Çend pirs û bersiv!

Hefteya derbasbûyî di dîroka Kurdistanê rojên girîng hebûn. Yek ji wan rojan 17’ê Kanûna sala 1945’an bû. Bi rêya Twtter, Facebook, email û telgramê gelek xwendevanên e-Rojname li ser rengên ala serdema Komara Kurdistanê, Xûybûn û ala îro ya li başûrê Kurdistanê dehan pirsan ji min kiribûn. Ji ber kêmdefetî û karê zêde min nekarî bersiva teva bidim. Li vir bi kurtasî wiha ji wan hevalên hêja re dinivîsim:

Çar rengê spî, sor, zer û kesk di hemû alên desthiltdarî, mîr, statû û partiyên siyasî li Kurdistanê hebûne. Ji serdema Împeratoriya Med heya roja îro ew çar reng di ala Kurdistanê da hevpar an jî wekehev in. Spî, kesk, sor û zer sembolên aştiyê, delalî û dewlemendî, azadîxwazî û şoreşgerî û ola dêrîn a Zerdeştiyê li Kurdistanê ne.

Ala ku îro li başûr Kurdistanê hildayî ye li sedema Komara Kurdistanê tunebû. Reng û sembolên ku li ser her du alan hene, xuyane û wateya wan jî peyamên xwe dide diyar kirin. Li vir ez wê mijarê dubare nakim.

Bila her kes vê rastiyê ji bîr neke ku dema mala me tune, kilîla deriyê maleke serbixwe di destê me de nine û hêşta jî Kurdistan di bin desthilatdariya dagirkeran de ye, êdî şerê me li ser rengên nava malê bêwate ne. Çima em pêngav bi pêngav ber bi pêşve neçin?! Di vê rewşa heyî de werim em tenê ji bo vê yekê bixebitin: “Kurd bûne yek, civaka me sekular û bi ol, zarave û herêmên xwe welatekî me yê dewlemend û pirçandî heye, gelo çima partiyên siyasî li Kurdistanê nabine yek?!, dema ev daxwaza hemû gel be ma kî li pêşberî vê daxwaza wan asteng e?!”

Kurd û Îran

Çend pirsên din li ser rojhilatê Kurdistanê û rewşa dawî yê li Îranê bûn. Bi kurtî:

Rêjeya kurdan li Îranê li gor piraniya jêderan ji sedî 15-17’an e. Yanî nêzî 15 milyon kurd ku piraniya wan li rojavayê Îranê dijîn û nêzî 2.5 jî li Xorasanê hene. Îranê vê hejmarê napejirînin û biqasî sedî 10 û heta carna jî kêmtir didin nîşan dan, lê li pey faris û azeriyan hejmara herî zêde kurd in.

Di qada dijberî û mafxwaziyê li hemû Îranê kurd ji sedema sefewî, qacarî, pehlewî û rejîma îslamî ya ku îro desthilatdar e di rêza pêşîn de cih girtine. Ji hemû raport û pirtûkên dîrokî “pirsgirêka kurd” her demê mijara sereke ya walî û hakimên li rojhilatê Kurdistanê bûye.

Raporta herî dawiyê li ser rewşa mafê mirovan û kêmnetewên olî-etnîkî ku UN’ê belav kiriye amaje bi vê rastiyê dike: “Li Îranê ji sedî 9-10 kurd hene, lê ji sedî 50 girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê kurd in.

Rewşa siyasî-civakî li herêmên ku kurd têde dijîn, ji herêmên din ên Îranê pir xiraptir e. Mînaka jêr dikare we bi gelek rastiyan bihesîne: Encamên bêkariya xelkê li rojhilatê Kurdistanê

– 120.000 kolberên pîr, ciwan û zarok ku ji wan gelek jî xwedî xwendina bilind in. Ji doktora bigire heye endazyaran ji ber bêkariyê karê kolberiyê dikin.

– Heya niha zêdetirîn 700 kolber hatine kuştin, 1500 jî hatine birîndarkirin. Dibe ku ev hejmar hê jî zêdetir be.

– 200 kolber winda ne û kes nizane çi bi serê wan hatiye! Girtîne yan jî di dema karê kolberiyê de rastî bagir, befra giran hatine yan jî bi awayên veşartî ji hêla pasdarên dewletê ve hatine kuştin û di gorên komî de hatine veşartin.

– Sewiya bêkariyê li Kurdistanê zêdetirî ji sedê 50‘î ye (50%) rewşa ku bi taybetî li Kirmaşan, Îlam û Sinê sal ji salê xeraptir dibe.

– Hejmara kesên ku xwe dikujin herê zêde li Îlam û bajarên din ên Kurdistanê ye. Xebera nexweştir ew e ku jin zêdetir ji mêran dawî li jiyana xwe tînin.

Rêjîma totalîter û qaşo îslamî ya Îranê wiha bersiva siyaseta dûrbînane a kurdan dide ku sala 1979‘an dengê „Ne” dane refrandoma ji bo avakirina komareke îslamî. 40 sal zêdetir e ku kurd bedelên daxwazên xwe yên azadîxwaziyê didin.

Van rojan an ku dawiya sala 2019‘an herî zêde zext û êrîşên giran li ser çalakvanên civakî û çandî li Kirmaşanê hene. Ji 250 kesan zêdetir rojnamevan, nivîskar û aktîvîstên civakî hatine girtin. Li wilayetên Kurdistanê herî zêde ciwanên kurd hatine kuştin û sedema ewqas êrîş û zextan jî ev. Dîmenê mirina du birayên nûciwan: Ferhad û Azad trajediya herî xemgîn a rojên derbasbûyî li hemû Îranê bû. Merîwanî rabûn ser pêyan û li dijî vê siyaseta çewt wiha qêriyan: „Mirin bo dîktator, mirin ji bo pariyekî nanê rojê bi çi qîmetê?!“ Van rojan li Merîwan û hemû Kurdistanê şîn giran bû!

Êdî li rojhilatê Kurdistanê qîmeta paryekî nanê rojê ji jiyanê jî girantir e.

Destên Ferhad ên birîndar, xewa wî ya giran, rewşa aborî ya malbatê tev romanên nenivîsandî ne. Ew Ferhadê jiyanê bû, ji xweşkirina rewşa hêlîna malê dixebitî, piyekî wî li xwendingehê û yên din jî li çiyayên asê yên Kurdistanê bû, lê êdî ew 14 û birakê wî tenê 17 biharên jiyanê derbas kiribûn. Wan sedan xwezî bi dilê xwe yê tije hêvî de biron nava dilê axa sar. Axa ku tije hemû dewlemendî ye, lê gelê pêxase.

Şex Ebdulselam Barzanî û Sofî Ebdulah!

Şêx Ebdulselam Barzanî ( 1887 Barzan – 14.12. 1914 Musil )

Birayê Mela Mistefa Barzanî yê mezin, sala 1887‘an li gundê Barzan hate dinê, hêşta ciwanekî 25 salî bû ku li dijî sîstema desthilatdar a osmanî li Kurdistanê xwedî nêrînên taybetî bû.
Sala 1907‘an bi telgrafekê daxwazên wiha ji Sultan Ebdulhemîdê Osmanî kirin:
1. Li herêmên kurdan an ku Kurdistanê zimanê kurdî bi awayê fermî bê pejirandin
2. Perwerde bi zimanê kurdî be
3. Ji herêmên kurdan re ew kesên ku bi sewiyeke bilind baş kurdî dizanin, bêne erkdarkirin.
4. Maliyata ku ji herêmên kurdan tê komkirin ji bo duristkirina rê û xwendingehan bê bikaranîn.

Tevî ku ev daxwaz pir yasayî û meşrû bûn, lê li hemberî van daxwazan sultanê osmanî bi hêzeke mezin a leşkerî bo ser Barzan ew li dijî daxwazên wî sekinî. Şêxê kurd zêdetirî du mehan bi şerên giran li dijî artêşa osmanî ya pirçe li ber xwe da, lê piştre neçarî çû rojhilatê Kurdistanê. Sala 1908‘an careke din vegeriya Barzan û bi şerên berfireh re leşkerên osmanî ji herêmê derxistin. Demekê şûnde bi peymaneke lihevhatinê li derveyî hevgirtineke sembolîk pejirand ku ji herêmê vekêşe. Sala 1913‘yan waliyê Musilê Sûleyman Nezifê Diyarbekirî bi armanca girtina Şêx Ebdulselam Barzanî hêzeke mezin a leşkerî şande ser Barzan. Ew neçarî dîsa ber bi rojhilatê Kurdistanê ve çû. Osmanî ji bo girtina Şêxê E Barzanî perekê pir zêde weke xelat aşkera dikin. Dema ku Şêxê Kurd xwestiye vegere Barzana li gundê Gengeçîn yê herêma Somaya Biradost dibe mêvanê Sofî Ebdula. Sofî Ebdulah dikeve ser rêbaza xiyanetê û dema ku Şêx Ebdulselam û parêzvanên wî nivîstîne, wan digire û teslîmî tirkan dike. Piştre wî dibin Musilê û li wir bi destûra waliyê Musilê Sûleyman Nezîfê Diyarbekirî ku kurd bû Şêx Ebdulselam Barzanî tê dadgehkirin û piştre biryara îdamê didin wî. Roja 14.12.1914‘an Şêx Ebdulselamê 27 salî li ber çavên birayê wî yê 11 salî Mistefa Barzanî û gelek ji alîgirên wî tê îdamkirin. Salên piştre Mele Mistefa heya sax bû li ser rêbaza Şêx Ebdulselam meşiya û doza kurdîniyê zindî hêla.

Çend kesan li ser qedera Sofî Ebdulah pirs kiribûn. Ji bo zanîna wan: Ez malbata wan ji nêz ve dinasim û nifşên piştî Sofî hemû kesên kurdperwer û di karên civakî de jî pêgehiştî ne. Sofî Ebdulah ji eşîreta Herkî bû û li pey îdama Şêx Ebdulselam êdî li herêmê nema û bi awayekî veşartî jiyana xwe domand, lê zêde nejiya. Xiyaneta wî û dehan kesên din jî wê feqîriyê dihat ku osmanî û qacariyên li du aliyên Kurdistanê çêkiribûn. Sofî Ebdulah kesekî nexwende bû lê waliyê Musilê Kurd û kesekî xwende bû, gelo çima kes napirse ka Sûleyman Nezîfê Diyarbekirî xayîne yan ne?!

Dikarî Biecibînî