Dixwazin qetlîama Gurgumê li Rojava bibin serî

Dewleta TC’ê ya qirker, îro roj dixwaze li rojavayê Kurdistanê pergaleke mêtinger a bê kêmasî ava bike. Dewleta TC’ê ya qirker vê yekê di şert û mercên wisa de dike ku êdî serdema ‘mêtingeriya klasîk’ bi dawî bûye, ji xeynî hin mînakên mêtingehên klasîk (piştî 1950) ku cihê xwe ji mêtingehên nû re hiştine, heta têkiliyên mêtingehiya nû jî tên nîqaşkirin. Dewleta TC’ê mêtingeriya xwe ji dewletên avakarên ‘mêtingeriya klasîk’ xirabtir pêk tîne. Wek van dewletan nake; dagirkerî, serwerî û ekonomiya mêtingeriyê bi hev re pêk tîne. Li rojavayê Kurdistanê, ji ‘rojavayê Firatê’ bigire heta ‘rojhilatê Firatê’ Serêkaniyê û Grê Spî meriv av yek bi awayekî zelal tê xuyakirin.

Bêguman divê ev wek serkeftina dewleta TC’ê ya qirker neyê dîtin. Ji ber vê jî divê dewleta TC’ê ya ku mêtingeriya klasîk a emperyal ji xwe re kiriye polîtîka, ji Îngilistan, Fransa, Almanya, Spaniya û Portekîzê serkeftîtir neyê dîtin. Van dewletan piştî têkoşînên rizgariyê yên li mêtingehên wan, nikaribûn polîtîkayên xwe berdewam bikin (hin cih ne tê de) ji ber vê jî serdema mêtigeriya xwe bi dawî kirin. Lê ev rastî ji bo dewleta TC’ê ne derbasdar e. Dewleta TC’ê dixwaze mêtingeriya xwe ya li Kurdistanê bi qirkirinê bidomîne.

Sedema bingehîn a berdewamkirina vê polîtîkayê ya TC’ê, heger dev ji polîtîkaya mêtingeriyê berde ew pê bawer e ku ‘ew ê nikaribe hebûna xwe jî berdewam bike’.  Ji ber vê jî bi pêkanîna polîtîkayên li derveyî rastiya şert û mercên cîhanê hewl dide hebûna xwe bidomîne. Bi vî awayê xwe di qada navneteweyî de wek dewlet/civakên hov û dagirker tê dîtin. Dikarin bêjin ku nikare xwe ji vê îmajê rizgar jî bike.

Li başûrê Kurdistanê ji bo pêkanîna vê armanca xwe, ji destpêka salên 1990’î vir ve plansaziya xwe kiriye meriyetê û di rewşa heyî de hema bêje hemû deveran kirine bin mêtingeriya xwe.  Niha vê plansaziya xwe ya li başûrê Kurdistanê bi awayekî lez û beztir li rojavayê Kurdistanê jî dixe meriyetê. Heta dixwaze vê polîtîkaya xwe li rojhilatê Deryaya Spî û bakurê Afrîkayê jî pêk bîne. Hebûna wê ya li Lîbyayê jî vê rastiyê piştrast dike.

Hêzên kapîtalîst di sedsalên 16’emîn û 17’emîn de xwe bi mêtigeriya klsîk bi hêz kirin. Niha dewleta TC’ê jî wek rêyeke yekane hebûna xwe di vê polîtîkaya mêtingeriyê de dibîne. Ji gotina R.T. Erdogan a ‘ji me re hingiv divê’  xuya dibe ku vebijêrkeke din jî nedaye ber xwe. Welatên gelên ji xwe bêhêztir dibîne jî wek kewarên hingiv dibîne û dixwaze wan têxe bin mêtingeriya xwe. Wek mêşên keran çavên wî çûne nav serê wî û dixwaze kewarên hingiv ên ku bi kedeke mezin a mêşên hingiv hatine çêkirin wêran û talan bike. Difikire ku encax wek axayên serdema feodal jiyana xwe bidomîne. Çawa ku zilimkarê Dehaq dixwest bi xwarina mêjiyê ciwanên kurd nexweşiya xwe derman bike, ew jî dixwaze bi vî awayî ji mêtingeriya xwe ya ku têk çûye, aboriya talanê, qeyrana siyasî û civakî re çareseriyê peyda bike. Dehaqê zilimkar bi vê rêyê ji êşa xwe re çareseriyekê peyda nekir û ev bû sedem ku serê wî bê pelçiqandin. Aşkera ye ku ew ê dawiya dewleta TC’ê ya qirker û temsîlkarê wê Erdogan jî bi heman awayî be.

Bi derketina Tevgera Apoyî ya di destpêka salên 1970’yî de diyar bû ku ew ê dawiya dewleta TC’ê ya qirker bi vî awayî be. Dewleta TC’ê ya qirker jî dît ku dawiya wê tê, ji ber vê qetlîama Gurgumê pêk anîbû. 41 sal in bê navber xwînê dirijîne. Darbeya leşkerî ya faşîst a 12’yê Îlonê jî ji ber vê kiribû. Dagirkerî, talan û mêtingeriya aborî ya li başûr û rojavayê Kurdistanê jî bi heman sedeman kiriye meriyetê.

Ji ber vê ye ku qetlîama Gurgumê ya em di salvegera wê ya 41’emîn de ne, di dîroka Kurdisatanê de cihekî wê yê taybet heye. Qetlîama Gurgumê piştî Dêrsimê ji bo Kurdistanê dîsa bike gola xwînê bûye navê dîroka dewleta TC’ê ya qirker. Çi li Başûr çi jî li Rojava, şopên qetlîama Gurgumê di hemû polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî Kurdistanê de xuya dibin. Kurdên elewî yên li Gurgumê ji ber nijad û baweriya xwe hatin qetilkirin, piştre jî ji cih û warên xwe hatin derxistin. Bi vê polîtîkayê xwestin demografiya Gurgumê biguherînin û vê derê bê kurd bihêlin.  Tiştên bi êrîşa qirkeriyê ya di sala 1978’an de li Gurgumê dan destpêkirin,  îro roj dixwazin li rojavayê Kurdistanê jî (li rojava û rojhilatê Firatê) bibin serî.

Dikarî Biecibînî