Hem şaş hem fahş bûye

Gotinek pêşiyan heye, dibêje “xwedê yek şaş kir bila fahş neke!”

Îca mirov bala xwe dide rêveberên dewleta tirkan, hem şaş bûne hem fahş bûne. Lewma ewqas êrîşkar bûne. Êdî di zilmkariyê de sînoran nas nakin, hema kêli dijberî xwe bibînin êrîş dikin; li ol, mezheb, nasname, jin, mêr û hwd. nanêrin. Lê didin, digirin, dikujin, birîn dikin, îşkence dikin, koçber dikin û hwd.

Ji ber ku ewqas mexdûrên zilma wan zêdebûne, êdî ketine nava tirseke mezin. Hema hema ji her kesî şik û gumanan dikin. Bi kurtasî, ew amûrên wan ên sereke ew bû ku bi zilmê, bi êrîşê tirsê berdin dilê gel, lê niha ew amûrê tirsê yan jî ew stratejiya wan a tirsê li wan zivirî ye û êdî li wan dide. Ev jî nîşan dide, li şûna ku bi tirsê temenê desthiltdariya xwe dirêj bikira, lê wisa diyar dibe temenê hilweşandina desthilatdariya wan nêziktir dibe.

Ew şaş bûn û fahşbûna wan, her roj zêdetir dibe. Berê xwe didin ku derê, ew çeka zilmê di destê wan de dimîne û li serê wan dibe bela.

Berê xwe, bi hewes û bendewariyeke mezin dan Rojava-Sûriyeyê, weke diyar e kete nava herî û çiraveke mezin ku nizanin û êdî nikarin ka ew ê çawa xwe jê rizgar bikin.

Hîn ji vê belayê xelas nebûbûn berê xwe dan Başûr. Rewşa wir jî li ber çavan e; erê gelek wahşetê li vir jî pêkanîn û hîn jî pêk tînin, lê li vir jî ew hevsarê belayê ketiye stûyê wan û nizanin ew ê çawa jê rizgar bibin.

Li nava xwe, li Bakur, li Başûr û li Rojava ewqas bela û derdên wan hene, hêj ev çareser nekirine, niha jî biryar dane ku berê xwe bidin Lîbyayê!

Lê wisa diyar e ku, hêj ev biryara xwe di meclisa xwe de jî nikaribû bida pejirandin, ji derve jî êrîşên berfireh hatin ser wan.

Di parlementoya Tirkiyeyê de jî cara yekem e ku CHP û ÎYÎ Partî li gel HDP’ê, ji bo heman pêşniyara AKP’ê deng dane û bihev re her 3 partiyan ev pêşniyara ji bo leşkeran bişînin Lîbyayê red kirin. Bila were bîra me, bi heman naverokê, pêşniyar ji bo leşker şandina Iraqê û Sûriyeyê wan her du partiyan jî pejirandibûn, tenê HDP li dij derketibû.

Ji derve jî, gelek dewlet li dijî daxwaza R.Erdogan a leşkerşandina Lîbyayê ne.  Mînak; Siûdî, Yewnenistan, Fransa, Îtalya û hwd. gelek dewletên din. Lê ya herî balkêş û ya serê dewleta R.Erdogan tengav bike helwesta Rûsyayê ye. Nizanim Receb û “dostê” xwe Pûtîn ew ê çi bikin li ser vêna kokî yê? Ji ber ku General Hafter, hem ji kevn ve hevalbendê Rûsyayê ye, li wir perwerde dîtiye û hem li nava Lîbyayê jî, ji Hikûmeta Trablûsê ya “dostê” Receb e ku li gel hevpeyman îmze kirine, xurtir e û hîn berfirehtir xwedî desthilat e!

Me di serî de gotibû, bila xwedê kesî şaş û fahş neke! Îjar xuya dibe ku R. Erdogan zêde zêde şaş bûye û lewma ewqas fahş dibe. Ka em bala xwe bidinê; çû cem Beşar û bûn birayên hev, di demek kurt de bûn neyarên hev. Çû cem Omer Beşîr û bûn “dost û destbirakên” hev ên gelek nêz, lê çi hat serê wî diyar e. Çû cem Mursî û bûn “birayên hev ên misilman”, lê çi hat serê wî û bi çi rezaletê mir tê zanîn!

Ha li vir em vê jî bêjin, Sîsî yê derbe li Mursî kiribû, ew jî bi tundî li dijî Receb rabû ye û gef ê dijwar lê dixwe û dibêje “ger ew leşker bişîne Lîbyayê em ê bi tundî bersiva wî bidin!” Bi vêna jî ranaweste, pesindariya gelê kurd dike û piştevaniya xwe diyar kir.

Rewşa “dostê” wî Trump jî ne gelek baş xuya dike, textê wî diheje. Bi tenê niha “dostê” wî Qralê Qeterê tê xuyakirin. Nizanim navbera wî û kek Mesûd çawa ye û yan ew ê çawa bibe. Ji ber ku li gorî agahiyên vê dawiyê tên; niha navbera Rêveberiya Xweser û ENKS’ê jî xweş dibe û em hêvîdar in ku xweştir jî bibe! Wê gavê dibe ku navbera Receb û Reveberiya Başûr jî nexweş bibe û em hêvîdar in nexweştir jî bibe.

Gumanê xurt heye ku ew ê li nêz, ev şaşo û faşoyê ku ber bi kaşo diçe ew ê hilweşe û bikeve!

Dikarî Biecibînî