Sala 2019’an saleke bi serketî û têkoşînê derbas bû

Sala nû bi hemû nepenî û xweşî û nexweşî li ber derî ye. Berî em dest bi hêviyên xwe yên ji sala nû bikin, me saleke tije serketin, êş û kêfxweşî derbas kir.

Gelek bûyer û pêşketinên di vê salê de mohra xwe li salê da çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kir û di sala 2019’an de gihişte asta serketinê. Bi vê çalakiya grevê ya 200 rojî re di serî de rojeva Kurdistan-Tirkiye û heta cîhanê da guhertin. Di encama berdêlên giran di serî de li girtîgehan û berbelavbûna çalakiyên ên li Kurdistan-Tirkiye û cîhanê kir ku heta astekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bê anîn.

Ev bûyer li tevahî cîhanê deng veda û têkoşîneke hevpar a Kurdistan, hêzên demokrat û enternasyonalîst bi xwe re anî. Tecrîda ji sala 2011’an û vir ve ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî 8 salan cara yekem parêzer Newroz Uysal û Rêzan Sarica di 2’yê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’yê Hezîranê û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de li gel muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Her wiha hê ji serê salê ve yek ji bûyerên li dijî êrîş û dagirkeriyê kurd hemû rakirin ser lingan Raperîna Şêladizê bû. Di 23’yê Çileyê de li navçeya Şêladiz a dikeve Herêma Behdînanê, ji ber bombebarana artêşa tirk a dagirker 4 welatiyên sivîl şehîd bûn. Bombebarana artêşa tirk a li ser herêmê rastî neraziya gel hat. Ji ber vê welatiyan di 26’ê Çileyê de li Şêladizê, dijî baregehên artêşa tirk a dagirker rabûn ser xwe. Xelkê Şêladizê bi ser baregehên artêşa tirk de girtin û şewitandin. Leşkerên tirk raste rast bi guleyan êrîşê welatiyan kirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn.

Raperîna Şêladizê yek ji bûyera herî mezin û girîng a sala 2019’an bû. Piştî raperînê carekdin hebûna metirsiya baregehên artêşa tirk kete rojevê. Piştî raperînê hêzên asayîşê pêla binçavkirina rewşenbîr, rojnameger û welatiyan da destpêkirin. Bi dehan kes hatin binçavkirin û zêdetirî mehekê di zindanê de hatin ragirtin.

Ey yek ji mijarên herî sereke bû ku mohra xwe li salê da, lê bi vê re jî bes nema û roj ber bi rojên hilbijartina xwecihî dihat. Salname 31’ê Adarê nîşan dida û li seranserî Tirkiye-Kurdistanê gel berê xwe dan ser sindoqên dengdanê. Tevî hemû zext û astengiyên li pêşiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serketî ji sindoqan derket û bi 3 şaredariyên bajarê mezin bi giştî 65 şaredarî bi dest xist. Tenê em bejin çend meh li ser hilbijartinê re neçû faşîzma AKP/MHP a ku dîktator Erdogan serkêşiya wê dike ji 65 şaredariyan ewilê 19’ê Tebaxa 2019’an qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarên Mezin ên HDP’ê ya Amed, Wan û Mêrdînê. Faşîzma AKP/MHP’ê ji meha Tebaxê heta dawiya salê dest danî ser 31 şaredariyê HDP’ê û di serî de hevşaredar û gelek endam û HDP’î binçavkirin û girtin.

Her wiha li gel van pêşketinên û aloziyên li bakurê Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê berxwedana şervanên hêzên kurdî û pêkhateyên herêmê yên di bin sîwan HSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ber bi qonaxa dawî ve diçû. Çete li Baxozê asê mabûn, şervanên HSD’ê roj bi roj bost bi bost xaka ku DAIŞ’ê qirêj kiribû, paqij dikir. Êdî hemû awir li Baxozê bû. Ji ber rojên dawîhatina DAIŞ’ê nêz dibûn. Rojane li ser ekranên TV û peyamnêrên ku weşan dikirin nîşaneyên serfiraziyê pêşbînî dikirin. Di 23’yê Adarê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, bi daxuyaniyek çapemeniyê serkeftina dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihand. Şikestina DAIŞ’ê hate ragihandin û di cîhanê de dengek mezin veda. Ev serketin ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû cîhanê bûyer û pêşketineke mezin bû. DAIŞ a ku weke dêwekê ji bo cîhanê tev bûbû metirsî û xeterî bi wê sehma xwe ya serê mirovan lê dida, êdî ji aliyê asta leşkeri û serweriya bejahî ve bi dawî bibû. Bi vê ve girêdayî 27’ê Cotmeha 2019’an kuştina qatilê bi hezaran kesî û bi taybet ên civaka êzidî Ebûbekir El Bexdadî yek ji bûyer û çalakiyeke serketî ya demê ya salê hate pênasekirin. Ev mijar bi taybet di aliyê civaka êzidî ve pir bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Di aliyekê de weke tolhilîna ji DAIŞ’ê û lê li aliyê din jî hê bi hezaran keç û zarokên êzidî dîlgirtîne û bêserûşwênin. Xaleke din a girîng a vê bûyerê ew bû ku hermû çavkanî ji aliyê hêzên kurdî ve ji bo komîteya hevpar a HSD û DYE’yê ve dihate birêvebirin  û parvekirin. Dîsa cihê kuştina Bexdadî ya li gundê Barîşa yê bakurê parêzgehê Idlibê ku çend kilometre ji Tirkiyeyê dûr kir ku hevkariya DAIŞ’ê û Tirkiyeyê di çi astê de ye da nîşandan.

Li gel van pêşketinan jî bûyerên ku bi xemgînî mohra xwe lî dîroka salê da yek ji wan êrîşên dewleta tirk a 9’ê Cotmehê ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev êrîş jî piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji rojavayê Kurdistanê hat. Ji ber vê êrîşa dagirkeriyê zêdetirê 300 hezar kes koçber bûn, bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Di serî de li Kurdistan li seranserî cîhanê çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya tirk hatin kirin. Bangên bidawîkirina êrîşê û qedexeya firîna balafirên şer a li herêmê hatin kirin. Tevî hemû hewldan û çalakiyên cûr be cûr dewleta tirk bi çeteyên DAIŞ’ê û El Nûsra ên di bin navê Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê de bi balafirên şer, tank û topan êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Hêzên kurdî li dijî artêşa tirk û çeteyên wê berxwedaneke mezin kir û di encama lihevkirinên Amerîka-tirk û Rûsya-tirk û aliyên kurdî, şervanên HSD’ê ji herêmê vekişiyan. Li gorî lihevkirinê wê 10 kîlometre hêzên tirk û rûs dewriye bigerin û dîsa li ser sînor artêşa Sûriyeyê bicih bibin. Lê heta vê kêliyê jî artêşa tirk û çeteyên wê di binpêkirina peymanên hatine kirin de dewam in. Rojane jîngehên sivîlan bombe dikin. Her wiha yek ji qetlîamên wan ên herî dawî ya li Til Tifat ku 8 jê zarok ku temenên wan di navbera 3-15’an de bi giştî 10 kes şehîd bûbûn. Her wiha bi rojane êrîş bi topan û hewana li ser jîngehên sivîlan û dibin sedema kuştina zarok û kesên sivîl.

Li gel vê êrîşên li ser herêmên başûrê Kurdistanê yên qaşo di bin navê şerê PKK’ê dike de bi hezaran donim erd talan kirin û şewitandin. Ji ber van sedeman gelek gund hatin valakirin û torên sîxûrî û îstixbaretê yên tirk xwe hê baştir li Başûr bi cih kirin. Di encama van êrîşan de pêşengên PKK’ê endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) 5’ê Tîrmehê, dîsa 21’ê Adarê Newrozê ya li Qendîlê, yek ji fermandarên destpêkê yên têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), Endamê Têkiliya Derve Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û gerîla Şiyar Faraşîn û 15’ê Cotmehê kadroyên PKK’ê yên bi navê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) li Çiyayê Ezmer a Silêmaniyê di encama êrîşa balafirên keşfê yên bê mirov (SÎHA) de hatin şehîdkirin.

Her wiha dîsa yek ji bûyerên din ku rojevek mezin çêkir kuştina endamê MÎT’a tirk a 17’ê Tîrmehê li Restoranta Hoqqbaz a Hewlêrê Osman Kose yê ku yek ji berpirsê tevin û torên îstixbaratî ya li herêma Kurdistanê û destê wî di qetilkirina gerîlayên Tevgera Azadiyê de hebûn, bû. Jixwe piştî vê bûyerê ango 19’ê Tîrmehê balafirên şer ên tirk bombe li Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmûr) barandin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Her wiha boykotkirina berhemên tirk ên piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê re jî yek ji pêşketinên girîng bû ku li başûrê Kurdistanê hate destpêkirin. Ev kampanya kir ku berhemên kurdî û navxweyî zêdetir li bazaran bê dîtin û bi hişmendiya her berhemekî tirkî dibe sedema kuştina kurdan di nava civakê de belav bû. Ev kampanya her diçe belav dibe.

Gelek ji van bûyer û pêşketinên nava salê qewimîn kir ku bibin dîrok û heta heta neyîn ji bîrkirin. Ji bo wê yekê em bikaribin pêşketinên heyîn hê pêşvetir bibin û di warê dawîanîna faşîzim û mêtingeriyê de gavên xurt a yekitiya neteweyî pêk bînin sala 2020’ê wek saleke bi hêvî li pêş me ye. Bi hêvî ne ku pêşketinên hê mezintir sala nû bi xwe re bîne û di warê yekitiya neteweyî de alî û partiyên kurdî ji bo êrîşên hê mezintir neyên jiyîn gavên bi cesaret û bi biryar biavêjin. Bi hêviya rojên serfiraz û azad sala nû li herkesê pîroz dikim, bi hêviya bibe wesîleya daxwazên me.

Dikarî Biecibînî