duyemîn di navbera hêzên hevgirtî û hevalbendên hev de çêbû ku zêdetir 61 miylon kesan jiyana xwe tê de ji dest da.

Welatê Îranê ku bi sedema hevkariya bi hêzên hevgirtî yên di bin serokatiya Almana nazî de ji bakur û başûr ji hêla hêzên Soveyt û Ingilistanê ve hatibû dagîr kirin. Rejîma Riza Pehlewî têk çû û hinek herêmên Kurdistan û Azerbayicanê ketin bin desthiltdariya kurd û azeriyan.

Li rojhilatê Kurdistanê ji ber serhildanên li dijî rejîmê ên weke şoreşa Simkoyê Şikak û piştre jî bi avabûna komeleya J.K’ê re zemîna gelek çalakiyên siyasî, civakî û çandî ava bibû.

Al ji her netewe, rêxstinên siyasî û welatan re remz û semboleke pîroz û giranbûha ye. 17’ê Kanûna sala 1945´an di dîroka kurdan de rojeke girîng e. Di rojeke wiha de li bajarê Mehabadê komeke ciwan û nîştimanperwerên Kurd (ku piraniya wan endamên komeleya J.Kê bûn), ala Kurdistanê li ser avahiya dadgeha bajarê Mehabadê bilind kirin. Xweşiya wê rojê nayê wesif kirin. Di wê rojê de hinek kes bi dîtina ala sêreng a Kurdistanê ji xwe çûn û haya wan ji dinê nema. Hinekan jî hêsirên kêfxweşiyê barandin û silava rêzgirtinê dan ala welatê xwe. Wê rojê li bajarê Mehabadê ne tenê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê her wiha Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê jî hebûn. Ji Amêdî û Silêmaniyê bigire heya Amed, Barzan û Colemêrgê hinek kesên zimanzan, serleşker, rêber û şêxên xwedî hêz û rêz hingê li Mehabadê bûn. Alaya ku hatibû hildan ya hemû Kurdan bû.

Piştî ku ji aliyê pêşewa Qazî komara Kurdistan di roja 22’yê Çileya sala 1946´an ala Kurdistanê li ser hemû saziyên Kurdistanê hate hildan, ji ber wê jî pêwîst bû ku ew ala li bajarên din yên Kurdistanê jî bê bilindkirin. Ji bo karekî wiha du roj piştî Mehabadê li Bokanê deh kes hatin erkdarkirin ku serkêşê wan nemir Husên Zêrîngeran bû. Ala bi merasimeke taybet li ser banê kela Bokanê were bilindkirin. Pişt re li bajarê Neqede, Şino û hinek gundên herêmên din yên nava sinorên komarê jî merasimeke wiha çêbû.

Rûpelekî, destpêka renesanekê

Wê rojê li Mehabadê rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê de vebû. Di bin pêşengiya kesên rewşenbîr de pêngaveke nû hate avêtin. Pêngava ku xêza îptalê bi ser sîstema desthilatdar a padişahî dikişand û bû destpêka şoreşeke nû li Îran û Kurdistanê. Rewşenbîr û siyasetmedarên hinek herêmên rojhilatê Kurdistanê bi cesareteke mezin li bajarê Mehabadê ala Kurdistanê hildan. Ew çalakî jî dihate wê wateyê ku kurd netewe û xwedî nasnameya xwe a netewî ne. Bi wateyek din ew ne îranî û ne jî neteweperestin, lê dikarin xwedî mafên xwe yên meşrûi û rewa bin. Ji ber wê jî bi wêrekî berî herkesî serkêşên şoreşê ketin pêşiya feqîr û hejarên civakê û ala Kurdistanê li ser avahiya edliyê a bajarê Mehabadê bilind kirin.

36 roj piştre yanî di 22.meha çileya 1946´an an jî di roja ragihandin û bilindkirina ala Kurdistanê de, marşa “Ey Reqîb” jî hat xwendin. Ew roj ji hinek kesan re mîna xewnekê bû. Xewna ku îro di başûr û Rojavayê Kurdistanê de cî bi cî bûye.

Di wê rojê de Qazî Mihemed bi dîtina ala Kurdistanê wiha qêriyabû:

’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya herî dawî, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekîtiya gelê Kurd û Azerbayicanê, mutî’i û wefadar bimînim.’’

Pêkhatina komarê pêvajoyeke nû bi xwe re afirandibû ku di warên ragehandin, bilindkirina şoreşa rewşenbîrî û xwenaskirinê de ji kurdan re weke renesanseke fikirî jî tê binav kirin.

Li ber çavgirtina bandora çêbûn û destkeftên siyasî û meinewî ên li pey avakirina komara Kurdistanê, ew roj ji bîra birêveberên Îranê neçûbû. Wan baş dizanîn ku hebûna ala Kurdistanê sînorên Îran û axa kurdan ji hev cuda kirine û êdî bi hizr û ramanên rêberên weke Şêx Ubeydulahê Nehirî, Simkoyê Şikak û Qazî Mihemed re “ Pirsgirêka Kurd li Îranê” jî bûye armancên bingehîn lê di nava sînorên desthilata serdest de bêçareserî maye.

Bi merema dijberî û diyarkirina helwesta xwe a neyartiyê roja 17. 12. 1946´an piştî ku hêzên Soveytê ji ber destkeftên aborî pişta kurd û azerîyan vala kiribûn, artêşa Îranê kete nava bajarê Mehabadê û êdî dawî bi temenê komara Kurdistan hat.

Ew ala hingê hate hildan ku hemû kurd kêfxweş kiribûn lê dema paytexta komarê jî hate dagîrkirin, Mehabad yek ji bajarên herî xemgîn di hemû cihanê de bû.

Ev helwesta Îraniyan xwedî peyamên dîrokî û tije pirsên watedar ji aliyê kurd re bû.

Di dadgeha leşkerî de jî îranîyan Pêşewa û hevalên wî ji ber van sedeman bi îdamê mehkûmkirin:

  1. Îlankirina komara Kurdistan,
  2. bilindkirina ala Kurdistanê li pareke axa Îranê,
  3. Derxistina artêşa Îranê ji Kurdistanê û şerê bi wan re
  4. Vexwendina biyaniyan bo nava axa Îranê ku mebesta wan hêza Barzanî û Kurdên parên din yên Kurdistanê bû.
  5. Û çend sedemên din jî dabûn diyarkirin.

Komar bi sînorên xwe yên erdnigarî biçûk bû, lê sînorên wê yên manewî berfireh û heya Efrîn, Entab, Xaneqîn, Îlam, Agirî û Makû mezin bûn.

 

Rojên nejibîrkirî

Ji sala 1940´an û pê de li rojhilatê Kurdistanê hinek bûyer qewimîn ku dîrok nikare wan ji bîr bike:

Di 16. 09. 1942´an da bi beşdarbûna gelek rewşenbîr û dewlemendên kurd rêxistina li jêr navê “komeley Jiyanewey Kurd” li Mehabadê hate damezirandin.

Di 15.02.1945’an da şaredariya Mehabadê li pey meseheke mezin a gel ket destê kurd û memorên dewletê ji wira derxistin.

Roja 17.12.1945 li ser banê avahiya edilyê li Mehabadê ala Kurdistanê hate danîn.

Pişt re roja 11.01.1946 ala Kurdistanê bi merasimeke taybetî li bajarê Bokan jî hate bilindkirin û ala fêrmîya îdareyên dewleta Kurdistanê.

Ev tev bûn sedema çêbûna zemînyeyek bi hêz bo îlankirina komara Kurdistan ku di roja 22. 01. 1946’an de li qada Çiwar Çira bi şahiyeke taybetî ew roj jî ket nava rûpelên dîroka Kurdistanê.

li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku ala kurdî ya ku îro ji aliyê piraniya partî û rêxistinên siyasî li Kurdistanê ve tê pejirandin di 1919´an jî 1920´an de ji aliyê “Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî” ya Kurdan hatiye çêkirin.

Xoybûnê jî li sala 1927’an rêxitinek avakirine. Ji weşan û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê zanîn ku her ew ala ku di 1920’de hatiye tesbîtkirin, ji aliyê Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin.

General Îhsan Nûrîpaşa cara yekê wê alê di 1927’an heya 1930´an li Agrî bilind kir û hingê ew al û marşa “ Hilbe Agirî” bûn sembolên serhildana Agirî û netewî ji kurdan re.

Di gelek jêder û pirtûkên ingilîzî û zimanên din de jî dema behsa doza siyasî a Kurdan tê kirin, wêneyê ku li jêr nivîsa„ Flag of Kurdistan“ heye, tê dîtin. Ala ku li serdema JK û Komara Kurdistanê da hebû ne wekî wê alê bû ku îro li başûrê Kurdistanê heye.

Siyasetmedarê Kurd Qedrî Cemîl Paşa derheqa ala Kurdistanê ya serdema komara Kurdistanê de wiha dibêje:

“Hikûmeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdistanê ya ku di 1919’an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê “dewletî Cumhurîyetî Kurdistan” nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin”

Lê li vira pêwîste bê zanîn ku ji serdema Medan heya roja îro çar rengên sor, spî, kesk û zer di alên hemû rêxistin, mîrekdarî, rêxistinên siyasî û partiyên çar aliyên Kurdistanê hatine dîtin û hebûne. Rengên ku nîşanên dewlemendî, delalî, şoreşgerî, aştîxwazî û olên kevnar li Kurdistan û nava civaka Kurdan bûne.

Peyama herî girîng a vê nivîsê jî dikare ev be: Heya çar dîwarên mal û sîwan an jî banekî xaniyê me nebe, bila carê partiyên Kurdistanê, rewşenbîr, siyasetmedar û em Kurd tev li ser rengên nava malê şerê hev nekin, lê beriya didanane, berê bingeha malê, piştre dîwar û ban, herî dawiyê jî xemila nava malê bi rengê ku dilê me dixwaze …”

Ev gotin û daxwazên min bû û êdî xelas.

Dikarî Biecibînî